Mehmet Saît Yıldırım ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Jimar 1 a Kiriklar a Îzmîrê tê girtin, tevî ku di 27’ê Sibata 2025’an de heyama xwe ya 30 salan a înfazê tije kiribû jî, tehliyeya wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê tê taloqkirin.
Tevî ku cezayê wî yê dîsîplînê tune ye û di qeydên girtîgehê de hatiye diyarkirin ku li gorî rêgezan tevgeriyaye jî, bi îdiaya “dê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re bidomîne” tehliyeya wî nehatibû kirin.
PARÊZER FATMA DEMİRER: NÊZÎKATIYEK TAYBET HEYE
2’yemîn Dadgeha Înfazê ya Îzmîrê, di 3’yê Îlona 2026’an de derbarê Mehmet Sait Yildirim de biryar dabû. Li ser vê yekê, parêzerê wî Fatma Demîrer di 7’ê Îlona 2026’an de bi daxwaznameyekê li dijî biryarê derketibû û serî li dadgehê dabû. Dadgehê diyar kir ku di biryara Dadgeha Înfazê de ‘li gorî usûl û qanûnan ti aliyekî xelet tune ye’ û îtiraz red kir.

