Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    4 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: Kes nikare êrîşî nirxên me yên pîroz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê bertek nîşanî wekîlê CDU’yê da: Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jî derbasdar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin
Jin

Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

Di çîroka hevpar a jinên ku li Amedê hatine qetilkirin de tundî, gef û neprastin derdikevin pêş û daxwaza malbatan jî bû edalet.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Li Kurdistan û Tirkiyeyê diheşt mehên ewil ên sala 2026’an de 197 jin ji aliyê mêran ve atine qetilkirin. Di heman serdemê de mirinên jinan ên biguman û bûyerên xwekuştinê çêbûne.

Li Amedê ji destpêka meha Hezîranê heya jinekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye, cenazeyê jineke ku bi salan beriya niha winda bûbû, hate dîtin. Ji bilî van çar jin jî ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Di piştperdeya mirinên biguman û cînayetên jinan ên li Amedê pêk hatine de heman çîrok hene, daxwaza hevpar a malbatên jinên ku hatine qetilkirin jî ew e ku ceza pêxîmker bin.

ÇAR JIN HATIN QETILKIRIN

Di hevdîtinên ku me bi malbatên jinên ku di vê pêvajoyê de hatine qetilkirin, kirin de derket holê ku tundiya sîstematîk a li ser jinan tevî ku wan serî li navendên polîsan dane jî ew nehatine parastin.

Di 10’ê Tebaxê de Sûltan Karadag, di 26’ê Tebaxê de Sûltan Kara ji aliyê hevjînê xwe Ersan Akdemîr ê ku dixwest jê veqete ve, di 18’ê Îlonê de Mizgîn Kiliç ji aliyê hevjînê xwe yê jê veqetiyayî ve û di 27’ê Îlonê jî Ayfer Çakmak a ku bi salan tundiya sîstematîk dît, ji aliyê hevjînê xwe Orhan Çakmak ve hatin qetilkirin.

Nav û hejmara jinên ku hatine qetilkirin ji reqemekê pêk nayên. Her çend çîrokên wan cuda jî bin xalên wan ên hevpar tundiya lê rast hatine û bêencammayîna daxwaza wan a parastinê ye.

Mizgîn Kiliç û Sûltan Kara yên ku tevî bi tundiyê re rû bi rû diman jî dixwestin jiyaneke nû ava bikin, tevî giliyên kirin jî nehatin parastin. Gulîstan Karadag jî li gorî agahiyên ku xizmên wê dan, ji aliyê kesên ku ji wan tundî dît û tiryak bi kar dianîn ve hate qetilkirin.

Ayfer Çakmak jî ji aliyê hevjînê wê Orhan Çakmak ve ku bi salan destûr nedida ew derkeve derve bi çekê hate qetilkirin. Faîl Orhan Çakmak piştî bûyerê got ku ‘’Çek ji nişka ve teqîya’’ û îdîa kir ku mirina Ayfer Orhanê xwekuştin e.

‘BI TUNDÎ Û TIRYAKÊ HATE HEDEFGIRTIN’

Malbata Gulîstan Karadag a ku hate qetilkirin, diyar kir ku keça wan demeke dirêj bi tundî û gefan re rû bi rû ma û xwestin fail hesabê bidin.  Malbatê got: ‘’Rastî Tundiyê dihat, dîsa beriya ku bimire hatibû derbkirin. Ev tiryak ji aliyê kî ve û çawa tê anîn? Wê bi xwe tim daxwaza jiyaneke nû dikir. Lê belê tu caran destûr nedan. Tim li rastî tundiyê û gefan hat.  Divê teqez kesên ku ev yek kirine û danekirin jî hesabê bidin. Tekane daxwaza me ew e ku edalet were dabînkirin. Em tiştekî din naxwazin.’’

‘TEVÎ BIRYARA DÛRXISTINÊ JÎ NEHATE PARASTIN’

Malbata Sûltan Kara ya ku li ber çavê keça xwe ya sê salî hate qetilkirin jî têkildarî tiştên rû dane diyar kirin ku wan beriya niha derheqê fail de gelek caran gilî kiriye. Malbatê anî ziman ku Sûltan demeke dirêj bi tundî û gefan re rû bi rî ma û ev yek anîn ziman:

‘’Dewlet tiştekî nake. Xwişka me jiyana xwe ji dest da. Ev çar sal bûn zewicî bû. Xwişka min her roj digot ku ‘Wê min bikuje.’  Cara ewil ji bo mirinê lê xist. Gef lê dixwarin û li rastî tundiyê dihat. Dema ku ducanî jî bû qirika wê şikand û hewl da ku wê di vê pêvajoyê de bikuje. Malbata wî ji bo ku giliyan neke gef lê dixwar.

