Çarşem, 22 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Saratovê bîranîna Şoreşa 19’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êrîş bir ser meşa karkeran: 2 sendîkavan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tataroglû: Dixwazin kekê min Hasan Basrî Yildiz bi tecrîdê bikujin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogû Ergîl: Qanûna çarçoveyê divê nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di destê wan de dar û nobetê digirin: Em ê siberoja xwe biparêzin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Dogan Cîhan: Berxwedana li Helebê komkujiya plankirî sekinand
Rojava

Dogan Cîhan: Berxwedana li Helebê komkujiya plankirî sekinand

Rojnamevan Dogan Cîhan destnîşan kir ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê bi awayekî plankirî û organîzekirî xistin dewrê û diyar kir ku bi saya berxwedana Hêzên Ewlehiya Hundirîn komkujiya plankirî hate sekinandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Çile 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Tundî û polîtîkayên Hikûmeta Veguhêz a Şamê ya xwe dispêre komên tundraw, vê carê berê xwe da gelê Kurd ê li bajarê Helebê. Komkujiyên weke ku beriya niha li ser Elewî û Durziyan hatin kirin, tevî peymana 1’ê Nîsanê jî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kirin. Di êrîşan de welatiyên sivîl hatin hedefgirtin û wêraniyeke mezin pêk hat.

Dogan Cîhan ê ku li herêmê rojnamegeriyê dike, diyar kir ku ev pêvajoya ku hewl tê dayîn bi gotina ‘’pevçûnan’’ were veşartin, hewleke tasfiyekirina plankirî ya li dijî gelê Kurd e.

Rojnamevan Dogan Cîhan têkildarî êrîşên li ser taxên Kurdan ên şeş rojan berdewam kirin rewşa li herêmê nirxand û ev yek anîn ziman:

‘’Piştî salên 1950’yan bi taybetî jî ji ber sedemên aborî ji bajarê Efrînê ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ve koçberiyê dest pê kir. Piştî salên 1970’yan ev koçberî zêdetir bûn û di salên 1990’an de êdî ev taxên berbehs weke taxên Kurdan hatin pênasekirin. Kurd bi awayekî zêde li vir bi cih bûn û weke însanên din li vir jiyana xwe domandin.

Di Adara 2011’an de dema şerê navxweyî dest pê kir ev taxên berbehs bê parastin man. Gelê taxan xwe birêxistin kir û avakirina meclîsekê îlan kir û ji ciwanan hêza xweparastinê hate avakirin. Ji wê rojê heya roja îroyîn tax di bin êrîş, ambargo û dorpêçê de man; êrîşî tu kesî nekirin, li gel meclîsa xwe hatin birêvebirin û bi hêza xwe ya xweparastinê parastina xwe kirin.

Di 1’ê Nîsana 2025’an de li gel Walîtiya Helebê lihevkirinek çêbû ku tax parastin û rêveberiya xwe bidomînin. Lê belê tevî vê yekê jî piştî Tebaxa 2025’an komên ku qaşo entegre bûne, rêyên diçin taxan girtin. Pêşiyê rêyek, piştre du rê û piştre jî tax hatin dorpêçkirin.

Têketina pêdiviyên sereke yên weke mazot û arvanî hate astengkirin, ambargo bi demê re girantir bû û jiyana gel jî dijwartir bû. Li gel vê dorpêç û ambargoyê hemû hêzên girêdayî HTŞ û SMO’yê di 5’ê Çileya 2025’an de dest bi êrîşeke berfireh kirin.’’

Dogan Cîhan piştre anî ziman ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê weke dîrokî li çar perçeyên Kurdistanê û li ser zemîna navneteweyî timû tim weke sembola berxwedanê hatin zanîn û wiha pêde çû:  

‘’Ev taxên ku gelê ji Efrînê jî li wir dijî, ji bo hemû geê Kurd çavkaniyên motîvasyonê ne. Êrîşkar, ji bo êrîşeke berfireh a li ser taxan bi rojan amadekarî kirin. Êrîşa yekemîn di 6’ê Cotmehê de pêk hat; ev ceribandinek bû lê belê bi ser neket. Hêzên Ewlehiya Hundirîn û gel berwxwedaneke dîrokî nîşan dan.

