Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Tezkereyên şer herêmê dixe nava kaosê
Rojane

DEM Partî: Tezkereyên şer herêmê dixe nava kaosê

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît nerazîbûn nîşanî tezkereyên têkildarî Sûriye, Iraq û Lubnanê da ku wê bikeve rojeva Meclîsê û got, "Herêmê di nava tundî û kaoseke mezin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî bûyerên di rojevê de ne li Meclisê axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, di serî de bal kişand ser tezkereya Sûriye, Iraq û Lubnanê ku tê payin hefteya pêş were Meclisê û got: “Di demeke qala aştî, bêçekbûn û bêpevçûniyê tê kirin de tezkereya şer tînin Meclisê. Bi vê tezkereyê dixwazin dema mayina leşkeran a li Sûriye û Iraqê dirêj bikin. Heta tê xwestin ku leşkerên nû bên şandin. Ev nayê qebûlkirin. Vê tezkereyê weke ewlehiya welat pêşkeş dikin lê mudaxileya hundirê karên navxweyî yên welatiyên din e. Lewma hem rewa nîne hem jî hiqûqî nîne. Konsepta ewlehiyê ya dewlet û îktîdarê heye û bi sala ye hewl didin bi vegotina ji civakê re hincetan jê re peyda bikin. Lê divê neyê jibîrkirin ku polîtîkayên ewlehîperestiyê tu pirsgirêkê welat û herêmê çareser nekirine. Berevajî vê, pirsgirêk veguherandine alozî û tundiyeke mezin.”

Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser naveroka tezkereyê û wiha axivî: “Qala pêdiviyên rêveberiya Sûriyeyê tê kirin. Gelo pêwîstiyên rêveberiya Sûriyeyê û gelên wê heman in? Ya girîng pêwîstiyên rêveberiyê ne yan yê gelên Kurd, Ereb, Êzidî, Durzî, Ereb û Elewiyan e? Ji bo me ya esasî, pêdiviyên gel e. Ew jî avakirina Sûriyeyeke yekbûyî û demokratîk e. Lê em dibînin ku Tirkiye ji vê fikrê pir dûr e. Gelên Sûriyeyê dikarin pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin. Em qebûl nakin ku li derve mudaxileyî Sûriyeyê were kirin. Hin kes vê ji bo berjewendiyên xwe hin kes ji ber aboriyê û hin kes jî bi hinceta ewlehiyê dikin.”

Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê qala pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê kir û got: “Gelo pêvajoya entegrasyonê dest pê nekiriye? Ma hêzên navneteweyî piştgiriyê nadin vê pêvajoya entegrasyonê? Ma komîteyên jêr nehatine avakirin? Her wiha tê gotin ku Tirkiye jî parçeyeke vê pêvajoyê ye. Baş e lê em ê van tevan çawa binirxînin? Li holê heqîqeteke pir cuda, pêvajoyeke pir cuda heye. Pêvajoyeke dimeşe û em tevek piştgiriyê didinê heye. Ji sedî 70’ê Tirkiyeyê ji bo serkeftinê duayan dike û piştgiriyê dide. Lê mixabin ji ber polîtîkayên hevnegirtî yên îktîdarê, li şûna ji bo çareseriya demokratîk gav bên avêtin, van polîtîkayên ewlehîperest dimeşîne û ev jî bêbaweriyê ava dike.”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, destnîşan kir ku Tirkiye di qonaxa biryardayînê de ye û got. “An dê polîtîkayeke aştiyane li herêmê bimeşîne yan jî dê bi kodên ewlehîperestiyê de israr bike. Mesele ev e. Tirkiyeyeke ku aştiya xwe ya navxweyî pêk anî, pirsgirêka Kurd a navxweyî bi çareseriyeke demokratîk tacîdar kirî dê ji bo aştiya herêmê jî gelek sûdewer be. Dê ji bo îstîqrar, ewlehî û demokrasiya herêmê jî gelek sûdewer be. Lewma em dibêjin tezkere û perspektîfa ewlehîperestiyê çareserî nîne. Li şûna wê divê paradîgmaya aştiyane, guftûgo û muzakereyan esas bigire. Gelên Rojhilata Navîn gelek êş kişandin. Êdî tehemûla tu kesekî nema ye. Divê di sedsala duyemîn de komar, aştî û demokrasiyê ji xwe re esas bigire. Hewceye jiyaneke wekhev, azad û demokratîk bikeve meriyetê. Em ê di lijneya giştî de li dijî tezkereyê derkevin. Em bang li hemû partiyên demokrasî, aştiyê ji xwe re esas digirin jî dikin ku dengê nayê bi kar bînin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku budçeya sala 2026’an pêşkeşî Wezareta Darayî hatiye kirin û got: “Mixabin ev budçeye jî ji budçeyên salên berê cuda nîne. Ne budçeya gel, xizan, jin, ciwan û zarokan lê budçeya qesrê, sermaye, alîgir, rant û talanê ye. Di salên berê de ib hinceta pandemiyê budçeya faîz û şer di anîn pêşiya me û diparastin. Ji sedî 11.4’ê budçeyê ji bo lêçûnên parastinê tên xerckirin. Dema em dipirsin jî dibêjin ‘em ne di şer de ne.’ Di vê pêvajoyê de derfetên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çêbûne lê wekî ku banga 27’ê Sibatê qet nehatibe kirin tevdigerin. Budçeyeke ku weke qet ev nîqaş nehatibin kirin tînin pêşiya me û dixwazin bi me de erêkirin. Ev nayê qebûlkirin.

Niha di bacê de pergalek anîne. Pergala bacê ya vî welatî bi edalet nîne. Kedkar dibêjin ku ji mûçeyê xwe heta her tiştê dikire bacê dide lê dewlemend bacê nadin. Tevahiya budçeyê li ser pişta xizana ye, kedkaran e.

Paketa Darazê ya 11’an hate parvekirin. Rayedarên hikûmetê dibêjin ‘hêj bi awayekî fermî nehatiye ber destê me.’ Min ji serokê komîsyona edaletê jî pirsî. Heke ya hatiye parvekirin rast be, bi rastî jî rewşekî giran e. Anku ev taktîka AKP’ê ye. Ji ewil bi veşarî parve dikin û li berteka gel dinihêrin, piştre jî zemîna fermîkirina wê ava dikin. Lê em bi aşkerayî bibêjin ku dê qebûl nekin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirsa “dê pêvajo ji vir û şûnde li komîsyonê çawa bidome?” got: “Em li bendê bûn ku rûniştina hefteya berê bibe rûniştina dawî. Bi vî awayî gel Serokê Meclisê û serokwekîlên koman ên koordînator re hatibû axaftin. Hedef ew bû ku Serokê MÎT’ê, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Edaletê bên û agahiyan parve bikin û ev jî bibe rûniştina dawî. Lê me wisa bihîst ku dema wezîran hev negirtiye lewma îxtîmaleke mezin e dê komîsyon vê hefteyê necive. Em li bendê ne ku hefteya pêş qet nebe bên guhdarîkirin. Piştre jî divê rapor bên nivîsandin. Ev rapor dê ji lijneya giştî re bê şandin û bi vê yekê re dê qonaxa ewil temam bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo şervana YPJ’ê Çiya Hozan merasîm hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re Endamê CPT’ê Osman: Dewleta Tirk daristanên Behdînanê talan dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevan Karabay hat girtin

Nûçegîhanê 10Haberê Furkan Karabay ku derbarê lêpirsîna Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer de nûçe çêkiribû hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana Emîne Şenyaşar li ber Serokatiya Meclîsê didome

Emîne Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê veguheztî ber Serokatiya Meclîsê, diyar kir ku ew ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Komalên Ciwan: Em banga mezinkirina karwana azadiyê dikin

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku meşa ber bi Amarayê ve, meşa dîtina heqîqeta Rêbertî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?