Li Bîrdariya Raperînê ya li navçeya Ranyeyê ya ser bi îdareya Raperînê, têkildarî vegera 36 ciwanên ku li Lîbyayê hatibûn girtin, serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî û malbatên koçberan daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Bekir Elî ragihand ewil axivî û got; “Kurdistan di vê demê de ji her demê bêtir pêwîstî bi dilsoziya me heye. Ji ber vê yekê divê em hemû soz bidin ku emê welat neterikînin û li gel êş û xemên wî ji bo herdemî bimînin. Bila bandora komeke berpirsên neberpirs ku nîştiman û axê bi kar tînin, nebe sedema sarbûn û dûrketina me ji hezkirina welat; ji ber ku welat herdemî ye.”
Bekir Elî got; “Vegera van 36 koçberan ku di demên cuda de li welatê Lîbyayê hatibûn girtin û piştre radestî Balyozxaneya Iraqê ya li Lîbyayê hatibûn kirin, pêk hat. Ji van kesan 32 niştecihên devera Raperînê ne û 4 kesên din jî xelkê Dukan û Çemçemalê ne.
Piştî spasiya ji bo aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêmê ku tedbîrên yasayî û lêçûna vegerandina zarokên me girtine ser xwe û vegereke bi rûmet ji wan re mîsoger kirine, em daxwaz dikin ku 21 penaberên din ên li du cihên cuda ku 8 kes ji wan di 15’ê Çile ya îsal de û 11 kesên din jî ji meha Tebaxê (Tebaxa 2024’an) ve heta niha çarenûsa wan nediyare, bêne dîtin. Ji ber vê yekê, em daxwaz ji Hikûmeta Herêmê û hemû aliyên peywendîdar ên din dikin ku bi lezgînî bikevin tevgerê ji bo çarenûsa zarokên me. Her wiha em daxwaz ji desthilatê dikin ku rê li ber vê koçberiya bi vî rengî bigire.’’
Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî diyar kir ku gendelî û bêdadî du sedemên serekî yên bêzarbûn û bêhêvîbûna ciwanane, ji ber vê yekê ciwan berê xwe didin wan rêyên tirsnak daku bigihîjin Ewropayê, ku ev yek jî pêwîste bête çareserkirin.
Piştre Mihemed Ehmed ku bavê yek ji wan kesên ji Lîbyayê vegeriyane ye, ragihand: ‘’Ez daxwaz ji malbatan dikim ku zarokên xwe terka vê qederê û destê qaçaxçiyan nekin û rê li ber wan bigirin. Ez hêvî dikim ku êdî Hikûmeta Herêmê bibe xwedî xizmetguzarî derfetên kar ji bo ciwan û bêkaran bi afirîne, da ku em hemû bi hev re bikaribin rê li ber vê koçberiyê û qaçaxçiyan bigirin.’’

