Li Colemêrgê di 13’yê Tebaxa 2025’an de, ji bo çawişê pispor Îbrahîm Sari ku zarokê 10 salî E.T. darp kiribû û bibû sedema şikandina milê wî, biryara beraatê hat dan. Dadgeha Ceza ya Asliyê ya 3’yemîn a Colemêrgê, di biryara xwe de diyar kir ku derbarê bûyerê de delîlên pê bawer û teqez tune ne. Malbata E.T dê biryarê bibe dadgeha bilind.
Di rapora edlî de, hat destnîşankirin ku di milê zarok de şikestineke giran a hestî çêbûye. Dozgeriyê xwest ku Sari bê cezakirin. Lê dadgehê bi hinceta ku sûc bi delîlên teqez nehatiye îspatkirin, biryara beraatê da.
Dadgehê diyar kir ku kamerayên ku cihê bûyerê dibînin ji ber lênêrîn û tamîrkirinê nexebitîne.
Şahidan, dan zanîn ku Sari zarok ji erdê hildaye û avêtiye aliyekî. Sari jî di îfadeya xwe de qebûl kir ku zarok bi bisiklêta wî re avêtiye aliyekî din. Dadgehê gihîşt wê encamê ku delîlekî teqez tune ye ka milê zarok di kîjan qonaxê de şikestiye.
Bavê zarok Savaş Taş li dijî biryarê bertek nîşan da û got ku ew ê doza xwe bibin dadgeha bilind. Taş, diyar kir ku zarokê wî di nava şeş mehan de du caran hatiye emeliyatkirin û got: “Her tişt li holê ye, lê biryar li dijî me hat dan. Şahidên bûyerê hene û tevî vegotinên wan jî ji bo bersûc biryara beraatê hat dan. Ez dest ji vê meseleyê bernadim.”
Taş got: “Heke kesê ku ev yek kiriba welatiyekî asayî ba, bê guman ew ê ceza girtiba. Lê me dît ku di vê dosyayê de encam çi bû. Nebûna qeydên kamerayê yên li ber miduriyetê jî bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

