Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hewldana êrişa li ser Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ: Rojnamevanên jin bûn dengê jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga 6-8’ê Cotmehê: Divê bi her alî ve bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li seranserê Fransayê li dijî tiryak û çetetiyê kampanya dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê wê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersînê 3 şaredar hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelo Xabûr bypass dibe û korîdoreke bazirganiyê ya alternatîf tê avakirin?
Rojava

Gelo Xabûr bypass dibe û korîdoreke bazirganiyê ya alternatîf tê avakirin?

Sîstema nû ya gumrukê ya li Xabûrê û guhertinên bacê yên li Iraqê, ew mijar jinûve xist rojevê ku tê gotin, wê di ser Qamişloyê re korîdoreke bazirganiyê ya alternatîf a ber bi Iraqê ve bê avakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Tê gotin ku rêgeheke alternatîf a li hemberî Deriyê Sînor ê Xabûr-Îbrahîm Xelîl wê bê avakirin ku ev deriyê sînor di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de xala esasî ya bazirganiyê ye. Nirxandinên bi vî rengî têklidarî hevsengiyên jeopolîtîk û torên bazirganiyê yên herêmî jî nîqaşên nû bi xwe re anî. Li gorî îdîayên ku dema dawî ji aliyê derdorên cuda ve tê bilêvkirin, weke alternatîf ji xeta bazirganiyê ya heyî ku di ser Herêma Kurdistanê re dimeşe, Enqere hewl dide korîdoreke lojîstîkî ya nû ava bike ku Rojava û Sûriyeyê di nava xwe de vedihewîne.

LÊGERÎNA LI ALTERNATÎFA XETA XABÛRÊ

Beşeke mezin a bazirganiya bejahî ya navbera Tirkiye û Iraqê bi salan e di ser deriyê sînor ê Xabûr-Îbrahîm Xelîl tê kirin. Lê belê nakokiyên navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê yên li ser mijarên hatineyên gumrukê, kontrolkirina sînor û erka bazirganiya transît, metirsiya siyasî û aborî dixe ser vê xetê.

Li gorî çavkaniyên herêmî, Enqere ji bo tenê bi rêgehekê ve girêdayî nemîne, li ser avakirina korîdorên nû yên bazirganiyê dixebite. Ei vê çarçoveyê de tê gotin ku rêgeheke nû ya di ser Rojava û Sûriyeyê re ketiye rojevê.

GELO QAMIŞLO DIKARE BIBE NAVENDEKE NÛ YA LOJÎSTÎKÊ?

Li gorî nîqaşên ketin rojevê, tê plankirin ku barên bazirganiyê yên ji Tirkiyeyê bi rê dikevin di ser deriyên sînor re derbasî Rojava û Sûriyeyê bibe, ji vê derê bigihêje Qamişlo û nuqteyên transît ên li derdorê û piştre jî bi bazarên Iraqê û Herêma Kurdistanê ve bê girêdan.

Ji ber ku Qamişlo nêzî sînorê Sûriye û Iraqê ye, her wiha gelek qadên cuda yên kontrolê digihîne hev, bajar dikare veguhere navendeke lojîstîkî ya potansiyel.

Pisporên ku ji ANF’ê re axivîn, diyar kirin ku li gel avantajên cografî her wiha di çarçoveya lihevkirinên navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê, Deriyê Sînor ê Qamişloyê di demeke nêz de dikare bibe nuqteyeke girîng a derbasbûnê.

SÎSTEMA NÛ YA LI XABÛRÊ DERIYÊ SÎNOR Ê QAMIŞLOYÊ MECBÛRÎ DIKE

Di serî de Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê yên Amed û Şirnexê, odeyên bazirganiyê yên li bajarên din ên Bakur û Tirkiyeyê eşkere kirin ku sîstema gumrukê ya nû ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê destpê kir û guhertinên bacê yên li Iraqê bandoreke neyînî li bazirganiyê kiriye.

BAZIRGANIYA JI IRAQÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ RE TÊ KIRIN JI SEDÎ 42 KÊM BÛYE

Li gorî daneyên ku ji aliyê odeyên bazirganiyê ve hatin dayin, ji ber sîstema nû bazirganiya ji Iraqê û Herêma Kurdistanê re hate kirin di pênc mehên destpêkê de ji sedî 42 kêm bû. Bi sîstema AYSCUDA (Automated System for Customs Data) re ku li Iraqê kete dewrê, firoşkar neçar man ku beyannameya pêşî ya gumrukê bikin, bac jî li gorî nirxê berheman û kodên gumrukê hate hesabkirin.

Her wiha ji ber ku baca gumrukê li ser gelek komên berheman zêde bû û mekanîzmaya kontrolê ya elektronîk kete dewrê, maliyeta bazirganiyê zêde bû.

