Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Zanist > 2025: Di zanistî û teknolojiyê de gavên nû
Zanist

2025: Di zanistî û teknolojiyê de gavên nû

Sala 2025'an di zanistî û teknolojiyê de dibe ku bibe saleke diyarker e. Ji sirên mejiyê mirovan heta bi sira madeya tarî bi van projeyan re tê xwestin, hem jiyana mirovan bê başkirin hem jî aliyên nayê zanîn ên gerdûnê bê keşifkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Çile 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Projeyên sereke yên ku wê aperoja teknolojî û zanistê diyar bike û armancên wan bi vî rengî ne:

DANÎNA NEXŞEYA GENETÎK A MEJIYÊ MIROVAN

Danîna nexşeya genetîk a mejiyê mirovan bi yekbûna qadên genetîk û zanista rehikan re ber bi dawiya sedsala 20’an berfireh bû. Piştî ku Projeya Genomê Mirov (HGP) sala 2003’an temam bû, di lêkolînên biyomedîkal de bû kêliyeke diyarker û ji bo fêhmkirina avaniya genetîk a mejî rêyên nû diyar kir. Projeya Human Brain ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve sala 2013’an hate destpêkirin û ji bo fêhmkirina avaniya tevlîhev a mejî bû hewldaneke welê ku bi bikaranîna mejiyê çêkirî û teknolojiyên daneyê mezin derkete pêş.

Proje ji bo fêhmkirina şîfreyên genetîk ên mejî algorîtmayên mejiyê çêkirî û teknîkên diyarkirina nexşeya genetîk bi kar tîne. Tevnên rehikan û têkiliyên genetîk ên navbera herêmên cuda yên mejî xala diyarker a vî karî ye. Her wiha lêkolînkirina koka genetîk a nexweşiyên norolojîk ên weke Alzheimer, Parkinson û Otizmê hewl tê dayin rêbazên dermankirinê bê afirandin.

Bi sala 2025’an re armanc ew e ku hewldanên ji bo danîna nexşeya genetîk a mejî û ahengiya van agahiyan li rêbazên tedawiya şexsê bê temamkirin.

RÊ Û RÊBAZA HILBERÎNA ENERJIYÊ JI FEZAYÊ

Fikrê hilberîna enerjiyê ji fezayê di salên navîn ên sedsala 20’î de weke çîrokeke zanistî hatibe dîtin jî di sedsala 21’ê de bû armanceke rasteqîn. Konsepta, li şûna wergirtina enerjiya rojê ji ser rûyê erdê hilberîna wê li fezayê û ragihandina vê enerjiyê bêyî qeblo ji cîhanê re, bi karên saziyên mîna NASA û Ajansa Fezayî ya Ewropayê kete rojevê. RESPONDET projeyeke ku dixwaze vê teknolojiyê bi bi rêbaza enerjiya dikare nû bibe re bixe nava ahengiyê.

MALZEMEYÊN ZINDÎ YÊN KU DIKARIN XWE SERERAST BIKIN

Fikrê malzemeyên dikarin xwe nû bikin, bi sûdwergirtina ji hunera xwenûkirinê ya xwezayê di salên 1990’î de destpê kir. Karê destpêkê li ser polîman û malzemeyên weke beton destpê kiribe jî lêkolînên li ser bikaranîna organîzmayên zindî di deh salên dawî de zêde bûn. Projeya AM-IMATE hewldaneke pêşeng e ku materyalên biyolojîk ên mîna kuvarkan ji bo afirandina avaniyên nûkirî bi kar tîne.

Di çarçoveya projeyê de bi bikaranîna mîselyûmê re ku avaniyên kokê yên kuvarkan e, malzemeyên avaniyê yên dikarin nû bibin û xwe nû û sererast bikin, têne afirandin. Ev malzeme li derdora avahiyan, mobîlya û ambalajê li qadên cuda dikare bê bikaranîn.

Armanc ew e ku heta sala 2025’an ev malzeme pêşkêşî qada bazirganiyê bê kirin û di sektora lêkirina avahiyan de şoreşekê biafirîne.

DI PARASTINA MOZAN DE NÊZÎKATIYA TEKNOLOJÎK

Kêmbûna populasyona mozan di salên 2000’î de veguherî pirsgirêke welê ku bala zanyarên hawirdorê kişand. Ev rewş li ser hevsengiya ekosîstemê û hilberîna çandiniyê bû gefeke cidî. Projeya B-GOOD ji bo başkirina tenduristiya mozan bû hewldanek ku teknolojî û analîtîka daneyan gihand hev.

Daneyên li ser germahî, nêm, deng û liv û tevgera mozan a li kewaran, bi algorîtmayên mejiyê çêkirî tê nirxandin. Mêşvan jî bi sala van daneyan li ser rewşa tenduristiyê ya kewaran dibin xwedî agahî û destwerdana pêwîst jî dikarin di dema xwe de bikin.

