Gerîlayên YJA Starê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê bi berfirehî nirxandin û perspektîfa têkoşîna jinê destnîşan kirin.
Besê Serhed: Beriya her tiştî jinên ku di oxira azadiyê de berdêl dane hemûyan bi hurmet bi bîr tînim û soza me ya têkoşînê dubare dikin. 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê di encama têkoşîneke gelekî mezin de derkete holê. Ji ber vê jî em bi destketiyên xwe serbilind in. Jinan bi têkoşîna xwe derfetên jiyanê afirandin. Em zanin ku berdêla azadiyê ne hêsan bû lê belê di encama hemû zor û zehmetiyan de wê serketin bê bidestxistin. Em vê yekê di şexsê wan jinan de dibînin ku berdêl dan û gihîştin armanca xwe. Pêşketina her jinê ji bo me mijareke ku divê bi baldarî li ser bê rawestîn û em ji vê kêfxweş in. Berpirsyariya li pêşberî pêşketina jinan yek ji mijarên bingehîn ên têkoşînê ye.
Ji herikînan dîrokê û vir ve kuştina jinê yek ji wan mijaran e ku me bi hêrs dike. Têkoşîna jinê çiqasî gerdûnî bibe wê ewqasî jî destketiyên zêde bi dest bixe. Weke jinên Kurd em dixwazin ku têkoşîna gerdûnî ya jinê bi pêş ve bibin. Pêvajoya ku Rêberê me da destpêkirin ji bo berfirehkirina qadên têkoşînê yên jinê û mezinkirina rêxistiniya jinê demeke gelekî girîng e. Em jî niha li çiyê hewl didin vê têkoşînê bi pêş ve bibin. Jin hemû divê ji bo azadiya xwe bixebitin û tevlî nava têkoşînê bibin. Eger ev têkoşîn bê mezinkirin wê qada serweriyê ya mêr teng bibe û mêr wê nikaribin bi hêsanî êrişî jin an jî zarokan bikin. Weke gerîlayên YJA Starê em di wê baweriyê de ne ku di vê mijarê d ewê piştevaniya jinê hîn xurtir bibe.
TÊKOŞÎNA ME JI BO HEMÛ JINAN E
Sarya Riha: Ez jî hemû jinên têkoşiyan bi bîr tînim û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Sîstema baviksalariyê li ser tinekirina jinê ava bûye û bi rengekî rêxistinbûyî dewam kiriye. Jin bingeha civakê ye; dema ku jin dîl bê girtin civak jî dîl tê girtin. Li hemberî rastiya desthilatdariyê ya serweriya mêr têkoşîna jinê her tim pêk hatiye. YJA Star û PAJK ji mînakên vê ne. Rêber Apo di mijara jinê de ev fikir daniye holê: ‘Jin a azad, welat ê azad’. Ev fikir rastiay jinê û bandora wê ya li nava jiyanê radixe pêş çavan. Têkoşîna me jî vê rastiyê dixe meriyetê. Em têkoşînê ne tenê bi çekê, di asta zîhniyetê de jî dimeşînin. Ji ber vê jî êrişeke berfireh li ser tevgear jinê heye û ev rastî bi şênberî tê dîtin. Ji bo tevlîbûna li nava têkoşînê cih û dem girîng nîne, ya girîng ew e ku her jin li qada lê ye têbikoşe.
Ji ber ku nasname nasnameyeke gerdûnî ye; zanebûn jî tê wateya zanebûn û afirandina hişmendiyê ji bo hemû jinan. Divê hişmendiya jinê her roj bê pêşvebirin û bigihêje tevahiya civakê. Dema ku têkoşîn ji bo tevahiya civakê be dibe têkoşîna herî rast û digihêje armanca xwe. Îro cînayetên jinan hîn jî dewam dikin û eger kiryar nayên cezakirin berpirsyarê vê dewlet e. Ev cînayet bi zanebûn tê kirin û tê nixumandin. Li hemberî êrişên sîstema baviksalar divê rêxistiniya jinan û piştevaniya nava jinan hîn bêhtir bê xurtkirin. Tevgerên jinan hatin avakirin lê belê divê jin hemû di nava van tevgeran de cih bigirin. Parastina herî rast bi rêya rêxistinbûnê dikare bê kirin. Divê jin li pêşberî pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin xwe berpirsyar bibîne. Vê pêvajoyê ji bo jinan firsendên mezin derxistiye holê; girîng e ev firsend bi rengekî rast were nirxandin.

