Dayika Aştiyê Şefîka Kandar a 66 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê tê ragirtin, tevî pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê jî di girtîgehê de tê girtin. Ji bo Şefîka Kandar a ku ji ber girtina damaran anjiyo bûye û du caran krîza dil derbas kiriye, ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê ve rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” hat dayîn. Herî dawî hat hînbûn ku milê Kandar şikestiye û hatiye emeliyatkirin, lê di dema sewqên nexweşxaneyê de bi du kelemçeyan hatiye girtin.
Şefîka Kandar a ku berê jî hatibû girtin, herî dawî di Hezîrana 2021’an de hat binçavkirin û girtin. Şefîka Kandar ji ber cezayê 7 sal û 6 mehan ê girtîgehê yê ku lê hatibû birîn şandin Girtîgeha Amedê û ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê gelek caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin.
Şefîka Kandar a ku nexweşiyên guatr, tansiyona bilind, girtina damaran û Alzheimerê pê re hene, heta niha ji beşên cuda yên laşê xwe gelek emeliyat derbas kirine.
ÊŞKENCEYA DU KELEMÇEYAN LI MILÊ ŞIKESTÎ HAT KIRIN
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Şefîka Kandar a ku di girtîgehê de milê wê şikestiye, dema birine nexweşxaneyê bi du kelemçeyan hatiye girtin. Şefîka Kandar bi mehan li benda dora MR’ê maye û emeliyata wê dereng ketiye. Her wiha hat hînbûn ku beriya emeliyatê li nexweşxaneyê xwestine wê bi textê nexweşxaneyê ve kelemçe bikin.
Şefîka Kandar li hemberî vê kiryarê ya ku cendirmeyan bi gotinên “Em ji bo ku tu xwe ji balkonê neavêjî dikin” îzah kir, bertek nîşan da. Hat diyarkirin ku Şefîka Kandar piştî emeliyatê birine girtîgehê û li cihekî sar dane sekinandin, piştî ku diranên wê ji sermayê lerizîne cihê wê hatiye guhertin.
SEWQA NEXWEŞXANEYÊ HÎN NEHATIYE KIRIN
Hat gotin ku bijîşkê ku emeliyat pêk aniye piştî 15 rojan kontrol xwestiye, lê tevî ku zêdetirî 20 roj derbas bûne jî Şefîka Kandar sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin.
Hat hînbûn ku Şefîka Kandar a ku nexweşa kolesterolê ye, aniye ziman ku di girtîgehê de şert û mercên xwarinê yên li gorî nexweşiya wê nayên dabînkirin û ew neçar dimîne xwarinên ku didin girtiyên din bixwe.
‘DIVÊ DEMILDEST WERE BERDAN’
Hevjînê Şefîka Kandar, Hamît Kandar diyar kir ku hevjîna wî sê rojan li nexweşxaneyê maye û rewşa wê ya tenduristiyê wê gelekî diwestîne. Kandar wiha got: “Niha baş e lê gelek nexweşiyên wê hene. Divê demildest were berdan. Ne tenê ew, divê hemû girtiyên nexweş werin berdan. Şefîka di girtîgehê de 6-7 emeliyat derbas kirin. Bi tena serê xwe bi zehmetî tevdigere. Ev polîtîka dijberî ruhê pêvajoyê ye.”
Li aliyê din, Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, ragihand ku ew ê rewşa Şefîka Kandar û girtiyên din ên nexweş bişopînin.

