Berxwedana ku bi pêşengiya jinan li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ku qadên jiyanê li gundê Arzoxlî ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê dixe xeteriyê hatibû destpêkirin, 30 roj li pey xwe hişt. Li gel nûnerên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên ekolojiyê, gelek welatî jî beşdarî nobedê bûn. Ji qada gund heta ber konê nobedê bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Em axa xwe nadin” meşek hate lidarxistin.
Dayika Aştiyê Nezahat Teke ya ku tev li berxwedana li gund bû, wiha axivî: “Em ê serî li ber van şîrketan netewînin. Bila jin û mêr di bin vê baranê de bi tenê nemînin. Em li dijî şîrketê derdikevin. Ma ev wêrekî li cem xwediyê şîrketê nîne? Bi piştevaniya leşkeran tên. Ev ne karê leşkeran e, karê xwediyê şîrketê ye. Lê leşker û polîs piştgiriyê didin wî. Em dayik, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû bal kişand ser rola jinan a di berxwedanê de û ev tişt got: “Berxwedana gundiyan bi pêşengiya jinan dest pê kiriye. Ji ber ku jin dema axa xwe diparêzin, di rastiyê de debara xwe û pêşeroja zarokên xwe diparêzin. Lê desthilata heyî li şûna ku vê berxwedanê bibîne, dora me bi cendirmeyan dorpêç kiriye. Têkiliya sermaye û desthilatdariyê wekî xizaniyê li jiyana me vedigere û xwezaya me jî her roj tê qetilkirin. Li gelek deverên Kurdistanê bi projeyên GES, JES û kanên madenê debara gundiyan ji destê wan tê girtin. Gelê me, di serî de jin, jîngehên xwe diparêze. Ev polîtîka ne polîtîkayeke ji rêzê ye. Mafê me yê hebûnê nasnameya me ye, zimanê me ye, xwezaya me ye. Eger bixwazin van ji destê me bigirin, em ê tu carî teslîm nekin.”
Şêniya gund Guler Çîftçî diyar kir ku tevî şert û mercên zivistanê jî ew li ber xwe didin û got: “Me dixwest ku îro cîhan piştgiriyê bide me. Ji bo axa xwe, ji bo ava xwe, bêyî ku em bibêjin baran e an hişkesalî ye, di nava tunebûn û zehmetiyan de em têdikoşin. Em axa xwe ji kesî re nahêlin. Bi îzna Xwedê em ê axa xwe nedin kesî. Em ê parastina axa xwe, pêşeroja zarokên xwe û jîngehên xwe bidomînin.”

