Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li gelek qadan salvegera 42’yemîn a Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an bi pîrozbahiyên bi heybet pêşwazî kirin.
Di pîrozbahiyên li herêmên cuda ku bi sedan gerîla hatin cem hev de, fermandarên gerîla û endamên HPG û YJA-Starê axivin.
Gerîlayan, teqez kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo wan mercê herî bingehîne û biryardariya xwe ya tevlîbûna pêvajoya ku Rêber Apo pêş xistiye anîn ziman.

