Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 10’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya ku her du sal carekê ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) tê lidarxistin, îro bi pêşengehek wêneyan destpê kir.
Pêşengeh li parqa Şehîd Aryen Cûdî bi amadebûna gel bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giştî şehîdên doza azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Nûrê Hilalî daxuyaniya vekirina pêşengehê xwend.
Daxuyanî wiha bû:
“Şehîd Bêrîtan bûye sembol û gihiştiye lûtkeyê. Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) jinek qehreman, şoreşger û têkoşinvan bû, bi cesaret û wêrek bû. Xwedî kesayetekî wisa bû ku bi lehengî û bi biryardariya xwe li hemberî xeta îxanet û teslîmyetê xeta berxwedanê bi ser xistiye. Di têkoşîna azadiyê de, di encama qehremantiya Şehîd Bêrîtan de jinên şoreşger di nava tevgera azadiya Kurdistanê de bûn hêz û artêșbûna jin avakirin. Di heman demê de xeta berxwedanê ya Şehîd Bêrîtan di nava rêxistina jinên cîhanê de wek mînak tê girtin.
Giringe ku mirov bibêje mîrateya Şehîd Bêrîtan îrade, berxwedan, hêz û cesaret di nav jiyanê de daye avakirin. Şehîd Bêrîtan bi biryardariya xwe ya wêrek û bi vîna xwe ya azad hêza jina azad nîşanî hemû cihanê da ku tu hêz û zihniyeta desthilatdariyê wê nikarin me ji xeta berxwedanê vegerîne û teslîm bigre. Em dikarin bêjin ku ji wê rojê heya roja me ya îro bi hezaran jin û keçên ciwan li ser şopa wê meşiyane, navê wê li xwe kirin û di her qadên jiyanê de têkoşînek bilind raber kirin. Di şerê 51 salî yê tevgera azadiya Kurdistanê de bi sed hezaran cangoriyên Kurdistanê ji bo gelê xwe li hemberî çewîsandin, qirkirin, îxanet û desthilatdariya hegomonîk ya ku di Rojhilata Navîn de li ser civakan tê meşandin û tunekirinê ferz dikin, ji bo gelê Kurd û hemû mirovahiyê biparêzin têkoşîn û berxwedanek bêhempa dane meşandin. Gelê Kurd dendika jiyana komînal û civaka exlaqî û polîtîke. Jina Kurd neviyê xwedawendaye, lewra rêber û parazvanê jiyana azad û wekheve. Lê belê her tunebûn û bişaftin li ser hatiye ferzkirin. Lewra ji bo rakirina zextên tunebûnê, bi canê xwe yê giranbiha nîşanî hemû cîhanê dan ku gelê Kurdistanê geleke di Rojhilata Navîn de xwedî dîrok, nasname, hebûn, çand û zimanekî kevnare. Tevî ku di dîrokê de gelekî herî kevnare jî lê her tim rastî tunekirin û qirkirinê hatine.
Her wiha di vê pêvajoya Aștî û Civaka Demokratîk de emê li hemû qadan têkoşîna xwe li ser bingeha siyaseta demokratîk, ekolojik û azadixwaziya jinê pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Emê di jiyan û pergala komînal de îsrar bikin û emê felsefe û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi dest bixin û emê mîsoger bikin.
Li ser vê bingehê 10’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan di serî de li rêhevalê jinan Rêber Apo, li hemû jinên şoreşger û têkoşînvan, li tevahî şehîdên azadiyê, li hemû jinên Wargehê û gelê xwe pîroz dikin û serkeftin dixwazin.”
Piştî daxuyaniyê pêşengeha ku ji 30 tabloyên ku wêneyên 30 Şehîdên navên wan Bêrîtan hatibûn çêkirin hatin nîşanda. Her wiha kelûpelên çanda Kurdî temsîl dikin li pêşengehê hatibûn xemilandin, dayîk dengbêjî gotin û nanê sêlê çêkirin.
Pêşengeha danê siharên hatî vekirin heta êvarî ji gel re vekirî bû. Herî dawî ji li heman cihî êvarî demjimêr 8’an de pêşengeha cil û bergên Kurdî hatin pêşkêş kirin. Nîşandana cil û berdên Kurdî ji aliyê ciwanên wargehê ve nêzî eleqedariyek mezin a gel hat. Ciwanên cil û bergên Kurdî li xwe kirin bi gerana govendekê çalakiya xwe bi dawî anîn.

