Sabahattin Tekin ê 30 salan girtî bû, ji Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’ê ya Maltepeyê hate berdan. Tekin li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û zêdeyî sed kesî ve hate pêşwazîkirin.
Tekin li pêşiya girtîgehê daxuyanî da û anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş gelekî giran e û divê bi lez werin berdan. Tekin bal kişand ser rewşa Halis Seven û Ali Riza Yurtdaş ê 84 salî yên xweş ku li girtîgeha jê hate berdan têne ragirtin û got, biryarên Saziya Tipa Edlî weke êşkenceyê ye.
Tekin ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk banga xwedîderketinê kir û diyar kir ku wê ji bo demokratîkbûn û avakirinê têkoşînê mezin bikin. Tekin got, “Wezîfeya me, berpirsyariya me mezinkirina vê têkoşînê ye.” Tekin ku 30 sal li zindanê ma, anî ziman ku têkoşîna gel hêz da wan.

