Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Lale Mansur, Julide Kural û Merve Asya Ozgur diyar kirin ku bêyî azadiya jinan aştî û edalet pêk nayê û işare bi serweriya mê a li qada hunerê kirin.
Dayika Dîlan a ku ji aliyê mêrê pê re zewicî bû ve hate qetilkirin Şadiye Dalkiran xwest, tundiya li dijî jinê û kuştina jinê bi dawî bibe û got, “Divê ti jin li cihê lê tundiyê dibîne nesekine, malbat jî divê bêdeng nemîne.”
Berdevka Çapemeniyê ya PJAK’ê Gelawêj Ewrîn destnîşan kir ku bêyî azadiya jinê civaka demokratîk ava nabe û got, Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê tevgereke protestoyê ye, lê felsefeyek bi armanca jinûve avakirina civakê ye.
Hevseroka Şaxê Stenbolê ya ÎHD’ê Jiyan Tosun ragihand ku bêkontrolî û tundî bi destê dewletê tê asayîkirin û ev jî dibe sedema zêdebûna çekên şexsî.
Li her maleke Kobanê, çîroka şervanekî li pişta perdeyê heye, li pişta her dîwarekî bendewarî û qilêşek heye. Bi wî rihî Kobanê bi ser ket û bû îlhama tevahî cîhanê, ew cîhana ku çavê xwe ji Kobanê re girtibû. Kobanê jî ji wê cîhanê re bibû dayîk.

