Platforma Saziyên Demokratîk deklarasyona “Mîtîngên Azadiyê” ya ku bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya azad re ber bi civaka demokratîk ve” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbe Apo bên lidarxistin, li Sumerparkê eşkere kir.
Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskin Bayindir, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, hevşaredarên Amedê û navçeyan, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Di bernameyê de, wêneyekî mezin ê Rêber Apo hat vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.
WÊ LI ÇAR BAJARAN MÎTÎNGÊN AZADÎYÊ BÊN LIDARXISTIN
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Arjîn Batur got, “Em nêzîkî aştiyê ne; ji bo avakirina civaka demokratîk, di 27’ê Hezîranê de li Wan û Mersînê û di 28’ê Hezîranê de li Stenbol û Amedê bi gelê xwe re mîtîng wê werin lidarxistin.”
‘DIVÊ ÊDÎ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO PÊK WERE’
Aktîvîsta TJAyê Çîmen Fîdan da zanîn ku dema mirov dîroka mirovahiyê dinirxine Kurdistan di dilê Rojhilata Navîn de cihekî gelek girîng de ye û wiha got: “Lê mixabin li Rojhilata Navîn her tim şer, kuştin û komkujî heye. Bi vê esasê banga Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk dest pê kir û daxwaz ew e ku ev şer û pevçûn bên rawestandin. Ev 50 sal in ziman nasname û hebûna gelê Kurd tê înkarkirin. Jinan jî heman demê ji bo nasnameya xwe û gelê xwe di tekoşînê de cihê xwe girtin. Felsefeya Rêber Apo bi vê esasê rêya me ronî kir. Ev 27 sal in tecrîdek li ser Rêber Apo heye û em daxwaza azadiya rêbertiya xwe dikin. Rêber Apo 27’ê Sibatê merheleyek nû da destpêkirin û jinan jî li ser vê gotinan xwe got û piştgirî dane vê bangê ku ev merhele ser bikeve. Em dibêjin wek jinên Kurd û gelê Kurd sebra me nemaye muzakerevanê vê pêvajoyê Rêber Apo ye û divê teqez azadiya Rêber Apo pêk were. Banga me ji gelê me re ew e ku ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û aştiyê em ê qadên mîtîngan tije bikin û em jinên Kurd pêşengtiya vê yekê bikin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê wan qadan tije bikin ku heya em bi ser kevin.”
BAKIRHAN: BANG DÎROKÎ YE
Hevserok Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan da zanîn ku ew dibînin ku welatên cîran yên ku demokrasiya wan kêm, di nav çi krîz û kaosekê de ne û wiha got: “Dewletên ku demokrasiyê bi kar nayînin, maf, hiqûq û nasnameya gelan, baweriyan, jinan û ciwanên ku di nav sînorên wan de dijîn nas nakin, tu caran nikarin ser piya bisekinin. Ew an bi pevçûn û aloziyên navxweyî re hemû enerjî û aboriya xwe xerc dikin, an jî zemînê ji bo operasyonên hêzên hegemonîk ên navneteweyî û herêmî amade dikin. Di rastiyê de, ya ku divê ew welat jî, welatên ku demokrasiya wan kêm e bikin, bi rengekî pir aşkere û zelal li ber çavan e. Şêwaza Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de pêşkêş kiriye, hem ji bo derketina ji krîza li Rojhilata Navîn, hem jî ji bo derketina ji pevçûn û krîzên ku li cîhanê berdewam dikin, bersiveke pir baş pêk tîne. Belê, ger geşedanên li Rojhilata Navîn bandorê li ser ewlehiya me dikin, ger em naxwazin geşedanên li Rojhilata Navîn herikin û derbasî welatê me bibin ku em naxwazin. Divê em aştiya xwe bi hev re li ser zemînekî demokratîk pêk bînin. Ji ber vê yekê, ev bang xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ev bang pir binirx e. Ev ji bo Tirkiyeyê hem fersendek e ku pirsgirêkên xwe yên demokratîk çareser bike, hem jî ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd a 100 salî, sînor û deriyekî pir girîng e ku hatiye vekirin û hinekî vebûye.”
Tuncer Bakirhan diyar kir ku gavên ku bi rengekî yekalî hatine avêtin hene û wiha domand: “Lê di vê mijarê de Meclîsê ne li gorî rapora ku amade kiriye hîn gavek avêtiye, ne jî desthilatdariya ku di destpêka vê pêvajoyê de digot “piştî vê daxuyaniyê, di nav çend mehan de tu mijareke ku em nîqaş nekin û çareser nekin dê nemîne.”
‘MUXABATÊ ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E’
Bakirhan wiha pê de çû: “Ev 20 meh in li bendê ne. Li benda kê ne? Li benda çi ne? Çima li bendê ne? Bawer bikin ku bersiva vê pirsê di hemû civînên ku em diçinê de ji aliyê kedkar, jin, gel û baweriyên li Tirkiyeyê ve ji me jî tê pirsîn. Madem fersendeke wiha dîrokî li pêşiya me heye, ji bo vê yekê divê di zûtirîn demê de ji bo aştiyeke mayînde û bi ûmet, kî çi dikeve ser milê wî, di zûtirîn demê de hewcedariyên wê bîne cih. Em çima civiyan? Ji bo ku ev gavên divê bên avêtin, di zûtirîn demê de bên avêtin. Em çima civiyan? Em dibêjin; muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Vê yekê tenê em nabêjin, hin lîder û aktorên partiyên desthilatdar û mûxalefetê jî vê dibêjin. Madem ew yekane aktorê çareseriya pirsgirêka Kurd e, wê demê kerem bikin. Berî her tiştî şert û mercên jiyanê, şert û mercên ragihandinê û şert û mercên xebatê amade bikin da ku civak jî pir baş bizanibe çima ev gav nayên avêtin. Civaka ku me bersiva vê pirsê pê re nedida, her çend bersiva wê pir hêsan be jî.”
