Li bajarê Hesekê 3 welatî di êrişa çekdaran de birîndar bûn. Li gorî agahiyan her sê welatî dema ku bi erebeyê di çerxerêya Sînaayê re derbas dibûn hatin gulebarankirin û birîndarkirin. Birîndar rakirin nexweşxaneya Reca.
Li bajarê Hesekê milkên giştî û taybet hatin xirabkirin û destdirêjî li sembolên kurdî hat kirin, her wiha xwepêşandan ji taxa Xiwêran dest pê kir.

