Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtiyên Apoyî: Em ê bi mafê xwe yê berxwedana demokratîk bersivê bidin êrîşan
Rojane

Girtiyên Apoyî: Em ê bi mafê xwe yê berxwedana demokratîk bersivê bidin êrîşan

Girtiyên Apoyî bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û diyar kirin: “Di bin her şert û mercî de, em ê li dijî êrîşên li ser gelên me û nirxên me pêş dikevin, mafê xwe yê berxwedana demokratîk bi kar bînin û bersivê bidin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Girtiyên Apoyî yên ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, têkildarî êrîşên HTŞ û komên çete yên bi piştgiriya tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn: “Bi rojan e li Heleb, Dêr Hafir û Tişrînê li dijî gelê me komkujî tên kirin, lê nûnerên pergala navneteweyî û maşeyên wê yên herêmî yanî dewlet-netew bi zanebûn xwe kerr, kor û lal dikin. Dezgehên medyayê yên ku wekî organên şerê psîkolojîk tevdigerin, bi manîpulekirina dorpêçkirin û qetilkirina sivîlan a li malên wan, rê li ber komkujiyan vedikin; jin û zarokên hatine qetilkirin wekî ‘terorîst’ û ‘parçeker’ nîşan didin. Lê belê, em berpirsên rastîn ên van komkujiyan û armancên wan ên qirêj pir baş nas dikin. Armanca sereke ya van êrîşan Şoreşa Rojava ye; destkeftiyên neteweya demokratîk in ku gelan li ser bingeha azadî û wekheviyê bi dest xistine.

‘DAÎŞ DI BI NAVÊ HTŞ’Ê DE TÊ REWAKIRIN’

Bi kurtasî; li Rojava xeta îdeolojîk, polîtîk û felsefî ya Rêber Apo tê hedefgirtin. Dibe ku tetîkkêşiya van êrîşan DAIŞ’a bi cilên HTŞ’ê û komên berhevkirî yên ji wê xetê tên bikin. Lê em dizanin ku li pişt wan TC, Siûdî û Qatar hene. Ev hêz in ên ku van keriyên kujer perwerde dikin, xwedî dikin û bi hovîtî berdidin ser sivîlan. Ev koma çete ya paşmayiya DAIŞ’ê hem li qadê tê bikaranîn hem jî di bin navê HTŞ’ê de di asta navneteweyî de tê rewakirin. Lê em wan rûyên li pişt maskeyên bi rî û qirêj baş nas dikin. Ew berê li Parîsê, li Roboskî, li Efrîn û Kobanê bûn. Kevneşopiya têkoşînê ya 50 salî şiyana dîtina tiştên li pişt perdeyê daye me.

EM Ê MAFÊ XWE YÊ BERXWEDANA DEMOKRATÎK BI KAR BÎNIN

Wekî Komunîstên Apoyî yên ku di zindanan de wekî dîl tên girtin, em komkujiyên li Rojava li dijî gelê me û pêkhateyên neteweya demokratîk tên kirin şermezar û lanet dikin. Em dixwazin bi zelalî diyar bikin ku em bi esasên xeta civaka demokratîk a Rêber Apo ve girêdayî ne û di her şertî de em ê li dijî êrîşan mafê xwe yê berxwedana demokratîk bi kar bînin. Em sondxwarî ne ku nirxên di dîroka têkoşîna 50 salî de, li ser xeta berxwedana zindanê ya Mazlum, Hayrî û Kemalan û kevneşopiya fedaî ya şehîdên me hatine afirandin, biparêzin. Em bang li hemû hêzên çete û xwediyên wan dikin: Heke ev êrîş ranewestin û pêvajoya bi însiyatîfa Rêber Apo pêş ketiye were sabotekirin, helwesta me wê bigihîje astên pir pêşketî û şênber. Di encamên neyînî de ne em, lê hêzên li pişt van çeteyan berpirsiyar in.

BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Hêzên navneteweyî yên ku dixwazin çeteyên DAIŞ’ê bi qat û qiravêtan bikin serê dewleta Sûriyeyê, di lêgerîna nûkirina komploya navneteweyî de ne. Çawa ku me bi fedaîtî Kobanê azad kir, îro jî em amade ne vê yekê li hemû axa Rojava dubare bikin. Ji bo Rojava ya ku Rêber Apo tovên têkoşînê lê reşandine û şoreşa jinê lê bi ser ketiye; îro roja rûmet û şerefê ye. Sibê dibe ku pir dereng be. Em wekî girtiyên Apoyî bang li malbatên xwe, gelê xwe û ciwanan dikin ku bi ruhê seferberiyê dakevin qadan û têkoşînê bilind bikin. Divê her mirovê şoreşger, demokrat û welatparêz li dijî van êrîşan helwest bigire. Ev erkeke mirovahiyê ye. Em hemû hevalên xwe yên berxwedêr û gelê xwe yê welatparêz silav dikin. Bijî Şoreşa me ya Rojava, bijî Rêber Apo”

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çeteyên HTŞ’ê li Reqayê 2 jinên Kurd qetil kirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe

Li navçeya Stewr a Mêrdînê bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokrtaîk" Newroz hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Em rojbûna pîroz bi coş û kêfxweşiyeke mezin pîroz bikin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê bang li her kesî kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Ebduselam Hacî hate veşartin

Bi dehan kes tevlî merasîma ku ji bo Endamê TEV-DEM’ê Ebduselam Hecî li Qamişloyê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?