Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Alî Çagan ê ji Madimakê ‘bi saxî derket’: Ji saxmayina xwe min şerm kir
Rojane

Alî Çagan ê ji Madimakê ‘bi saxî derket’: Ji saxmayina xwe min şerm kir

Alî Çagan ku 2'ê Tîrmehê li qatê destpêkê yê Otela Madimakê di nava agir û dû de şahidî ji gotinên dawî yên Hasret Gultekîn û wan kêliyên ku mirovahî bêdeng bû re kir, li ser rûbirûbûna civakî, lêgerîna edaletê û "bêdengiya mirinê" axivî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li gel ku 30 sal di ser Komkujiya Sêwasê re derbas bûn, şewata li hiş û aqlê mirovan hîn venemirî. Di 2’ê Tîrmehê de Alî Çagan li qatê destpêkê yê Otela Madimakê di nava agir û dû de ma; şahidî ji gotinên dawî yên Hasret Gultekîn û bêdengiya mirovahiyê re kir. Alî Çagan li ser Komkujiya Sêwasê ji ANF’ê re axivî û destpêkê qala atmosfera li bajêr a beriya komkujiyê kir: “Li bajêr weke ku bêdengiya mirinê hebû. Kesî dest nedabû afîş û pankartên têkildarî çalakiyên Pîr Sûltan Abdal. Her wiha êvara 1’ê Tîrmehê dema ku em diçûn qada konserê, tê bîra min ku min ji Hasret Gultekîn re got, ‘Dest nedane afîşekê, pankartekê’. Ya rast li cihekî weke Sêwasê ev bêdengî hinekî ecêb û balkêş bû.”

Alî Çagan anî ziman ku dema koma destpêkê li pêşiya otelê civiya ew bi Celal Yildiz û Hasret Gultekî re li Restoranta Komarê bû, xwarin dixwarin û got, “Wê demê komeke ji 7-8 kesan ku riha wan dirêj bû, bi qîrîna dirûşman ji ber me derbas bû. Xwediyê restorantê em li qatê jor veşart û got, ‘Eger fêhm bikin ku hûn li vê derê ne wê êrişî dikanê bikin’. Koma destpêkê ya ku me dît ewqas bû. Lê belê piştî ku nimêja Înê qediya girse zêde bû. Dema ku otel hate şewitandin hejmar gihîştibû 15 hezar keesî. Her saetê fikarên me jî zêde bûn. Her ku kevir lê diket, weke ku erdhej bûye avahî dihejiya; qelebalixî û panîkeke metirsîdar hebû.”

Li ser rewşa wê kêliyê ya li nava otelê Alî Çagan ev agahî da: “Destpêkê me jin û zarok derxistin qatê çaremîn ê otelê û em jî li qatê destpêkê bûn. Qet nehatibû bîra me bê karin otelê bişewitînin. Ji me hebû ku wê ji benda polîsan derbas bibin û êrişî hundir bikin, lewma me jî bend danî bûn. Her ku kevir li avahiyê diket weke ku erdhej bûye avahî dihejiya; panîk û qelebalixiyeke metirsîdar hebû. Wê demê rayedarên hikumetê ji me re gotin, ‘Wê qet zerar li we nebe’ û bawerî didan. Her wiha Azîz Nesîn bi telefonê bi Erdal Înonu re diaxivî û jê re digot, “Birêz Înonu hûn dibîhizin dengê keviran?’ û hovîtiya li derve bi telefonê dabû guhdarîkirin.”

Têkildarî kêliya şewitandina otelê jî Alî Çagan got, “Weke doh tê bîra min. Destpêkê sê wesayitên li pêşiya otelê xera kirin ku yên Arîf Saf, Mûhlîs Akarsû û ya min bûn. Piştre jî benzîn ji depoyên van wesayitan kişandin û pê agir berdan otelê. Em hîn jî li qatê destpêkê bûn. Ji ber ku min çiraxe nedikişand, dûyê zêde beriya her kesî bandor li min kir. Herî dawî min ji Hasret re got, ‘Bêhn li min çikiya ye’ û ber bi paceyeke vekirî ev beziyam. Ji ber ku ji avahiya hember berê çekê dabûn kesî xwe nêzî wê paceyê nedikir; haya min jê tine bû.

Dema ku min bêhn stend û vegeriyam hundir parêzvanê Azîz Nesîn got, ‘Xwe ji wir biavêje’. Min jî xwe avêt avahiya li pêşberî wê. Lê belê mirovên li avahiya hember sekinî bûn bi ço li lingê min xistin û bi gotina ‘Hûn ji ku ketibin hundir ji wir derkevin’ sixêf kirin. Ji neçarî min xwe vekişand. Wê kêliyê komîser Mehmet ji bo kesên li avahiyên hember digot, ‘Otel dişewite, mirov dimirin’ feryad kir. Wan jî gotin, ‘Bila, ji ku ketibin bila ji wir derkevin’. Piştî demeke kurt ji cîhaza ragihandinê anons hate bihîstin ku pêlik dane ber qatê çaremîn. Heta ku ku êvarê ji televîzyonê bibihîzim ku canên me hatin qetilkirin, min digot belkî bi wê pêlikê her kes bi rengekî ewle hatine veguhestin.

