Aqûbeta 5 Kurdên bi navê Hesen Mistefayî, Şerzad Çawşînî, Şahîn Reşîdzade, Xusrew Kerempûrî û Muhyedîn Banerîzî yên ku li bajarê Baneyê yê Eyaleta Kurdistanê ji aliyê hêzên îstîxbaratê yên Îranê ve hatin girtin, nayê zanîn.
Li gorî agahiyên ku Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihandiye, hêzên îstîxbarata Îranê roja 9’ê Cotmeha 2026’an de bi ser mala malbata Muhyedîn Banerîzî yê li Baneyê dijî de girtin û wî binçavkirin.
Xusrew Kerempûrî yê li Baneyê dijî, di 7’ê Cotmehê de di encama serdegirtina mala malbata xwe de hat binçavkirin.
Hesen Mistefayî ku li bajêr wekî xêrxwaz tê naskirin di 6’ê Cotmehê de dema ku zarokê xwe dibir nexweşxaneyê ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hat girtin. Hat ragihandin ku hêzên îstîxbaratê piştî girtina Mistefayî, zarokê wî li kuçeyê bi tenê hiştin.
Şerzad Çawşînî û Şahîn Reşîdzade ku bi eslê xwe ji Serdeştê ne û li Baneyê dijîn, di 3’yê Cotmehê û 26’ê Îlona 2026’an de ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatin girtin.
Li gorî KHRN’yê, her pênc kes jî bêyî biryara dadgehê hatine girtin. Ji roja girtina wan heta niha, der barê cihê lê tên girtin, rewşa wan a tenduristiyê û pêvajoya qanûnî de ti agahî nehatine parvekirin.