Piştre di Cotmeha 2025’an de di navbera QSD û rêveberiya Şamê de hevdîtin hatin destpêkirin, lihevkirineke devkî çêbû û ji bo entegrasyona leşkerî komîte hatin avakirin. Êrîşa duyemîn jî di 22’yê Kanûna 20252an de pêk hat. Hêzên Ewlehiya Hundirîn û gel nerazîbûneke mezin nîşanî vê êrîşê dan û li ber xwe dan. Êrîşên sêyemîn di 5’ê Çileya 2026’an de li gel droneyên xwekujiyê hatin kirin. Ev êrîş çend rojan beriya eşkerekirina lihevkirinê hatin kirin. Lihevkirin pêk hatiye, dihat payîn ku bi awayekî fermî were eşkerekirin û tax hatin hedefgirtin. Bi vî awayî hemû kesî fêm kir ku hin hêzên din dewreyê de ne û armanc komkujî ye.’’

Dogan Cîhan di dewama axaftina xwe de qala şer û berxwedana şeş rojî ta li Helebê kir û ev yek anîn ziman:

‘’Pêkhatina êrîşan ya çend rojan beriya ragihandina lihevkirinê ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn û gel ve bi vî rengî hate nirxandin: beriya niha li ser Elewî û Durziyan komkujî hatin kirin û vê carê jî dixwestin ku heman yekêli Kurdên Helebê bikin.

Ger em qala qadê bikin, em dikarin van yekan bînin ziman: Artêşeke rojnamegeran, televîzyonên weşana zindî dikin, fenomenên medyaya dijîtal û hin amûrên propogandayê yên cuda anîn êrîşê. Televîzyonên Erebistana Siûdî, Qeter, Sûriye û Tirkiyeyê bi heman gotinan weşan kirin û li hemberî gelê Kurd heman ziman hate bikaranîn. Vê yekê, mezinahî û armanca êrîşan bi awayekî eşkere nîşan dida. Hêzên Ewlehiya Hundirîn û gel li hemberî van êrîşan biryara berxwedanê dan.  

Dema ku amadekariyên êrîşan bi lez berdewam dikirin, ji navenda Helebê ber bi taxan ve tank anîn, ji bo pêkanîna komkujiyan otobus hatin sewqkirin. Di weşanên zindî de dihat gotin ku ‘’QSD teslîm dibe’’ lê belê tiştekî bi vî rengî nebû.

‘EM Ê TESLÎM NEBIN Û LI BER XWE BIDIN’

Gel, nûnerên siyasî û hêzên xweparastinê yên  li wir komkujiya ku nêz dibû, dîtin û biryara berxwedanê standin. Komên girêdayî Şamê, li gel teqwîyeyên ji Îdlib û Hamayê hatibûn bi 42 hezar çekdar, 124 tank, 4 balafirên bêmirov ên cureya Bayraktar û 76 droneyên xwekujiyê êrîş pêk anîn. Her wiha di êrîşan de 94 yekîneyên topavêj ên menzîldirêj, wesayîtên zirxî  û 550 çekên giran ên cure DShK hatin bikaranîn. Gelek komên girêdayî SMO’ya ku Tirkiye piştgiriyê didiyê jî beşdarî, êrîşê bûn.

Dema ku senaryoya otubusan bi ser neket êrîşan dest pê kir; Tax bi tank, top, obus, êrîşên hewayî û katyûşayan hatin bombebarankirin. Her wiha propoganda jî hatin ku ev êrîş ji aliyê QSD’ê ve tên kirin.  Lê belê eşkere bû ku êrîş plankirî bûn û ji aliyê pisporan ve hatibûn organîzekirin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn  şeş rojan bi çekên sivik li ber xwe dan. Hedefgirtina hebûna gel û sivîlan rê li ber birîndarbûna gelek kesan vekir. Ji ber ambargoyan li nexweşxaneyan derfetên tedawîbûnê nebûn.

