Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di komcivîna partiya xwe de li Meclîse axivî. Tuncer Bakirhan, di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina mavanên civînê kir. Tuncer Bakirhan, Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Berwariya Sêrtê Siddiq Yilmaz (Mamê Sidiq) ku duh jiyana xwe ji dest dabû bibîr anî û ji malbatê û gelê Kurd re sersaxiyê xwest.
Tuncer Bakirhan, bal kişand ser êrîşên li dijî dibistanan û ji malbatên şagirtên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û ji şagirtên birîndar re şîfa xwest û got: “Tenê bi ewlekariyê pirsgirêk nayê çareserkirin. Divê li dijî tundiyê çareseriyên mayinde û polîtîka bên pêşxistin.”
Tuncer Bakirhan, bi lêv kir ku hê jî faîlên qurbaniyên serhildana 6-8’ê Cotmehê nehatine dîtin û darizandin û wiha got: “Divê hevalên me yên ji doza kumpasê ya Kobanê hatine girtin bên berdan û bêhiqûqî bi dawî bibe. Girtina hevalên me di vê pêvajoyê de nayê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de wê bigihîjin azadiy xwe.”
Tuncer Bakirhan, li ser gendelî û bertîla ku di demen dawî de bûye rojeva Tirkiyeyê jî axivî û ev yek anî ziman: “Ji aliyekî vê welatî nikarin debara xwe bikin û ji aliyê din ve jî hin kes bi gendelî û bertîlê serwetê bi dest dixin. Ev gendelî bi borsa û fonê ve sînorkirî nema. Di furbolê de jî gelek kesan bahis lîstiye. Rizîbûnê bandor li ser futbolê jî kiriye. Desthilat jî weke ku ew ne berpirs e tevdigere. Em jî li vir dipirsin; Yên ku di fonan de pere kişandine kî ne? Gelo wê pereyên Fatma Betul Sayan Kaya bên desteserkirin? Çima daraz hê rayedarên AKP’ê ku ev gendelî kirine negirtiye binçavan? Wezaretê çima pêşî li vê gendeliyê negirt? Gelo ji bo piştperdeya vê be lêkolînkirin desthilat wê ji peşniyara me ya komîsyonê re çi bibêje? Em li benda bersiva van pirsan in.”
Tuncer Bakihan, pêdiviya welat li dijî vê gendeliyê û rizîbûnê bi siberojek aramtir û ewletir heye û got: “Deriyê siberojê jî bi vê pêvajoyê tê vekirin. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Divê hêviya aştiyê neyê sekinandin û bendewariya civakê neyê taloqkirin. Qanûna çarçoveyî li Meclîsê hate erêkirin û desteyek jî hat avakirin. Êdî em dixwazin xebatên şênber yên van desteyan bibînin. Gavek ji hezaran gotinan çêtir e. Em li benda gavên şênber in. Divê ew lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike. Êdî dem hatiye ku desthilat dest bi gavên wêrek bike. Du aliyên aştiyê hene. Heke aliyekî çek berdabe divê ji aliyê din jî qanûn bên derxistin. Heke berpirsyariyek bê xwestin divê zemîna wê ya hiqûqê hebe.”
Tuncer Bakirhan, anî ziman ku divê statuya Rêber Apo pêk were û wiha pê de çû: “Heke hûn berpirsyariyeke mezin ji birêz Ocalan bixwazin divê hûn şert û mercên wî jî pêk bînin. Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were û birêz Ocalan bikaribe bi hemû beşên civakê re danûstandinê bike. Divê Meclîs jî dest bi xebatan bike. Divê tavilê li Meclîsê lijne bê avakirin û dema pêwîstî çêbû qanûnan çêbike. Weke DEM Partiyê em ji bo berpirsyariyê amade ne.”
Tuncer Bakirhan, bal kişand ser sansura li ser medyayê û wiha axivî: “Hesabê Kurmancî yê X’ê yê Ajansa Mezopotamyayê hate girtin. Ji aliyê din ve jî malpera T24’ê hate girtin. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîclê û Firatê (DFG) nezî 4 hezar hesab hatine astengkirin. Rojnamevan tên girtin û binçavkirin. Yên ku pereyê fonan birine nayên binçavkirin lê rojnamevan tên binçavkirin û girtin. Her roj li dijî şeredariyekê operasyon dibe. Her roj jin tên qetilkirin. Vekişîna ji Peymana Stenbolê û cezanekirina faîlan rê li ber kuştina jinan vedike. Divê êdî gavên ku jinan biparêzin bên avêtin.”
Tuncer Bakirhan, diyar kir ku bi hincetên cuda berdana girtiyên siyasî tê astengkirin û wiha got: “Jinan duh li ber Girtîgeha Sîncanê li dijî astengkirina berdana jinên girtî daxuyanî dan û dê îro jî li ber Wezareta Edaletê bin. Bi awayekî derhiqûqî cezayê giran didin lê dema girtiyên siyasî cezayê xwe diqedînin jî bi hincetên cuda berdana wan tê astengkirin. Di vê pêvajoyê de astengkirina berdana girtiyên siyasî nayê qebûlkirin. Bi van sepanan baweriya civakê jî qels dikin. Gelo wê civak çawa ji pêvajoyê bawer bike? Bi hezaran kes bi KHK’iyan ji kar hatin avêtin. Mirov perîşan kirin. Divê akademîsyenên ku aştiyê parastin, demildest vegerin ser karê xwe û dawî li vê sepanê were anîn. Dibêjin ji bo qanûna çarçoveyî pêdivî bi biryara MGK’ê heye. Lê ji bo vegera akademîsyenan û şeredariyên li şûna wan qeyûm hatine danîn, gelo pêdivî bi MGK’ê heye? Gavên herî hêsan jî navêjin.”
Tuncer Bakirhan, Şaredariya Gimgimê ku di nav şeredariyên cîhanê de bibû modela şeredariya yekemîn pîroz kir û got: “Li Gimgimê welatî li dijî talankirina xwezayê nobeta xwe didomînin. Welatiyan doz vekir. Dadgeha Çewligê jî biryar da ku bê lêkolînkirin. Ev jî destkeftiya vê berxwedanê ye. Em hêvî dikin dadgeh dê vê talanê rawestîne û welatî dê bi ser bikevin. Heman talan li Akbelenê jî tê kirin. Em ê li dijî talana xwezayê ya Gimgimê û Akbelenê têkoşîna xwe bidomînin.”
Tuncer Bakirhan, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wan Tevgera Komara Demokratîk di kongreya partiya xwe de ragihandibû û ev tevger mafê hemû netew û baweriyên li Tirkiyeyê diparêze û wiha got: “Heke baweriyek azad nebe tu bawerî azad nabe. Heke zimanek azad nabe li wir kes azad nabe. Ji bo wê jî em cihêkariyê nakin û mafê hemû kesan diparêzin. Em amadekariya Tevgera Komara Demokratîk dikin. Tevgera Komara Demokratîk tevgera azadîbûnê ye. Tevgera Komara Demokratîk tevgera hemû kesên dixwaze azad û wekhev bijîn e. Deriyê me jî dilê me jî ji hemû kesan re vekirî ye. Em ê li dijî qedexeyan azadiya ramanê, xwerêxistin kirinê û azadiya derbirînê û li dijî qeyûman jî îradeya gel biparêzin. Em ji gelê xwe bawer dikin û em ê bi ser bikevin.”

