Li bajarê Qamişloyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinan mêran xwepêşandan bi rêxistin kir û daxuyanî da. Di xwepêşandanê de pankartên li ser hatibû nivîsandin “Jin, Jiyan, Azadî”, “Jin kaniya jiyanê ye”, “Jin azad bibe, civak jî azad dibe”, “Şoraşa keziyan qeydên bêdengiyê rûxand” û “Şoreşa keziyan didome” rakiribûn. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Ebas Mihemed û bi zimanê erebî ji aliyê Mihemed Kozî ve hat xwendin.
Daxuyanî jî wiha ye: “Em bawerin ku mafên mirovan û rûmeta jinan hene. Em hemû cureyên tundiya li ser jinan şermezar dikin. Tundî ne pirsgirêkeke mirovî ye, ew pirsgirêkeke civakî û mirovî ye. Ziyanê dide paşeroja civakê. Mafên jinan di jiyan, ewlehî, azadî û wekheviyê de binpê dike. Ji malbat, saziyên perwerdeyê, civaka sivîl û hemû aliyên têkildar tê xwestin ku rêz bidin mafên jinan û biparêzin. Ew hemû cureyên tundiya li ser jinan qebûlnakin.
Divê jin û mêr bi hurmet nêzî hev û din bibin û wekhevî di navbera wan de hebe. Heke li hemberî tundiyê bê dengî hebe, ev diyarde bi dawî nabe. Ji bo diyardeya tundiyê bê çareserkirin divê her kes berpirsyar nêz bibe û têbikoşe.”