Li gel vê yekê nebûna rêveberiyê li Herêma Kurdistanê, nakokiyên navbera PDK-YNK û Hewlêr-Bexdayê vekirina deriyekî sînor ê alternatîfê Deriyê Sînor ê Xabûrê kir xaleke girîng a rojeva odeyên bazirganiyê.

Karsaz û firoşkaran ji ANF’ê re mijar nirxandin û gotin, li gel xeta Qamişlo-N vekirina deriyên sînor ên Şenyûrt û Ceylanpinarê wê tevkariyeke girîng li aboriya herêmê bike. Firoşkaran diyar kirin ku divê Xabûr ne yekane rê be û nuqteyên nû yên derbasbûnê wê rêjeya bazirganiyê bilind bike.

‘TIRKIYE DIXWAZE LI SÛRIYEYÊ MAYINDE BIBE’

Hin akademîsyen û lêkolînerên ku ji ANF’ê re axivîn anîn ziman ku Tirkiye hewl dide valahiya rêveberiyê ya li Sûriyeyê ji xwe re bike firsend. Li gorî van nirxandinan, Enqere dixwaze hem bandora xwe ya aboriyê ya li herêmê berfireh bike, hem jî li qadên ku ji sala 2011’an û vir ve kontrol dike hebûna xwe mayinde bike.

Tê gotin, di vê çarçoveyê de vekirina deriyên sînor ên nû ku Qamişlo jî di nav de ye, dikare bikeve rojevê. Nîqaşên li ser erkê yên navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, avaniya siyasÎ ya tevlîhev a li Sûriyeyê weke faktorên rasterast têne nirxandin ku dikare van projeyan bixe meriyetê.

‘SAZIYÊN KU PIŞTGIRIYÊ JI TIRKIYEYÊ WERDIGIRIN DIKEVIN SÛRIYEYÊ’

Di demekê de ku nîqaş tê kirin ku Deriyê Sînor ê Qamişloyê wê bibe alternatîfa Deriyê Sînor ê Xabûrê, Komeleya Karsaz û Pîşesazên Navneteweyî (USIAD) ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, di demeke gelekî manÎdar de, di navbera 28’ê Hezîranê û 1’ê Tîrmehê de heyetek ji karsazên Tirk û Iraqê di bin navê ‘Jinûve Avakirina Sûriyeyê’ de şand paytexta Sûriye Şamê. Şandeyê hevdîtin bi wezîrên hikumeta demkî, ajansên razemeniyê û odeyên pîşesazî û bazirganiyê re kir. Tê payin ku li ser mijarên enerjî û petrolê bi nûnerên 15 sektoran re peyman bêne mohrkirin.

Li gorî agahiyên ku rêveberên odeyên bazirganiyê yên di nava vê şandeyê de cih digirtin ragihand, mijara esasî ya serdanê Deriyê Sînor ê Qamişloyê û vekirina deriyê sînor ên cuda ye.

DAXUYANIYA FERMÎ NÎNE, NÎQAŞ DEWAM DIKIN

Têkildarî vekirina korîdoreke bazirganiyê ya di ser Qamişloyê re heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Lê belê kiryarên gumrukê yên nû yên li Xabûrê, ketina bazirganiya li wir, guherîna li hevsengiyên bazirganiyê yên herêmî nîşan didin ku di dema bê de wê lêgerîna li rêgeha alternatîf hîn bêhtir bikeve rojevê.

Li gorî pisporan rêveçûna pêşketinên aborî û siyasî yên li herêmê ne tenê rêyên bazirganiyê her wiha dikare hevsengiyên hêzê yên li Rojhilata Navîn jî jinûve diyar bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin
Nûçeya Pişt re Temellî: Em li bendê ne ku qanûn beriya bidawîbûna Tîrmehê bêne derxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kampanyaya ‘Sêşema NA Ji Cezayê Darvekirinê re’ didome

Girtiyên li 40 girtîgehên cuda ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên ragirtin di çarçoveya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Brîtanyayê Partiya Karkeran soza ‘kêmkirina koçberiyê’ da

Li Brîtanyayê di 4’ê Tîrmehê de wê hilbijartin bên lidar xistin. Serokê Partiya Karker ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Konvoya QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî gihîşt Dêr Hafirê

Konvoya hevpar a QSD'ê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji herêma Meskeneyê derbas bû û gihîşt…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji bo 19 gerîlayan taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YRJ: Rojnamevanên jin bûn dengê jinan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DEM Partiyê banga 6-8’ê Cotmehê: Divê bi her alî ve bê ronîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kurdan li seranserê Fransayê li dijî tiryak û çetetiyê kampanya dan destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?