Duşem, 7 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya zimanê Kurd bû hedefa êrişa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzîkjen Vedat Yildirim: Eger pêvajo mezin bibe azadî jî wê mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mahfûz Guleryuz: Dem hatiye ku Birêz Ocalan karibe yekser ji civakê re biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    DEM Partî û saziyên sivîl serdana sersaxiya Memet Akkuş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka ewlekariye ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Niha dem dema aştiyê ye!
Rojane

Bakirhan: Niha dem dema aştiyê ye!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bi boneya 23’yê Nîsanê li Meclîsê axivî û got, “Em dikarin niha bi hev re jiyanek ava bikin. Niha dem dema aştiyê ye!”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bi boneya 23’yê Nîsanê salvegera damezrandina Meclîsê li Lijneya Giştî axivî. Bakirhan, di serî de ji bo kesên ku di êrîşên li ser dibistanên navçeya Sêwereg û Mereşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xwest.

Bakirhan diyar kir ku di sedsala 20’an de komar şoreşek bû û wiha axivî: “Wekî gelên li vî welatî em bi hev re bi ser ketin. Lê ew ruhê serkeftinê piştî damezrandina komarê hat piştguhkirin û gel tune hatin hesibandin. Lê komareke demokratîk bi beşdariya hemû gelan pêkan bû. Ew firsend nehat bikaranîn. Em jî li vir dibêjin; em dixwazin komar hemû gel û neteweyan bicivîne. Di salên 1920’an de dema li cîhanê tevlîhevî hebû, li vê Meclîsê beşdariya gelan û aqilê hevpar hebû. Dengên cuda di bin vî banî de axivîn. Niha jî em di serdemeke wisa de ne. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û dinya careke din tê avakirin. Em careke din piştgiriyê didin xurtbûna jiyana bi hev re, ku tu kes tune neyê hesibandin. Wê rojê hebûn bi çekê dihat parastin, îro em dikarin hebûna xwe bi demokrasî, hiqûq û muzakereyan biparêzin.”

Bakirhan, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku zêdetirî salekê ye berdewam dike, cara yekem e partiyên siyasî bi berpirsyariyeke hevpar tevdigerin û meclîs jî berpirsyariyê hildigire ser milên xwe. Ev geşedanên biwate ne û di sedsala 2’yemîn de ji nû ve avakirin di destê meclîsê de ye. Bi demokratîkbûnê ve temambûna komarê dikare pêdiviya hemû gelan bi cih bîne. Yên komar damezrandin dewletek ava kirin. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em vê dewletê bi awayekî ku hemû kes tê de wekhev û azad bijîn, ava bikin. Di sedsala 2’yemîn de pêdivî bi aqilekî demokratîk heye. Bingeha wê jî Komara Demokratîk e. Komara Demokratîk ne dewletê derdixe derve û ne jî demokrasiyê. Dewlet û demokrasiyê bi hev re diparêze. Tirkiye ji ber erdnîgariya xwe hem li hemberî derfetan û hem jî xetereyan e. Ji bo wê jî parastina wê bi Komara Demokratîk pêkan e. Rojhilata Navîn bûye qada agir. Di rewşeke wisa de aştiya hundirîn ne tercîhek, mecbûriyetek e. Niha em dikarin jiyana bi hev re ya Kurd û Tirkan li ser wekhevî û demokrasiyê pêk bînin.”

Bakirhan, anî ziman ku divê ji bo avakirina aştiyê hemû kes berpirsyariyê bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çekberdana PKK’ê geşedana herî girîng bû. Berdana çekan nîşaneya vîna ji bo demokrasiyê bû. Helbet gavên ku divê rêxistin biavêje hene. Lê tu aştî bêyî vîneke hevpar pêk nayê. Tu aştiyeke mezin di rojekê de pêk nehat. Di vê serdemê de pêdiviya me ne bi gumanan, bi baweriyê; ne bi xitimînê, bi vekirina rê heye. Me ev welat bi hev re rizgar kir û bi hev re parast. Lê di 4’ê Adarê de bi Qanûna Teqrîrî Sukûn yekitî û xwişk-biratiya me hat birîndarkirin. Niha divê em dîsa yekitiya xwe pêk bînin. Divê em ruhê yekitiyê yê Milazgirê û parastina welat a Çanakkaleyê nûjen bikin. Tevlîbûna Kurdan a li hiqûqê wekî welatiyên wekhev, dê bibe qonaxa duyemîn a demokratîkbûna komarê. Divê komar mafên hemû netewe û baweriyan biparêze. Niha dem dema bi hev re avakirina aştî û demokrasiyê ye. Divê hemû kes berpirsyariyê bigirin. Yên berpirsyariyê negirin sibe nikarin li rûyê zarokên xwe binêrin. Dîrok ne yên şer dertêxin, lê yên aştiyê ava dikin dinivîse.”

Bakirhan, bang li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û axaftina xwe wiha qedand: “Em bang li Serokkomar dikin; Birêz Serokkomar em qîmetê didin rola we ya ku we di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de lîstiye. Birêz Bahçelî bi wêrekiyeke mezin pêşiya pêvajoyê vekir. Birêz Ocalan bi banga Aştî û Civaka Demokratîk deriyê çareseriyê heta dawiyê vekir. Birêz Ozel, Babacan, Davutoglu û Erbakan jî piştgiriya pêvajoyê kirin. Birêz Serokkomar, aştî niha li benda lêdana mohrê ye. Wekî desthilat, berpirsyarî ya we ye. Mohr di destê we de ye. Gel amade ye. Niha dema avakirina aştiyê ye. Bila ev meclîs bibe meclîsa aştiyê û bila 23’yê Nîsanê bibe cejna ji nû ve avakirinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Elbakê êşkenceya polîsan hat şermezar kirin
Nûçeya Pişt re Girtî Dilbaz Abî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax diyar kirin ku ruhê berxwedana 14’ ê…

Ji aliyê Stêrk TV

CHP: Îradeya gelê Wanê hatiye desteserkirin

Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a…

Ji aliyê Stêrk TV

Keskîn Bayindir: Em ê îradeya çareseriyê nîşan bidin

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir bal kişand ser mîtînga 13'ê Cotmehê ya li Amedê û destnîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?