Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gulderen Vali: Wê li Erziromê dewran bizivire û DEM were
Kurdistan

Gulderen Vali: Wê li Erziromê dewran bizivire û DEM were

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ya DEM Partiyê Gulderen Varli anî ziman ku DEM Partî rêzê ji hemû gel û baweriyên li vir dijîn re digire û got: “Wê li Erziromê dewran bizivire û DEM were.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parlamentera DEM’ê ya Wanê û namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Gulderen Varli li navçeya Erdîşê ya Wanê ji dayik bû. Varli dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Erdîşê qedand, li Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yilê beşa jimaryarî (muhasebe) xwend. Varli di sala 2014’an de bû alîkara Hevşaredarê Erdîşê yê DBP’yî û heta qeyûm şandin vê peywira xwe domand. Varli di navbera salên 2019-2020’an de Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê kir, piştre tevlî Meclîsa Partiyê ya DBP’ê bû. Varli di vê heyamê de li Erziromê jî dixebitî, di hilbijartinên giştî yên dawîn de ji Wanê wek parlamenter hat hilbijartin.

 

Varli diyar kir ku di serdema ku li herêma Erziromê dixebitî de hewl dane biçin her malên navend û navçeyan û wiha axivî: “Ez ji aliyê ku jin, ciwan, extiyar û zarokan fêm dike, nêzîk bûm. Ez bi qasî Wanê vê derê dizanim, ez piçekî ji vir im.”

‘EM Ê BI RENGÊ JINÊ Û FERASETA JINÊ BIXEBITIN’

Varli anî ziman ku neteweperestiya Tirk li navenda Erziromê zêdetir xuya dike û gelê Kurd li navçeyan bi awayekî qelebalix dijîn û wiha got: “Em ê Erzirom û navçeyên wê bi pergala hevşaredariyê bi rê ve bibin. Em ê bi rengê jinê, bi awayê rêveberiya jinê, bi feraseta jinê ya estetîk nêz bibin û bi hev re bajar bi rê ve bibin. Em ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin. Divê mirov gotinên wan li ser kolana lê dinêre, sûka ku diçê û qadên civakî yê lê dijî hebe. Em ê bersiva pirsa gelên li bajar, tax û gundan dijîn bidin û ev li gorî paradîgma û şêwaza rêveberiya me ye.”

‘EM Ê ŞAREDARIYÊ TÊXIN XIZMETA GEL’

Namzeta DEM Partî Varli bi bîr xist ku ew ê şaredariyê têzin xizmeta gel û wiha domand: “DEM Partî şaredariya gel diparêze. Em ê jî cihê xwe li Erziromê bigirin. Em ê şêwazekî şaredariyê ku rengê jinê, dengê jinê û şêwaza rêveberiya jinê dihewîne pêşkêş bikin. Lê mixabin dewlet tovê neteweperestiyê di nav gel de direşîne. Li vir rastiyeke wisa heye. Dema em li gund, tax û navçeyên ku berê DEM Partî bi dest xistine dinêrin, tê dîtin ku me siyaseteke çawa daye meşandin. Em ê şêwaza rêveberiya paradîgmaya xwe ya ku hemû cudahiyan di nava xwe de dihewîne û bêyî ku tu kesî ji yên din veqetîne, derxînin pêş.”

JI BO DÎROK Û ÇANDA KURDAN GIRÎNG E

Varli bal kişand ser girîngiya dîrok û çanda Kurdî yên li navçeyên Erziromê û wiha pêde çû: “Meşa Şêx Saîd a ji Xinûsê dest pê kir. Dengê Şakiro ji Qereyaziyê bilind dibû û belav dibû, anî bîra min. Şaredariyên van navçeyan hatin desteserkirin û qeyûm hatin tayînkirin. Dema qeyûm li şaredariyên me bên tayînkirin em ê li ber xwe bidin an jî dev ji têkoşîna xwe berdin? Em wek gelê Kurd hene û li vir in. Ji bo vê em têkoşîna xwe didomînin. Me înkar kirin, qebûl nekirin, paşguh kirin. Em li wir in? Erê, em hene û em bi dilsoziya rastiyê re rola xwe dikin. Ez Kurd im, welatê min Kurdistan e. Ez ê zimanê xwe biparêzim. Şaredarî jî yên me ne. Em ê îradeya xwe bi awayekî herî baş diyar bikin. Şaredariyên ku desteser kirine jî wê bibin yên DEM Partiyê. Em bawer dikin ku ev yek dê bi îzna Xwedê pêk were.”

Namzeta DEM Partiyê Varli got ku AKP 21 sl in gelek tişt bi Kurdan da kişandin. Varli anî ziman ku yek ji hikûmetên ku herî zêde bi hovane nêz dibe bû û wiha got: “Hewl dan bi nijadperestiyê vê yekê mezintir bikin. AKP çiqasî netewperestiyê pêş bixe jî wê bê fêde be. Dibe ku dem bi dem wî rizgar dike, lê rewşa civaka Tirkiyeyê jî diyar e. Nijadperestî piştî cihekî diqede û bêwate dibe.”

‘DIVÊ LI ERZIROMÊ DEWRAN BIZIVIRE Û DEM WERE’

Varli daxuyand ku di hilbijartinê de wê bi ser bikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em partiyeke ku rêzê ji hemû gel û baweriyên li vir dijîn re digire û li ser esasê xizmeta wekhev bixebitin. Ez bawerim ku em ê encamên pir baş bi dest bixin. Niha divê li Erziromê  dewran bizivire û DEM were. Em ê herin her beşê. Heta ku ji destê me bê em ê xwe bidin naskirin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ERZIROM

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 2’YÊ ADARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Halîde Turkoglû: Li dijî êrîşên li ser jinan divê em jiyana birêxistinkirî mezintir bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Riza Altûn li çiyayên Kurdistanê hate bîranîn

Riza Altûn ê ku têkoşîna wî ji Tuzluçayirê heta çiyayan 45 salan berdewam kir, di…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Minbicê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li herêmê dan

Şêniyên kantona Minbicê li hember êrîşên dewleta Tirk meşiyan û ev peyam dan, “Em dikarin…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongreya Îslama Demokratîk serdana berxwedêrên Girkê Legê kir

Şandeyek ji Kongreya Îslama Demokratîk a Meclisa Bajarê Girkê Legê serdana parêzvanên taxan kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?