Di 15’ê Tebaxa 1984’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê, ji bo şikandina zincîrên koletiyê yên li ser gelê Kurd, di pêşengiya fermandarê mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) de guleya yekem a vejînê hat teqandin. Ev gule 42 salan li pey xwe dihêle û li ser axa Kurdistanê gelek tişt guhartin. Bi rêya Rêber Apo û tevgera PKK’ê, di rûpelên dîrokê de tovên vejîna gelê Kurd û gelên Kurdistanê hatin çandin. Gerîlayên azadiyê jî Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê her sal wekî îro bi coş û moralek mezin pîroz kirin.
Gerîlaya YJA Starê Axîn Nemir ku Cejna Vejînê li Rêber Apo û gelê Kurdistanê pîroz kir, wiha got: “15’ê Tebaxê ne tenê bi teqandina guleyekê dest pê kir; ev vejîna gelê Kurd e. Felsefe û îdeolojiyek e. Em nikarin wê tenê wekî şerekî li dijî dijmin bibînin. Ev vejîna gelek û neteweyekê ye. Wekî din ji bo me vejîna jinê ye. Dema em dixwînin, em dibînin ku 15’ê Tebaxê vejîna jinê û gel nîşan dide. Em her roj hewl didin ku vê vejîna di me û gel de çêbûye zindî bihêlin.
Azadiya me jî bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger nebe, em jî xwe azad nabînin. Ji ber ku ê me azad dike Rêber Apo ye. Rêber Apo li Îmraliyê têkoşînek mezin dimeşîne. Bi vî ruhî û têkoşînê moral û hêzek mezin dide me û gelan. Careke din Cejna 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, gelê me, jinên têkoşer û hemû hevrêyên me pîroz be.”
GELÊ KURD TU CARÎ SERÎ NETEWANDIYE
Gerîla Mervan Devrîm, bal kişand ser girîngiya 15’ê Tebaxê û hestên xwe wiha anî ziman: “15’ê Tebaxê rojeke vejînê ye ji bo gelê Kurd. Beriya û piştî sala 1984’an gelek tiştên girîng li Kurdistanê çêbûn. Piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn serhildan çêbûn, lê encamek nehat girtin. Ev nîşan dide ku gelê Kurd tu carî bindestî qebûl nekiriye. Li Botanê pêvajoyek bi fermandariya hevrê Egîd dest pê kir û bi berdêlên mezin heta îro hat. Armanca me mezinkirina vê têkoşînê ye di rêya Egîd, Zîlan û Bêrîtanan de. Em şervanên hevrê Egîd û fedaiyên Rêber Apo ne.”
Gerîlaya YJA Starê Dilovan Yilmaz, jî behsa bandora 15’ê Tebaxê kir û got: “15’ê Tebaxê bo gelê Kurd rojeke vejînê ye. Îro ji bo hemû gelên cîhanê roja rizgarî ye. Hevrê Egîd dema tevlî bû, ji bo azadiya hemû gelan têkoşîn kir. Dît ku gel çiqas di bin zilmê de ye. Ev bîr û bawerî di wî de hêrsek mezin çêkir. Wî xwest bi ziman û nasnameya xwe azad bijî. Gelê me nedikarî bi zimanê xwe bîfîkire û biaxive. Hevrê Egîd li ser vê bingehê tevlî bû. Em ê jî her dem di rêya wî de bin û têbikoş in.
Têkoşîna çekdarî ya sala 1984’an dest pê kirî, îro gihîşt pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê ku Rêberê me, daye dest pê kirin. Ev gav hewldanek stratejîk e ku Rêber Apo ji bo hemû gel bi hev re bijîn avêt. Em ji Rêberê xwe bawer in û em ê hemû erka xwe bi cih bînin. Em ê bi Rêber û gelê xwe re azad bijîn. Di destpêkê de em li Rêber Apo, li gelê me yê piştgirî dide vê pêvajoyê û li hemû hevalên li çiya, Cejna Vejînê pîroz dikin.”

