În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeda li Arzoxlî ya li dijî projeya GES’ê 30 roj li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Amedê: ‘Ji bo zarokan divê polîtîkayên civakî yên mayinde bêne afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serokê Desteya Giştî ya NY’ê banga li Myanmarê: ‘Rohingyayiyan vegerînin malên wan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê belavkarên rojnameyan ên salên 90’î bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Mahsuni Karaman: Divê Mazlum Içli beraat bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > FEDA û DAKB: Bêyî rûbirûbûna komkujiyan aşitiya civakî pêk nayê
Rojane

FEDA û DAKB: Bêyî rûbirûbûna komkujiyan aşitiya civakî pêk nayê

FEDA û DAKB’ê bi boneya Komkujiya Madimakê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku bêyî rûbirûbûna komkujiyên li serElewiyan ên ji Kerbelayê heya koçgirî, Çorûm û Madimakê, bêcezatî bi dawî nebe û hemwelatîbûna wekhev neyê dabînkirin aşitiya civakî pêk nayê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bi boneya 2’yê Tîrmehê Komkujiya Madimakê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Komkujiya Kerbelayê di bîra civaka Elewiyan de sembola êrîşên li ser heqîqetê ye û hate destnîşankirin ku komkujiyên ku di tevahiya dîrokê de hatine kirin, nehatine jibîrkirin.

FEDA û DAKB’ê di dewama daxuyaniya xwe de dan zanîn ku piştî qetilkirina Hz. Huseyîn û hevrêyên wî ya li Kerbelayê êrîşên li ser têkoşîna heq û heqîqetê berdewam kirine û hate diyarkirin ku dîrokê êş, berxwedan, yekîtî û nejibîrkirina tiştên qewimîne fêrî Elewiyan kiriye.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser komkujiyên dîrokî yên li ser Elewiyan ên li Tirkiyeyê, hate îfadekirin ku feraseta dewleta yekperest êrîşî bawerî û nasnameya gelên cuda kiriye û hate destnîşankirin ku Komkujiya Koçgiriyê yek ji xala girîng a vê pêvajoyê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku yek ji berxwedêrên pêşeng ên berxwedana Koçgiriyê Elîşêr û hevjîna wî Zarîfe di 9’ê Tîrmeha 1937’an de li şikefta Çiyayê Tûjik ê li Pulurê bi kemînekê hatine qetilkirin. Hate diyarkirin ku têkoşîna azadî û berxwedanê ya Elîşêr Efendî û Zarîfe Xanim mîrateyeke girîng ji civaka Elewiyan re hiştine û hate îfadekirin ku ew di salvegera xwede bi rêzdarî tên bibîranîn. 

‘ÇORÛM Û MADIMAK NEHATIN JIBÎRKIRIN’

FEDA û DAKB’ê piştre destnîşan kirin ku Komkujiya Çorûmê ya di sala 1980’yan de jî nehatiye jibîrkirin û da zanîn ku 57 kesên ku di encama êrîşan de hatin qetilkirin tên bibîranîn. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku wê teqez rûbirûna li gel berpirsiyarên komkujiyê pêk were.

Saziyan di daxuyaniya xwe hevpar de bal kişand ser Komkujiya Madimak a Sêwazê ya 2’yê Tîrmeha 1993’yan jî  û hate bibîrxistin ku li Otêla Madimakê 33 rewşenbîr, hunermend, nivîskar û hozan hatine şewitandin û qetilkirin. Hate îfadekirin ku komkujiyê bes kesên jiyana xwe ji dest dane hedef negirtite di heman dmê de wekhevî, azadî, hêviya pêkvejiyanê, wijdana mirovahiyê û bawerî, nasname û zimanê Elewiyan jî hatine hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komkujiyên li Koçgirî, Dêrsim, Mereş, Çorûmû Madimakê hatine kirin, encamên polîtîkayeke dewletê ya hevpar û feraseta bêcezahiştinê ne û hate gotin ku tevî hemû zextan jî têkoşîna ji bo heqîqetê berdewam dike.

‘EM LI REX PÊVAJOYA AŞITIYA DEMOKRATÎK IN’

FEDA û DAKB’ê di daxuyaniya xwe ya hevpar de diyar kirin ku ew kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û ew ê têkoşîna ji bo heqîqet, edalet û azadiyê bidomînin.

Di dawiya daxuyaniya hevpar de ev yek hatin gotin:

‘’Roja îroyîn  ji bo rûbirûna bi van komkujiyan re em li rex Pêvajoya Aşitiya Demokratîk disekinin. Em dibêjin ku heya rûbirûna bi van komkujiyan re pêk neyê, berpirsiyar neyên eşkerekirin, polîtîkayên bêcezahiştinê neyên bidawîkirin û hemwelatîbûna wekhev li gel yasayan neyê misogerkirin aşitiyeke civakî ya rastîn jî pêk nayê. Dîrok wê teqez ji kesên ku sûcên li dijî mirovahiyê kirine, hesabê bipirse. Dewlet wê bi dehan komkujiyên ku kirine re rûbirû bibe.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyeke piştevaniyê ji Rêber Apo re şand
Nûçeya Pişt re YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokê PADÊ ragihand ku ew ê li dijî biryara girtinê îtîraz bikin

Hevserokê PADÊ Huseyîn Haci diyar kir ku nabe partiyeke siyasî bêyî sedem were girtin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê di bin çavan de hate kuştin

Hat diyarkirin ku ciwanê bi navê Hossein Ghavi, li Îranê di encama îşkenceya di bin…

Ji aliyê Stêrk TV

Sonmez: Em di aştiyê de israr dikin

Serokê PEN’a Navneteweyî Burhan Sonmez peyam ji konfransa li Stenbolê re şand û di peyama…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nobeda li Arzoxlî ya li dijî projeya GES’ê 30 roj li pey xwe hişt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Baroya Amedê: ‘Ji bo zarokan divê polîtîkayên civakî yên mayinde bêne afirandin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Serokê Desteya Giştî ya NY’ê banga li Myanmarê: ‘Rohingyayiyan vegerînin malên wan’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?