Li Kurdistanê çîroak têkoşînê ya her Dayikeke Aştiyê cuda jî be sedemên ku wan digihîne hev hevpar e. Dayikên ku ji ber polîtîkayên tundî û zextê yên dewletê jiyanan wan guherî, zarokên xwe di nava vê têkoşînê de ji dest dan, îro rahiştine mîrateya zarokên xwe û daxwaza aştiyê bilind dikin. Ji bo dayikên din heman êşê nekişînin têdikoşin. Yek ji wan dayikan jî ji Dayikên Aştiyê Nezahat Teke ye u 26 sal in têdikoşe. Nezahat Teke piştî şehadeta keça xwe jiyana xwe da têkoşîna aştiyê.
Nûnera buroya AMedê ya kovara Ozgur Halkê Nesrîn Teke 9’ê Tîrmeha 2000’î di çarçoveya çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bedena xwe da ber agir û 11’ê Tîrmehê li nexweşaneya lê dihate dermankirin şehîd bûn. Nezahat Teke piştî şehadeta keça xwe biryar da ku tevlî têkoşînê bibe û ji ajansa me re qala wan rojan kir.
Nezahat Teke got, “Me şahidî ji her tiştî re kir. Lê belê bi qasî êşa ku mirov li mala xwe bibîne, bi taybetî jî zaroka xwe bibîne êşeke girantir nîne” û bi vî rengî dewam kir:
“Nesrîn diçû dibistanê. Rojekê ji bo şuştina kincê wê yê dibistanê min çenteyê xwe vala kir. Min kovar dît. Li ser yekê wêneyê Leyla Qasim hebû. Kovarên Diriliş û Medya Guneşi hebûn. Min ji Nesrîn re got, ‘Tu diçe dibistanê, çima ev bi te re ne? Tu hîn biçûk e. Divê tu xwendina xwe ya dibistanê temam bike’. Wê jî got, ‘Ez niha destpê nekim, niha tiştekî fêhm nekim, dema mezin bûm wê mejiyê min vala be.”
Wê demê mirov dihatin revandin û 25 rojan di binê çavan de dihiştin. Min jê re got, ‘Tu hîn biçûk e, niha neke. Ji ber te em ê jî zerarê bibînin’. Ji min re got, ‘Tu yê piştre baştir van tiştan fêhm bike’. Îro haya min ji her tiştî heye û ya rast mezinbûn jî tiştekî bi vî rengî bû.”
DAYIKA XWE JI TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ RE AMADE KIRIBÛ
Nezahat Teke roja ku otobusa aştiyê ji Stenbolê dihat Stenbolê û axaftina bi keça xwe Nesrîn re bi vî rengî vegot:
“Otobusa aştiyê wê ji Stenbolê bihata Batikentê. Êvarê ji min re got, ‘Karê xwe biqedîne, em bi hev re biçin otobusa aştiyê bibînin’. Min jî got, ‘Ez ê ji bo çi bêm, bêm çi bikim?’ Wê jî got, ‘Ew jî weke te dayik in’. Dema ku min jê re got, ‘Wan zarokên xwe dan, zilm û zext dîtin’, wê jî bersiv da ‘Dibe ku heman tişt bi serê te ve were’. Em serê sibehê çûn û me dît. Got, ‘Binihêre çi dayikên bedew in, wêrek in’. Ez fikirîm, ‘Gelo ji min dixwaze ku ez jî tiştekî bikim?’ Dixwest ku ji bo mirov nemirin, ez jî derkevim qadan.”
JI ÇAR DAYIKAN BER BI SEDAN DAYIKÎ
Piştî ku Nesrîn 11’ê Tîrmeha 2000’î şehîd bû, ji bo Nezahat Teke êdî demeke nû destpê kir. Nezahat Teke li dû şehadeta keça xwe beşdarî nava têkoşîna aştiyê bû û li gel Sakîne Arat, Azîze Yîgît û Dilşah Ozgen beşdarî damezrandina Meclîsa Dayikên Aştiyê ya li Amedê bû.
Nezahat Teke diyar kir ku îro ew xwedî 24 meclîs û bi dehan endaman e û destnîşan kir ku wê dest ji têkoşîna aştiyê bernedin. Nezahat Teke li ser armanc û biryardariya têkoşîna xwe got, “Em ji bo welatekî demokratîk bi rê ket. Bêguman zor û zehmetî wê hebin. Lê belê çavê me li siberojeke ronî ye. Em tiştekî nebaş naxwazin. Ji bo aştiyê, ji bo zimanê xwe yê dayikê, ji bo ku dayik êdî negirîn em têdikoşin. Îro li binê her darekê, li her bihosta xaka çiyayên Kurdistanê hestiyênz zarokên dayikan hene. Gorên bê xwedî, gorên komî û kuştinên kiryar nediyar hene. Li gel van hemûyan emrê me tenê saetek jî be em ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê dewam bikin.”
TUNDIYA HERÎ MEZIN
Li Kurdistanê Dayika Aştiyê tê wateya hedefa yekser a zexta dewletê. Nezahat Teke ku 26 sal in têkoşîna aştiyê dimeşîne û di vê demê de gelek caran hate binçavkirin, yek ji dema wê ya herî giran dema ragirtina li malê ya 11 mehan bû. Nezahat Teke diyar kir ku di vê demê de kurên wê Mazlûm û Tîrêj li girtîgehê ne û bi van gotinan qala giraniya dûrketina ji zarokên xwe kir:
“11 mehan ez li malê hatim ragirtin û kelepçeya elektronîk xistin lingê in. Wê salê du kurên min li girtîgehê bûn. Ez bi tena serê xwe bûm û bi mehan min nikarîbû zarokên xwe bibînim. Tundiya herî mezin ev bû. Ji ber vê dibêjim: tundî tenê lêdan nîne.”
‘BILA HER ROJA ME BIBE BERXWEDAN’
Nezahat Teke têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê axivî û bang li jinan kir ku têkoşînê tenê bi rojeke nava salê sînordar neke. Nezahat Teke got, “Ji bo jin neyên kuştin, zarokên me neyên kuştin û neyên girtin bila her rojeke me berxwedan be.”

