Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî
Çand û Hûner

Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

TEV-ÇAND, Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê û Stêra Zêrîn şanogerê şoreşger Hêvî Şanoger (A. Xafûr Doxan) di salvegera 22’yan a şehadeta wî de ew bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Tebax 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya TEV-ÇAND’ê bi vî rengî ye:

“Di salvegera 22’yan a şehadeta hunermend û şoreşgerê Kurd rêheval ‘Hêvî Şanoger’ de carek din wî bi bîr tînin û di şexsê wî de bejna xwe li hember hemû şehîdên rêya azadiyê û hunera azad ditewînin.

A. Xafûr Doxan (Hêvî Şanoger) di 27’ê Tebaxa sala 2004’an de ji bo beşdarbûna festîvala şanoya Kurd a ku li Kerkûkê pêk dihat, ji Mexmûrê ber bi Kerkûkê ve rê dikeve û di rê de, di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanê şehîdên dibe.

heval ‘Hêvî şanoger’ di pêşxistina çand û hunera gerîla de bûye hîmê şoreşeke mezin a hunera şano ya li çiyayên azad. Ji bo bidestxistina nasnameya şanoya Kurdî û şoreşgerî bûye rêzanê xetê û xwedî rol û misyoneke herî mezin a avakirina  tevgera çand û hunera şoreşê. Di şanoya şoreşgerî de rolekî xwe yê bingehîn û baleberz dilîze û şopeke watedar li pey xwe dihêle.

Rêheval Hêvî li navçeya Qoser a Mêrdînê hatiye dinê û li wir mezin bûye. Rêheval Hêvî ji bo debara jiyana xwe û malbatê  demek dirêj li Îzmîrê dixebite.

Di sala 1993’yan de li Îzmîrê kar dike, li wir fikra şoreşa azadiya Kurdistanê û ramana Rêber Apo nas dike û tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Li cihekî zehmet wekî metrepolên Tirkiyê xebatên xwe yên welatparêziyê dimeşîne, di xebatên NÇM’ê yên çand û hunerê de cih digire, xebatên xwe yê şanogeriyê dike û dibe xwedî rolekî mezin. Bi pêşxistina şanoya Kurdî, hemû êş zehmetiyên ku civaka me têde jiyan dikir, ji kûr ve hîs dikir û jiyan dikir. Lewra hemû hêvî, xeyal û xewnên civakê û rastiyên wê li ser dika şanoyê temsîl dikir, bingeha tekoşînê zindî dikir.

Di sala 1998’an de, Heval Hêvî bi tevî komeke hevalên xwe, tevlî şoreşê dibin û têkoşîna xwe li çiyayên azad ên Kurdistanê dimeşîne.

Ger em bixwazin kesayeta heval Hêvî Şanoger binirxînin, em nikarin kesayeta wî û ya rêheval Yekta Herekol ji hev cuda bigrin dest, ji ber ku herdu heval xwedî ezmûneke mezin bûn û xwedî heman rol û misyonê bûn. Di pêşveçûna şanoya şoreşê de rola pêşengiyê lîstine, di dema herî hesas û dîrokî de bûne xwedî rolên herî mezin. Lewra ew herdu heval ji bo me bûne xeta huner û şanogeriya azad; bûne nimûneya rêhevaltiyê.

Di pêşengiya şehîd Hêvî û Yekta de xebatên tevgera çand û hunerê mezin bû û pêş ket, di çiyayan de ev xebat gihişt asta kûrbûn û sazîbûnê, bi van hevalan jiyana gerîla û têkoşîna wan li ser dikê hate zindîkirin, weke şêwekarekî her du aliyên jiyanê carna bi ken carna bi girî li ser dikeya jiyanê dineqişandin. Ew hest, ew berxwedanî, ew asîbûn, ew xweşikbûn, bedewiya ruhê gerîla li ser dika jiyanê û rastiya şoreşê dihûnandin.

Bi felsefeya Rêber Apo ji bo mirovahiyeke azad, ji bo gihiştina ruhê civakeke azad, vegera li cewhera xwe ya resen, li heqîqeta xwe, li nirx û manewiyata xwe xwedî derketin, her du hevalan li ser dikê tevna jiyaneke nû û azad li her dem û her derê hûnand.

Lewra em her du şanogeran weke cêwiyê şano dibînin, ew temsîliyeta yekbûn û cêwîtiya bi şanoyê re ne.                                                                

Bi berhemên xwe şagirt û şopdar ava kirin, bi dehan lîstikên şano lîstin û dan leyîstandin, seneryo nivîsandin, nirx afirandin û zindî kirin, her bihostek ji axa çiyê bi destên xwe kirin dika jiyan û şanoya heqîqetê. Bûn nûnerên şanoya gel û gerîla.

Heval Hêvî di lîstikên xwe yên weke ‘Gurî’, ‘Qirdik’, ‘Qeşmer’, ‘evîna gul û masî’ û hwd de li ser rastiya civaka Kurd, her demê li hemberî neheqiyan têkoşiya û li ber xwe da.

Heval Hêvî ji bo pêşxistina şanoya Kurdî hêviyeke zindî bû. Gelperwerî û civakîbûn bingeha şanogeriya wî bû.

Belê li pey xeta Yekta, Hêvî, Rêzan, Jînda Hewlêr û Sarya Baran û gelek rêhevalên şanoger derketin. Ev mîrasa heyî mezin kirin xwedî lê derketin û parastin. Dika jiyanê her tim zindî hiştin. Ji Zerdeştan bigre hetanî Daxistanan û Fedekaran bûn şopdarên vê rastiyê. Ew ji bo me bûn xeta hunera azad, bûn roniya huner û şanogertiya rast a temsîla heqîqetê. Ji lewra ev xebat, ev şanogeh, zindî ye, ev têkoşîn zindî ye.

Em weke TEV-ÇAND û Şanoya Çiya careke din di kesayeta rêhevalê me yê şoreşger Hêvî Şanoger de, hemû rêhevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin û soza dewamkirina xet û riya wan didin.

Encex bi ruhê we em ê dikeya şanoyê zindî bihêlin û  giyanê we zindî bikin. Lewra em bang li wijdanê her kesê ku dibêje ‘ez hunermend im, ez şanogerê gelê xwe me’ dikin ku di van pêvajoyên wiha nazik û hesas de xwedî li erkên xwe yên wijdanî derkevin, bibin zimanê rastî û êşên civakê, bibin zimanê heqîqetê û civaka aştî demokrasiyê. Em têkoşîna xwe xurt bikin û dengê azadiya birûmet bilind bikin.

Şehîd namirin!”

Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê û Stêra Zêrîn jî bi daxuyaniyeke hevpar Hêvî Şanoger bi bîr anî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Nisêbînê bi meşên girseyî serdanên ji bo taziyeyê didomin
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şehîd Reşîd Sîpan li Tirbespiyê hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Semsûr û Kirşehîrê 2 jin hatin qetilkirin

Li Kirşehîrê H.A. ya ku 9 mehî ducanî û bi astsûbayekê re zewicandî; li Semsûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bolognayê eleqeyekî mezin nîşanî konsera ji bo Rêberê Gelê Kurd hate dayîn

Rêze konserên ‘Tempo de Sperenza’ (Dema hêviyê) ku sala borî li Îtalyayê destpê kiribû, roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Çemçemalê 4’ê Nîsanê bi çandina 75 şitilan hat pîrozkirin

Welatiyên li Çemçemalê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Çemçemalê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?