Piştre komîser Mehmet cama mutbexê şikand û em ji wir ketin avahiya bajêr a Partiya Yekîtiya Mezin (BBP). Piştî nîqaşên tund ên li hundir em qebûl kirin. Celal Yildiz ji min re got, ‘Ez te bibim taxa Alîbaba, wê li wir nas bikin, tu yê ewle be’. Me tam berê xwe da derî, gotin ‘Bêyî hesabdayinê hûn bi ku ve diçin’ û bi destê me girtin. Li hundir yekî got, ‘Doh hûn distiriyan, îro jî bistiriyan’ û sixêf dikir. Mûrtaza Demîr got, ‘Kî distiriya?’, hingî ez nîşan da û got, ‘Ev distiriya’: Em li wê derê nêzî saet û nîvekê man. Ji bo nebin hedef lampe vemirandin. Herî dawî bi otobuseke ku ji Midûriyeta Emniyetê hat, em ji wir derxistin.”

Alî Çagan diyar kir ku li wê derê ti hewldaneke rizgarkirinê tine bû û got, “Dema ku wesayita arkujiyê xwe nêzî otelê dikir mirov li ber lastîkên wê xwe dirêj dikir. Dema ku leşker dihat, qelebalixiyê bi gotina ‘Leşkerê herî mezin leşkerê me ye’ dirûşm diqîriya û leşkeran xwe vekişandin. Em bi koma kujer re hiştin. Piştre em pê hesiyan ku beşek ji polîsan li aktîvîteyeke sporê hatibûn bicihkirin, leşkerên hosta jî bi îstbareke ne rast ber bi derveyî bajêr ve hatibûn vekişandin. Heta ku şewat mezin bû me ti destwerdaneke rasteqîn nedît.”

Çagan destnîşan kir ku tiliya emniyetê teqez di êrişê de hebû û got, “Wê rojê ji binê deriyan belavokên bi sernavê ‘Ji rayay giştî ya Misilman’ re hatin belavkirin. Piştî rojekê ew belavokên tarî li rojnameyan hatin weşandin. Piştre eşkere bû ku ew belavok ji makîneya faksê ya emniyetê hatiye çapkirin.”

Alî Çagan diyar kir ku ew ji vê komkujiyê bi saxî filitî, vê yekê jî berpirsyariyeke giran da wî û got, “Di nava çend salên piştî komkujiyê de min nekarî ji derdora xwe re bibêjim ku bi saxî ji wê şewatê rizgar bûm. Ji saxmayina xwe min şerm kir. Dema ku di televîzyonê de navê hevalên min ên jiyana xwe ji dest dan yek bi yek hate gotin, min ji xwe re digot, ‘Xwezî li wê otelê vegeriya bûma û ez jî li kêleka wan dirêjkirîbûma.

Lewma li şûna ‘bi sazî rizgar bû’ em gotina ‘bi saxî derket’ tercîh dikin. Ji ber ku wê kêliyê eger ji min bihata bipirsîn, li şûna sax bimîne min dikarîbû tercîh bikira ku bi hevalên xwe re li otelê bima. Ev barekî gelekî giran e. Dema ku vê yekê li derveyî welat ji mirovan re dibêjin, ew jî dipirsin ‘Gelo beşa kîjan fîlmî ye?’ Ji bo nîşan bidim ku bûyerên qewimîn ne fîlm bû lê rastî bû û xwedî li bîranîna canên hatin qetilkirin derkevim, ji wê rojê ve têdikoşim.”

Alî Çagan işaret bi girîngiya rûbirûbûna rabirdûyê kir û got, “Eger ev civak bi rastî jî bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibûya, malbatên canên me yên hatin qetilkirin wê neçar nemabûna ku 30 salan qet dest nedin odeyên zarokên xwe yên hatin qetilkirin. Eger dewletê hesabê van komkujiyan bipirsiya, ne tenê Sêwas, Çorûm, Mereş, Meletî, Roboskî, Pirsûs, Enqere… Diviyabû bi hemûyan re yek bi yek rû bi rû bibûya. Heta ku bi rabirdûyê re rû bi rû nebe li vî welatî aştî, demokrasî, mafên mirovan û azadî qet pêk nayê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 2’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Xemla deşt û çiyê: Zozan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

17 sal şûnde hat berdan: Kes nikare ruhê azadiyê asteng bike

Girtiya nexweş Ayfer Ayçîçek ku di sala 2007'an de hatibû girtin, piştî 17 salan hat…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 2 rojnamevanan da

DFG’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 2 rojnamevanên li Amedê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin da…

Ji aliyê Stêrk TV

Hikûmeta Şamê hilweşiya

Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê kontrola xwe ya li paytext Şamê winda kiriye û Serokê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 6’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?