Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Gulistan Gulo: Di Sûriyeya Nû de divê temsîliyeta wekhev hebe
Jin

Gulistan Gulo: Di Sûriyeya Nû de divê temsîliyeta wekhev hebe

Ji Koordînasyona Kongra Star Gulistan Gulo got, "Ji bo me xeta sor e ku di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de mafên jinan bêne parastin û temsîliyeta ji sedî 50'î bê dayin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endama Kongra Star Gulistan Gulo têkildarî rewşa li Sûriyeyê ya piştî hilweşîna rejîma Baasê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û polîtîkayên rêveberiya HTŞ’ê yên têkildarî jinan ji ANF’ê re axivî.

Gulistan Gulo anî ziman ku HTŞ rêxistineke cîhadîst e, fikar hene bê wê çawa welatekî dewlemend ê weke Sûriyeyê bi rê ve bibe û got, “Ji ber ku HTŞ rêxistiniyeke selefî ye. Bi dîtina min, heta niha ne bawer im ku karibe gelên Sûriyeyê, Sûriyeyê bi rê ve bibe. Sûriyeya nû wê çawa ava bibe, şêweyê wê yê rêveberiyê wê çi be û paşeroja gelan hîn jî mijarên nîqaşê ne. HTŞ modela ku li Idlibê ava kir dixwaze li Sûriyeyê jî bixe meriyetê. Ev model li Sûriyeyê, li ti welatî nayê. Lewma em di demeke welê de ne ku li Sûriyeyê di asta bilind de nakokî hene. Eger mirov bala xwe bidin ser wan kes û hêzan wên li dora rêveberiya HTŞ’ê kom bûne, wê bê dîtin ku hemû jî ew kes in ku li Idlibê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine perwerdekirin û xwedîkirin.”

Gulistan Gulo bal kişand ser êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ragihand ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya çeteyan armanca xwe ya Osmanî bi cih bîne. Gulistan Gulo got, “Ji dema ku HTŞ’ê rejîm hilweşand û vir ve êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike ku ev êrîş armanca dewleta Tirk careke din nîşan da. Dagirker dixwazin sûdê ji valahiya li Sûriyeyê werbigirin û kontrolê bixin destê xwe. Bi berxwedana li xeta Tişrînê re xewn û xeyalên wan şikestin. Dewleta Tirk ku bi rêya çeteyên xwe nekarî dagir bike, yekser leşker û teknîka xwe xist dewrê. Piştî ku bi vê rêbazê jî nekarî encamê bi dest bixe, vê carê êrîş bir ser her bajarekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi êrîşan re dixwaze îradeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake, modela Rêveberiya Xweser tine bike û pêşî li wê yekê bigire ku gelên Sûriyeyê nikaribe sûdê ji vê modelê werbigire. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 sal in modela Rêveberiya weser heye. Jinan û gelan civakeke adîl, demokratîk û wekhev ava kirin.”

Gulistan Gulo anî ziman ku Sûriye xwedî cografyayeke dewlemend ê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ev cografya li gel dewlemendiya xwe ya xwezayî ji aliyê gel ve jî welatekî dewlemend e. Modela Rêveberiya Xweser a li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih hate anîn, ji bo Sûriyeyê jî modelek e. Hemû gel di nava vê modelê de dikare xwe bibîne û di nava modela Rêveberiya weser de bi rengekî adîl, demokratîk û wekhev dikarin bijîn. Di vê tecrûbeyê de gel, jin xwedî jiyaneke azad in û xwedî maf in, her gel bi îrade, çand û zimanê xwe hebûna xwe dewam dike. Lewma gelek aliyên xwe yên balkêş hene. Ji dema avabûna Rêvbeberiya Xweser û vir ve gel li hemberî êrîşan li ber xwe dide. Projeyek ji bo gelan e. Her kesî dît ku li gel êrîşan bi têkoşînekê jiyanek çawa hate avakirin. Li Sûriyeyê avakirina jiyaneke baş bi modela Rêveberiya Xweser dibe.”

Bi dewamî Gulistan Gulo got, “Ji bo mafên jinan bêne parastin û bêne misogerkirin divê di destûra bingehîn de mafê gotinê yê jinan bi rengekî wekhev hebe. Pêkanîna wekheviya navbera zayendan girîng e. Di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çawa ku mafên jinan hatin ewlekirin û li her qada jiyanê bi kotaya ji sedî 50 tevlî bû, Destûra Bingehîn a Sûriyeyê jî divê vê yekê ji xwe re bike mînak. Di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan bêne parastin û xwedî temsîliyeta ji sedî 50 be. Ev yek ji bo me xeta xor e.”

Weke Kongra Star li ser plan û projeyên xwe yên paşerojê jî Gulistan Gulo got, “Em li bendê ne ku Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê pêk were. Ji bo tevlîbûna li vê kongreyê, ji bo xurtkirina rêxistiniya jinê li gel astengiyên rêveberiya HTŞ’ê jî em karên xwe dewam dikin. Çawa ku di dema rejîmê de me nekarîbû bi rehetî kar bikira, di dema rêveberiya HTŞ’ê de jî ev rewş derbas dibe. Eger tê xwestin, ji bo Sûriyeyê projeyeke demokratîk bê avakirin, gavên bêne avêtin divê ji dil û xurt bin. Lê belê heta niha rewşeke bi vî rengî nîne.

Em li astengiyan rast tên, lê ev astengî nabe sedema lawazbûna têkoşînê. Weke jin divê xwedî organîzasyonekê be ku li Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne temsîlkirin. Di dema bê de ji bo plansaziya rêxistinî ya ku xwe bigihîne hemû bajarên Sûriyeyê em karê xwe bê navber dewam dikin. Di çarçoveya vê rêxistiniyê de ji bo sîstema Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat belav bibe, çawa ku tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevkarî li rêxistiniyê kir, pêşengî ji vê yekê re kir, em dixwazin li Sûriyeyê jî pêşengiyeke bi vî rengî bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şirnex, Wan û Enqereyê derbeya qeyûm hat protestokirin
Nûçeya Pişt re Li Bendava Tişrînê berxwedana hevpar a gelan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokên DBP’ê nerazîbûn nîşanî girtina Îmamoglû dan

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, girtina…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 23’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Acled: Tundiya cîhadîst ji Sahelê ber bi welatên Efrîqayê yên peravê ve belav dibe

Saziya çavdêriya şer û pevçûnan a navneteweyî Acledê diyar kir ku komên cîhadîst ji herêma…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Dêrikê: Heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê têbikoşin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?