Li gel daxwaznameya veqetînê daxwaza dûrxistinê jî kiribû. Fail piştî biryara veqetînê, gefên kuştinê hem li xwişka min a mezin hem jî li wê dixwar. Xwişka min mir, ew zilam jî bi rehetî li derve digere. Jin tên qetilkirin û tu kes li ser vê yekê nasekine. Ez daxwaza edaletê dikim, êdî bes e.’’

Malbatê diyar kir ku Sûltan bes ne ji aliyê hevjînê xwe yê dixwest jê veqete ve di heman demê de ji dayika hevjînê xwe ve jî li rastî tundiyê dihat û got: ‘’Hem ji hevjînê xwe hem jî ji adayika hevjînê xwe tundî dît.  Dema ku çû giliyê jî jêre gotine ‘Ev tu kesî nakujin’’ û ew şandine. Tekane daxwaza me ew e ku cezayê herî giran lê were birîn.’’

‘KELEBÇEYA ELEKTRONÎK PIŞTÎ VEQETÎNÊ HATE DERXISTIN’

Mızgîn Kiliç a ji aliyê Omer Kirici yê ku salekê beriya niha jê veqetiya ve hate qetilkirin jî demeke dirêj bi tundî û gefan re rû bi ma.  Li gorî malbatê, Mizgîn a ku ji ber tundiya lê rast dihat gelek caran ji malê dûr diket li gel ketina dewrê ya mezinên malbatan neçar maku dubare vegere mala xwe.

Mizgîn Kiliç a ku hate diyarkirin piştî veqetînê jî ji aliyê Omer Kirici ve hatiye şopandin û Omer Kirici gef lê xwarine, bi çekê hate qetilkirin. Omer Kirici piştî bûyerê dawî li jiyana xwe anî.

Malbata Mizgîn Kiliç anî ziman ku di serdema ku li rastî tundiyê dihat de serî li navenda polîsan daye û derheqê Omer Kirici de biryara kelebçeya elektronîk hatiye girtin.  Malbatê got: ‘’Mizgîn çû navenda polîsan. Dihat şopandin lê belê ev yek ji me re negotiye. Bi tundiyê re rû bi rû dima. Wê serdemê kelebçeya eloktronîk girê dan. Lê belê piştî ku dev ji hev berdan, derxistin.’’

Malbata ku dixwest qetilkirina jinan bi dawî bibe, ev yek anîn ziman: ‘’Her roj jin tên qetilkirin. Em êdî dixwazin ku ev komkujî bi dawî bibin. Dewlet jî wan digire lê belê piştre wan serbest berdide. Ger wan bitirsîne wiha nabe. Divê êdî bes jinek jî neyê qetilkirin.’’

‘DESTÛR NEDIDA DERKEVE DERVE’

Ayfer Çakmak a ku ji aliy Orhan Çakmak ve hate qetilkirin, ev 14 sal bûn zewicî bû. Li gorî cînaran, Ayfer ji roja ewil a zewacê ve bi tundiya fîzîkî û derûnî re rû bi rû maye.

Cînarên anîn ziman ku wan cenazeyê Ayfer Çakmakê dîtiye, gotin ku li ser laşê wê gelek birîn hebûn û milê wê ji cih derketibû. Cînaran ev yek anîn ziman: ‘’Ev 14 sal bûn zewicî bû. Dema ku cenazeyê wê hate şûştin jî li ser laşê wê birîn hebûn û milê wê şikestî bû. Tim gef lê dixwar û bi kuştinê gef lê dixwar. Destûr nedida derkeve derve jî. Jin ji tirsa wî dernediket derve jî. Ji roja ewil a zewicî heya niha tundî dît. Gelekî êşkence dît.

Cînaran diyar kirin ku dema Ayferê hewl dida bireve bi çekê hatiye qetilkirin û gotin: ‘’Wê rojê jî dema ku dixwaze bireve, bi çekê guleyan berdide û wisa tê qetilkirin. Em daxwaza edaletê dikin. Bes ne ew bila ceza li hemû malbata wî were birîn.’’