Li Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Taxa Şêxmeqsûdê  zêdetirî 300 birîndarên zarok, jin û temenmezin hebûn. Nexweşxane dihat bombebarankirin. Lê belê Hêzên Ewlehiya Hundirîn  parastina nexweşxaneyê kir û birîndar ji nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin şandin. Bi saya berxwedanê komên çeteyan nekarîn nêzîkî nexweşxaneyê bibin. Di encama vê yekê de agirbesteke qismî hate dabînkirin û derfet çêbû ku birîndar bi awayekî ewle werin veguhestin.’’

‘YAŞAR GULER SEREDANA ODEYA OPERASYONA HELEBÊ KIR’

Dogan Cîhan piştperdeya êrîşan nirxand, bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di van êrîşan de û ev yek anîn ziman:

‘’Plana êrîşan ji aliyê Tirkiyeyê ve hate kirin; Erebistana Siûdî û Qeterê piştgirî dan, hêzên din jî bêdeng man û êrîş erê kirin. Min Colanî ji tevgera yekem a li Îdlibê ve şopand. Ez dikarim vê yekê bibêjim ku roja Colanî  anîn Şamê, Sûriye bi awayekî fiêlî perçe bû. Ferzkirina li ser Kurdan jî li ser rojava û rojhilatê Firatê hate kirin. Li gorî lihevkirinên navneteweyî wê nehata qebûlkirin ku Kurd li rojavayê Firatê bin.Komên SMO’yê li Heleb û derdora wê veguherandin beşên leşkerî yên mezin. Ji aliyê leşkerî ve Heleb di destê SMO’yê de bû û SMO jî bi awayekî rasterast ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin. Di pêvajoya êrîşên li ser taxan de me ne Colanî dît ne jî Wezîrê Parastinê Ebu Kasra; ne rûyê xwe nîşan dan ne jî daxuyaniyek dan. Bes Serokê Fermandariya Giştî ya Sûriyeyê Ali el-Naasan ê ku hate Enqereyê û bi Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler re hevdîtinek kir, hate dîtin.  Ewanî odeya operasyonê, çend wêne girtin, parve kirin û piştre ji holê winda bû.

Ez dixwazin vê agahiya ku di destê xwe de jî parve bikim. Di dema êrîşan de Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guker bi awayekî rasterast seredana odeya operasyonê ya li Helebê kir. Tirkiyeyê bi xwe operasyon bi rê ve bir.’’

Dogan Cîhan di dawiya axaftina xwe de têkildarî rewşa taxan a dawîn, encamên berxwedana gel û tabloya derketî holê ev yek anîn ziman:

‘’Ez li gel çavkaniyên xwe û welatiyên ji taxê axivîm. A niha her du tax jî ji aliyê komên girêdayî Şamê ve hatine dorpêçkirin. Destûr nayê dayîn ku tu kesek bikeve taxan; saziyên çapemeniya navneteweyî û rojnameger nayên standin. Hê jî li taxan nediyariyek heye.

Ev îradeya ku ji Helebê bilind bû, ji rejîma Şamê re jî got ‘bisekine.’ Hemû hevdîtinên ji niha û pê ve, piştî tiştên ku li Helebê qewimîn, girîngtir dibin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê SÎHA ya dewleta Tirk cara duyemîn bombe li Meskeneyê barand
Nûçeya Pişt re Nûnertiya MSD’ê ya li DYE’yê ji bo kombûna li ber Qesra Spî bang kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG-NRÇ: Ew bûn afirînerên jiyana azad

HPG-NRÇ'ê 6 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Ew bûn afirînerên…

Ji aliyê Stêrk TV

Delegasyona Navnetewî: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin

Endamên “Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê” ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Jiyan û berxwedana bi rengê Sara

Hevrê Sara li fermana ku dil û aqilê wê daye wê, guhdarî kir. Fermana aqil…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Lavrov û Rubio li Fîlîpînan dicivin: Rojev Ûkrayna û Rojhilata Navîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Saratovê bîranîna Şoreşa 19’ê Tîrmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Xidir Simayîla li Til Temirê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?