‘BIRÊZ OCALAN ÇI KET SER MILÊ WÎ PÊK ANÎ’
Bakirhan diyar kir ku ev mîtîngên ku di 27’ê Hezîranê û 28’ê Hezîranê de li pêşiya xwe pêk bînin, ne tenê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne û wiha pê de çû: “Ew mîtîngên dîrokî ne ku em ê ligel wî ji bo demokrasiyê û ji bo aştiyeke birûmet bên cem hev. Di 27’ê Hezîranê de li Wanê û Mêrsînê, em jinan, ciwanan, ereban, Eeewiyan û hemû gel û baweriyên ku di wê herêmê de dijîn vedixwînin qada mîtîngê. Birêz Ocalan çi diket ser milê wî kir. Partiya Birêz Ocalan çi diket ser milê xwe kir. Niha jî em wek gel, bawerî, jin û ciwan, bi deh hezaran û bi sed hezaran li wan qadên mîtîngê werin cem hev û hewl bidin biqêrin ku em vê pêvajoya aştiyê çiqasî dixwazin û em çiqasî ji vê pêvajoya aştiyê bawer dikin. Dîsa di 28’ê Hezîranê de li Amedê û Stenbolê em ê di heman demê de Mîtîngên Civaka Demokratîk û Azadiyê pêk bînin.”
‘ŞER Û MERCÊN XEBAT Û JIYANÊ YÊ RÊBER APO MISOGER BIKIN’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar di destpêkê de rojnameger Hafiz Akdemir ê ku 34 sal berê hatibû kuştin bi bîr anî û wiha axivî: “Ew ji bo rêya heqîqatê têkoşiya. Em jî li vir bi hurmet û bi hezkirin Hafiz Akdemir bi bîr tînin. Bila bê zanîn ku bi milyonan hevalên wî li ser rêya heqîqatê dixebitin. Baweriya me nehat naskirin. Zimanê me nehat naskirin. Şopa me nehat naskirin. Lê belê em dixwazin paşeroja welat çêtir bibe. Paşeroja Rojhilata Navîn çêtir bibe. Her wiha paşeroja hemûyan çêtir bibe. Em ji bo vê dixebitin. Di bin felsefeya Rêbertiyê de em pêş de diçin. Di serî de em dibêjin bila ev dewlet navê pirsgirêkê rast bike. Dibêjin mesele meseleya terorê ye? Mesele ne teror e. Mesele pirsgirêka Kurdan e. Mesele ya demokrasiyê ye. Mesele ya naskirinê ye. Mesele ew e ku em li dijî şer aştiyek çêtir ava bikin. Em dizanin ku hem azadî hem aştî di kar de giran e, di bar de giran e. Lê belê em bi salan e pir xebitîn ku ji bo raporê nebin asteng. Ji bo her tiştê azadiyê, her tiştê aştiyê, her tiştê serokatiya xwe em dibêjin bila azadî hebe, aştî hebe. Em li vir dibêjin ku, dewlet dibîne, aqilê dewletê dibîne, partiyên siyasî dibînin. Di vê welatî de pirsgirêkek pir giran heye ku navê wê pirsgirêka Kurdan e. Ji bo em çawa çareser bikin, divê em bixebitin.
‘STATUYA GELÊ KURD GIRÊDAYÎ STATUYA OCALAN E’
Çigdem Kiliçgûn Ûçar di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tecrîd nayê rakirin û nahêlin kes biçe giravê bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinan pêk bîne û wiha got: “Girtîgeha Îmraliyê nahêle dengê Birêz Ocalan bilind bibe û derkeve derve, lê bila zanibin ku di şoreşa Rojava de, di dilê şoreşa Rojava de paradîgmaya Birêz Ocalan heye, keda Birêz Ocalan heye. Li Bakur di têkoşîna azadiyê de, di têkoşîna aştiyê de rêberiya Birêz Ocalan heye. Li Başûr di yekitiya neteweyî de keda Birêz Ocalan û rêberiya Birêz Ocalan heye. Li Rojhilat li dijî şer di tifaqa hêzên siyasî de keda paradîgmaya gotina bBrêz Ocalan heye. Dibêjin qey me ew di girtîgeha Îmraliyê de heps kiriye, lê li Rojhilata Navîn li her derê, ne tenê di nav gelê Kurd de di nav hemû gelan de paradîgma ketiye hundirê me. Keda Birêz Ocalan hîn zelal e ku fikrê birêz Ocalan di nav hemûyan de belav dibe. Statuya gelê Kurd girêdayî azadiya serokatiya xwe ye. Em jî îro bi hev re dibêjin bila serokatî Birêz Ocalan azad bibe, hem aştî, hem azadî, hem jî paşerojê em ê bi destê xwe û bi keda xwe bi hev re ava bikin.”