‘NABE KU TUNDÎ BI HELWESTÊN ŞEXSÎ WERE EŞKEREKIRIN’

 

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad aSûzan Îşbîlen a li bajêr dijî, têkildarî qetilkirina jinan axivî, diyar kir ku komkujiyên li ser jinan zêde bûne, di nava civakê de weke tiştekî jirêzê tê dîtin, anî ziman ku nabe sedema tundiyê  bes li gel helwestên şexsî yên mêran were eşkerekirin û got:

‘’Di nava civakê de tundiya li serjinan gelekî zêde bûye ku tişta herî zêde me endîşe dike, ev e. Êdî veguheriye bûyereke jirêzê. Ev yek nayê qebûlkirin. Li gorî min sedema sereke ya zêdebûna komkujiyên jinan têkildarî desthilatdariyê ye. Çawa ku feraseta serwer a mêran pergala jinan jibo desthilatdariya xwe weke talûkeyê dibîne û avakirina desthilatdariya xwe bi rêya tunekirina pergala wan û cihê wan yê di nava civakê de kiriye, ez dibêjim ku roja îroyîn jî heman rewş berdewam dike.

Bi rastî jî ji sala 2015’an ve ye tekane derdora ku polîtîkayên antîdemokratîk ên desthilatdariyê, polîtîkayên wê yên zext û êşkenceyê eşkere dikin û ji bo vê yekê derdikevin qadan jin in. Ev yek jî bi awayekî xwazyî desthilatdariyê aciz dike.’’

‘BÊCEZAHIŞTIN BÛ SEDEM KU BIGIHÎJE VÊ XALÊ’

Sûzan Îşbîlen di dewama axaftina xwe de balkişand ser Qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê, diyar kir ku komkujiyên jinan bi bêcezahiştinê û sepanên ne pêxîmker re têkildar in û got:

‘’Jixwe di warê qanûnî de xalên ku jinan diparêzin, tune ne. Bes Peymana Stenbolê heye; di vê mijarê de peymaneke wisa ye ku jinan  diparêze.  Hûn li gel betalkirina wê peymanê, dibin sedem ku mêrên jinan qetil dikin bê ceza bimînin. Yasaya duyemîn a dawîn a ku jinan dipaêze ya hejmar 6284 e. Pêkan e ku mirov di bin komkujiyên jinan de polîtîkayên pergala vê dewletê bibîne. Teqez tespîteke pir baş e. Komkujiyên jinan polîtîk in.

Tundiya li ser jinan polîtîk e. Ger polîtîk nebûna dema ku mêr jinan qetil dikin qet nebe dikare cezayên giran li wan bê birîn.  Lê belê em lê dinêrin ku cezayên giran nayên birîn. Me gelek mêrên ku ji girtîgehê derketine û hevjînên xwe qetil kirine, dîtin. Me gelek mêrên ku ji girtîgehê derketine û dayîk û xwişka xwe qetil kirine jî dîtin. Mêrên ku ji ber qetilkirinê du mehan yan jî du salan li girtîgehê hatine girtin, hene. Yanî ev yek cesaretê dide wan.’’

‘DIVÊ FERASETA ZAYENDÎ YA CIVAKÊ BIGUHERE’

Sûzan Îşbîlen piştre anî ziman ku bandora qalibên zayendiya civakî li ser wê yekê heye ku qetilkirina jinan di nava civakê de weke tiştekî, ji rêzê were dîtin û got ku lêpirsîna tevgerên jinênku hatine qetilkirin, kuştinan normalîze dike.

Sûzan Îşbîlen axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: Dema ku jin tên qetilkirin fikra ‘’Gelo ji ber çi?’, ‘Jinê çi kir?’ gelekî berbelav e.  Ev yek ferasetaklasîk a mêran ûjinan e ku ji aliyê feraseta zayendiya civakî ve hatiye afirandin, jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin hedef digire. Dema ku jin tên qetilkirin jî li gel gotinên weke ‘Heq kiribû, ma çima li cihê xwe nesekinî?’  hewl tê dayîn ku cînayetê normalîze bikin.

Di gel ku ev qas jin tên qetilkirin û li Tirkiyeyê rojane pênc jin tên qetilkirin divê hemû jin rabin ser piyan. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê feraseta zayendiya civakî bi temamî biguhere. Divê mêr jî li xwe binêrin, ji bo vê yekê têbikoşin û divê ev zîhniyet biguhere.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Derya Okatan hate girtin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Sanayê herî kêm 35 kes mirin

Balafirên şer ên Îsraîlê roja Çarşemê êrîş birin ser paytexta Yemen Sanayê û herêma El…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Ercument Akdeniz nehat berdan

Rojnamevan Ercument Akdenîz ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de 160 roj in girtî ye, nehat…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Sekîne Îsmayil li Şehbayê hat veşartin

Cenazeyê şehîd Sekîne Îsmayil bi merasîmekê  li Şehbayê hat veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?