Dokûmantera destpêkê ya derhêner Zîn Koçer a bi navê Mîrza, di çarçoveya Festîvala Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn de hate nîşandan. Dokûmantera ji 62 deqeyî li ser jiyana Mîrza Adir e ku sala 2013’an di şerê li Serêkaniyê de bi derba li stuyê wî ketî felç bû. Dokûmanter têkoşîna jiyanê ya şervanekî nîşan dide ku bi bedena xwe ya piştî şer guherî hewl dide xwe li jiyanê bigire.
Dokûmanter balê dikişîne ser jiyana nû ya Mîrza ku doktoran ji bo wî gotin, “Êdî nikare bimeşe” û nîşan dide ku li gel bedena xwe ya felçbûyî dest ji hilberînê bernade.
Xisûseke din a ku dokûmanter balê dikişîne ser lêgerînên parastinê yên Mîrza yên i dijî teknîka şer a pêşketî ye. Di nava tehtan de bi endezyariyeke bêhempa warê parastinê çêkiriye û bi vî rengî ispat kiriye ku dilxwazî ti astengiyan nas nake.
Derhênera dokûmanterê Zîn Koçer got, “Di çîroka Mîrza de ya ku herî zêde bandor li min kir, ew kêlî bû ku biryar li ser jiyanê da. Piştî wê kêliyê jiyan ji bo wî vediguhere tiştekî bêhempa. Piştî ku di parastina Rojava de bi giranî birîndar bû, di nava bedeneke ku êdî weke berê nedibû, hewl da jiyaneke nû ava bike. Min jî xwest qala çîroka mirovekî welê bikim.
Di dema rojnamevaniyê de min timî bala xwe dida ser cîhana jinê û çîrokên nedîtî. Ya ku di şexsê Mîrza de bandoreke mezin li min kir ew bû ku li gel ewqas tiştên bi serê wî ve hat hebûn, hilberîn û têkiliya xwe ya bi jiyanê re bi biryardarî dewam kir. Ji aliyekî ve ji pêvajoya dermankirina xwe derbas bû, li aliyê din jî ji bo careke din komkujî neyê serê gelê wî şikeft ava kir û hewl da gelê xwe biparêze.
Ev yek çîroka bawerî û hêviyekê ye, vegotina hêza berxwedanê û dewamiya hêviyê ye.”
Mîrza bi van gotinan qalê dike bê çima qebûl kiriye ku jiyana wî bibe mijar ji dokûmanterekê re: “Şerê Rojava şerekî giran bû. Û min jî weke şervanekî Kurd berpirsyariya xwe bi cih anî. Ez ji gelek demên zehmet re derbas bûm, lê belê min ti carî dest jê berneda. Bawerî û hêviyê kir ku bi jiyanê ve bême girêdan. Sedema esasî ya qebûlkirina min a vê dokûmanterê ew bû ku jiyana min karibe bandorê li jiyana mirovên din bike.”
DI MERCÊN ZEHMET DE KIŞANDINA DÎMENAN
Derhêneriya dokûmantera ku li nava şert û mercên zehmet hate kişandin ji aliyê Aza Boran û Nûdem Têkoşer ve hate kirin. Tîma kişandina dîmen bawerî û têkoşîna Mîrza li nava atmosfera wî bi rengê herî xwezayî kişand.







