Parêzerê lêpirsîna doza Gulistan Doku ya ku di sala 2020’an de li Dersimê hat windakirin Alî Çîmen li Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê serlêdaneke nû kir.
Çîmen derbarê 108 wezîfedarên emniyetê ya ku di lêpirsîna Gulistan Doku de roleke çalak lîstine delîl veşartine û bi Waliyê Dersîmê yê wê demê Tuncay Sonel re tevgeriyane serî li Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê da.
Di gilînameyê de hat xwestin ku bi tevahî 108 wezîfedarên emniyetê, tevî Midûrê Emniyetê yê Dersimê wê demê Yilmaz Delen, Fermandarê Cendermeyan a Bajêr Tuggeneral Sînan Şen û Midûrê Şaxa Asayîşê yê wê demê Ertugrul Aslan, lêpirsîn bên destpêkirin.

