Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bayindir: Bêyî Abdullah Ocalan ti pêvajo ne rast in
Rojane

Bayindir: Bêyî Abdullah Ocalan ti pêvajo ne rast in

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir wiha got: “Heke em berê xwe nedin Îmraliyê lê gelo em ê berê xwe bidin ku? Têkoşîna azadiya gelê Kurd bi birêz Ocalan destpê kir û wê bi wî bi ser bikeve.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê 7’emîn Kongreya xwe ya Asayî lidar xist. Kongre li eywanek dawetê ya li bajêr pêk hat. Eywan tije bû û welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn. Li eywanê pankartên bi nivîsên “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin”, “Em ê li dijî tecrîdê berxwedana xwe xurt bikin! Girtîgehan azad bikin! Tecrîdê bişkînin”, “Ji 1925’an heta 1999’an me serî netewand û em ê netewînin” hatin daliqandin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, Hevşaredarên Wanê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan welatî beşdarî kongreyê bûn.  

Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane rêz hat girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Dirûşma “Bîjî Serok Apo” hat berzkirin.

Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay axaftina destpêkê kir û got: “Wanê li Kurdistanê dîrok nivîsand. Wan dilê Kurdistanê ye. Wê dilê Wanê her tim ji bo Kurdistanê lê bide. Em bang li her kurdekî dikin ku xwedî li mala xwe û li partiya xwe derkeve.”

Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir derket ser kursî û bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Her cara ku ez têm Wanê ez bi kelecan û şanaz dibim. Partiya me DBP xwedî li axa xwe, li ziman, nasname û çanda xwe derdikeve. Lewma em ê bi DBP’ê biçin serkeftinê. Her roj li dijî me û nirxên me êriş tên kirin lê ji çar parçeyên Kurdistanê heta Ewropayê û çar aliyê cîhanê têkoşîn û berxwedana kurdan hêjayî pîrozkirinê ye. Nikaribûn serê gelê kurd bitewînin û wê qet nikaribin bitewînin.”

Bayindir anî ziman ku li herêmê şerekî micid diqewime û wiha axivî: “Desthilatdaran û netew-dewletan li çar aliyê me şer dane destpêkirin. Gelê kurd sed sal in li dijî zaliman li ber xwe dide. Lê berxwedana gelê kurd berxwedana mirovî û rûmetê ye. Lewma em li dijî bêrûmetiyê têdikoşin û bedelan didin. Gelê kurd sigortaya mirovahiyê ye. Têkoşîna me têkoşîna mirovahiyê û mafan e. Em ê teqez bigihînin serkeftinê. Heta em bigihîjin serkeftinek bi rûmet wê berxwedana me bidome. Wê gelê me vê têkoşîna bigihîne serkeftinê. Serkeftina gelê kurd nêzîk e. Berxwedana gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê wek stêrkek geş dibiriqe. Wê ev têkoşîn bi azadiya rêberê Abdullah Ocalan bi encam bibe.”

Keskîn bal kişand ser armanca têkoşîna kurdan û got: “Îro hemû dinya behsa kurdan dike. Têkoşîna gelê kurd heta ku Kurditsana azad ava bibe, wê bidome. Ji 1’ê cotmehê ve tiştek danîne pêşiya xwe. Behsa ‘silavdayînê’ û ‘pêvajoyek nû’ dikin. Dixwazin hişmendiya xwe serdest bikin. Sekn û xeta gelê kurd pirr zelal e. Heta ku azadiya hebûna gelê kurd, azadiya ziman, mafên wan, perwrdehiya wan, destûra bingehîn a demokratîk û statûya Kurdistanê pêk were dê têkoşîn bidome. Heke em berê xwe nedin Îmraliyê lê gelo em ê berê xwe bidin ku? Têkoşîna azadiya gelê kurd bi birêz Ocalan dest pê kir û wê bi wî bi ser bikeve. Heta ku birêz Ocalan nebe aktorekî sereke tu pêvajo nejidil in û ne rast in. Heke niyeta wan micid be wa birêz Ocalan li Îmraliyê ye û muxatab jî ew e.”

Bayindir da zanîn ku ji bo destûra bingehîn a demokratîk û statûya Kurdistanê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û got: “Me got û em dibêjin; muxatabê çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Bêyî birêz Ocalan çareserî ne pêkan e.”

Bayindir bal kişand ser hilbijartina giştî ya li başûrê Kurdistanê û ev bang kir: “Em bang li gelê başûrê Kurdistanê dikin ku biçin dengê xwe li dijî dagirkeriya Kurdistanê û qetilkirina welatparêzên kurd dengê xwe bidin.”  

Piştî axaftina Bayindir raporên xebat û maliyê hatin xwendin. Piştre rêveberiya nû ya DBP’a Wanê hat diyarkirin. Gonul Ûzûnay û Demal Demîr ji bo Hevserokatiya DBP’a Wanê hatin bijartin.

Kongre bi lêdana çepikan, berzkirina dirûşme û tîliliyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xizmên windayan ji bo Tosun û Însel hatin ba hev
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Divê derîyên Îmraliyê bên vekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Artêşa Tirk têkildarî mirina leşkerên xwe senaryoyan amade dike

Mirina leşkeran a ku ji raya giştî tê veşartin, parçeyek ji şerê taybet e. Artêşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Azadiya Welat piştî 10 salan hejmara xwe ya destpêkê weşand

Rojnameya Azadiya Welat ku bi Birynameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin, piştî ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Qedexekirina çêrgehan: Xeleka nû ya koça ji neçarî

Têkçûna bejahiyê, koça ji neçarî û paşketina sewalkariyê ya li Kurdistanê ji aliyê şîrovekar û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?