Armanc ew e ku di sala 2025’an de populasyona mozan bê parastin û hilberîna çandiniyê bê dewamkirin.

BAJARÊN HÎN KES Û DOMDAR

Domdariya bajaran ji nîvê duyemîn ê sedsala 20’î û pê ve bû xaleke girîng a tevgerên hawirdorê. Di salên 2000’î de jî tekonolojiyên avahiya kesk û plansaziya bajarê ekolojîk navdar bû. Projeya CRAF projeyeke nûbûyî ye ku nêzîkatiyeke li tevlîkirina civakê û hunerê ya li veguherîna ekolojîk a bajaran nîşan dide.

Proje xwedî wan armancan e ku li bajaran qadên kesk bêne zêdekirin, rêyên bîsîkletan bêne zêdekirin û avahî bi berhemdariya enerjiyê bêne avakirin. Hunermend û civakên xwecihî hevkariyê dikin û modelên bajaran ên domdar ava dikin.

CRAFT ji xwe re dike armanc ku sala 2025’an domdariay hawirdorî ya bajaran û avakirina qadên hîn jiyanî pêk bîne.

KEŞIFKIRINA ELEMENTEKE NÛ

Keşifkirina elementên giran ên super ji salên navîn ên sedsala 20’î û pê ve bû parçeyekî girîng ji lêkolînên nukleer fîzîkê. Elementên dawî yên li tabloya periyodîk li qada laboratûwarê hatine sentezkirin û her yek ji wan li gel ku temenê xwe kurt jî be li qada fîzîka atomê agahiyên girîng bi xwe re aniye.

Keşfikirina elementeke nû ya super giran, wê bi bikaranîna amûra bilezkirina parçikan û cîhazên pîvandinê yên hesas pêk were. Taybetmendiyên avanî yên van elementan li qadên weke enerjiya nukleerê û avakirina malzemeyên nû dikare gavên girîng bide avêtin.

Di sala 2025’an de bi keşifkirina vê elementê re tê xwestin, tabloya periyodîk û feraseta fîzîkê ya binê atomê bê kûrkirin.

SIRA MADEYA TARÎ Û ENERJIYA TARÎ

Pênaseyên madeya tarî û enerjiya tarî di salên navîn ên sedsala 20’î de hatin ragihandin. Lê belê karên cidî yên destpêkê yên ji bo fêhmkirina van hêmanên nepen, di salên 2000’î de destpê kirin. Teleskopa Fezayê ya Nancy Grace Roman û tecrûbeya weke XENON, dixwaze li vê qadê gavên girîng biavêjin.

Diyarkirina nexşeya belavbûna madeya tarî û pîvandina bandora enerjiya tarî li ser berfirehbûna gerdûnê ji armancên bingehîn ên van projeyan e. Teleskopên pêşketî û dedektorên binê erdê di van lêkolînan de bi roleke girîng radibin.

Sala 2025’an têkildarî madeya tarî û enerjiya tarî de dibe ku agahiyên şênber pêşkêş bike. Ev agahî jî ji bo fêhmkirina avaniya bingehîn a gerdûnê û paşeroja wê di asta krîtîk de girîng e.

DI TIPÊ DE GAVÊN NÛ: CRISPR Û ŞOREŞA GENETÎK

CRISPR (Clustered Regularly Interspaced Short Palindromic Repeats) ku tekonolojiya birêkûpêkkirina gen e, di sala 2012’an de bi pêşengiya Jennifer Doudna û Emmanuelle Charpentier ji cîhana zanistiyê re hate nasandin. Ev rêbaz bi sûdwergirtina ji sîstema xweparastinê ya xwezayî ya bakteriyan hate afirandin û kir ku deverên spesîfîk ên li DNA’yê bi rengekî hesas bêne birêkûpêkkirin. Di sala 2020’î de Doudna û Charpentier, ji ber karên xwe yên li ser CRISPR’ê hêjayî Xelata Kîmyayê ya Nobelê hatin dîtin. Ji ber ku ev teknolojî di dermankirina nexweşiyên genetîk de dikare şoreşeke gengaz pêk bîne, gelekî bal kişand.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cemîl Bayik: 2025 wê ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiyê bibe sala serketinê
Nûçeya Pişt re ‘Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêka mûçeyê kêmtirî jî çareser nabe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kolombiyayê di operasyonên leşkerî de 15 zarok mirin

Li Kolombiyayê ji meha Tebaxê û vir ve di bombebaranên li ser komên çekdar de…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîsyon wê bi rojeva ‘serdana Rêber Apo’ bicive

Komîsyona ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatiye avakirin, di…

Ji aliyê Stêrk TV

Emîne Şenyaşar: Tiştekî bi navê dadgehê nîne

Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Edaletê nobeda xwe dewam dike, bal kişand ser pêkanînên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Serbest hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?