Di 6’ê Îlona 1955’an, saet di 13:00 de ji radyoya dewletê hate îdîakirin ku mala li Selanîk a Yewnanistanê ya ku Mûstafa Kemal Ataturk lê ji dayik bû hatiye bombekirin. Ev nûçe di rojnameya Îstanbûl Ekspres de ku nêzî Partiya Demokrat bû bi manşeta “Mala Ataturk hate bombekirin” hate weşandin û bû çirûska destpêkê ya êrişên organîzeyî. Li hemberî welatiyên Rûm, Ermen, Yahûdî û Suryaniyan du rojan êriş hatin kirin û bi giranî êriş li ser cihên olî bûn. Di nava çend saetan de dêr wêran bûn, bi dînamîtan hatin teqandin, alavên pîroz hatin xerakirin, gor hatin vekirin. Li gorî daneyên fermî xisar li 4 hezar û 214 malan, hezar û 4 kargehan, 73 dêran, sînagogekê, 3 keşîşxaneyê û 26 dibistanan bû.
Rojnamevan û nivîskar Serdar Korûcû li pogroma 6-7’ê Îlona 1955’an ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku niha jî heman hestên şovenîst û neteweperest dikare bi hêsanî li nava civakê bê geşkirin û sedema bingehîn a vê yekê jî polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Korûcû got, “Eger em bûyerên di 6-7’ê Îlonê de tenê weke bûyereke tundiyê ya sala 1955’an rû da û bi dawî bû binirxînin, hingî em ê nikarin vê demê fêhm bikin. Ji ber ku 6-7’ê Îlonê ne destpêk bû ne jî dawî bû. Piştî wê pogromê rûbirûbûneke rasteqîn çênebû. Bi rengekî rast hesabpirsîn ji êrişkarên di nava organîzasyona dewletê de nehate pirsîn.”
Ji bo rûbirûbûnê Korûcû destnîşan kir ku lêborîna fermî ya dewletê dikare bibe gava destpêkê ya şênber. Korûcû bal kişand ser karên divê bêne kirin ku careke din bûyerên weke 6-7’ê Îlonê rû nede û ev gotinên Patrîk Batholomeos bi bîr xist ku di çalakiya danasîna pirtûkekê de beriya 10 salan gotibû:
“Lê belê ji aliyekî din ve ji bo careke din bûyerên 6-7’ê Îlonê neqewimin kar hene ku divê bêne kirin. Patrîk Barrtholomeos ev yek beriya 10 salan di çalakiya danasîna pirtûkekê de bi vî rengî anîbû ziman: ‘Çawa çêdibe ku beşeke civakê bikeve rewşeke welê ku beşeke din a civakê ewqasî weke dijmin bibîne û ji xwe re maf bibîne ku her cûre zilmê lê bike. Eger em karibin vê fêhm bikin, karibin doh rast binirxînin, hingî em ê karibin nehêlin heman bûyer dubare bibe.”
‘DAXWAZA HER KESÎ EW E KU DI NAVA CIVAKEKE DEMOKRATÎK DE AŞTÎ PÊK WERE’
Korûcû anî ziman ku çareseriya aştiyane û adil a prisgirêka Kurd ji bo temamiya civakê hêja ye û li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev nirxandin kir: “Em zanin ku armanc ji vê aştiyê civaka demokratîk e. Herî kêm di daxuyaniyan de ev tê gotin. Ev yek ji bo her kesî, ji bo temamiya civakê gelekî hêja ye. Li aliyê din em rexneyên têkildarî pêvajoyê dibihîzin û ev gelekî normal, xwezayî û hêja ne. Lê belê ez tercîh dikim ku guh bidim mirovên ku êş kişandine. Yên ku barê herî giran ên vê tundiyê hilgirtine… Yên ku xizmên xwe winda kirine… Piraniya wan piştgiriyê didin vê pêvajoyê.”
Korûcû destnîşan kir ku di encama hevdîtinên xwe de ew gihîştiye wê encamê ku pêkhatina aştiyê ya li nava civakeke demokratîk daxwaza Rûm, Ermen, Yahûdî û Suryaniyan e û got, “Li Tirkiyeyê Xiristiyan û Yahûdî hene ku di dema şer de ji nedîtî ve hatin. Halbûkî van civakan ji salên 1980’î û vir ve êşên giran kişandin. Bi taybetî civaka Suryanî. Ji ber ku li cografya lê dimînin tundî bi rengê herî giran dîtin. Em zanin ku Xiristiyanî, nasnameya Ermenî yan jî Yahûdîtî dem bi dem di nava tundiyê de hedef têne nîşandan. Tê bîra me ku beriya 11 salan li ser dîwarên li Geverê gotina ‘Kurd Tirk bira ne, lê hûn Ermen in’ hate nivîsandin, an jî li Cizîrê di anonsên polîsan de hate gotin, ‘Ermen bi we serbilind e. Hûn hemû Ermen in, Ermen in’. Ji ber vê yekê di hevdîtinên min de encama ku min wergirtî ew e ku pêkhatina aştiyê li nava civakeke demokratîk daxwaza van derdorên civakê ye.”

