În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredariya Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta ji bo girtiyên nexweş: Mafê jiyanê pîroz e, nabe bazartî bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li Arzoxlî ya li dijî projeya GES’ê 30 roj li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Amedê: ‘Ji bo zarokan divê polîtîkayên civakî yên mayinde bêne afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê ji bo jinên hatin qetilkirin ‘dara bîrê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hejmara Cotmehê ya Komînal derket: ‘Di zîhniyeta înkarê de guhertin nîne’
Rojane

Hejmara Cotmehê ya Komînal derket: ‘Di zîhniyeta înkarê de guhertin nîne’

Hejmara Cotmehê ya rojnameya Komînal bi manşeta "Di zîhniyeta înkarê de guhertin nîne" derket. Rojnameyê di hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, têkiliyên Kurd-Tirk, civaka demokratîk û bûyerên li Rojhilata Navîn nirxand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rojnameya îdeolojîk, teorîk û polîtîk Komînal a ku li Ewropayê tê weşandin, bi manşeta “Di zîhniyeta înkarê de guhertin nîne” hejmara xwe ya nû çap kir.

Di vê hejmara rojnameya Komînal de hevpeyvîna bi Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan ji manşetê hate dayin. Kalkan li gel zîhniyeta dewleta Tirk mijarên; Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, sererastkirinên qanûnî yên têkildarî PKK’yiyan, rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de û bûyerên li Rojhilata Navîn nirxand.

Kalkan di destpêka hevpeyvînê de qala ragihandina şehîdan û bîranînan kir û got, “Kes nikare vî gelî ji şopa şehîdan û doza wan vegerîne. Dijberên xwe çi dibe bila bibe, çiqasî êriş lê bê kirin jî wê her tim rêya xwe bibîne, li ser rêya rast bimeşe, her cûre êrişan bişikîne û jiyaneke demokratîk û azad ava bike.”

‘DI MEJIYÊ ÎNKARÊ DE GUHERTINEKE CIDÎ NÎNE’

Dûran Kalkan li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandinên berfireh kir û anî ziman ku di nava sîstema heyî de komara demokratîk û siyaseta demokratîk nîne. Kalkan anî ziman ku zîhniyeteke li ser esasê Tirkperest, Îslama Sûnî û netewe-dewletê dewam dike û got, “Dibêjin em biguherin û veguherin, lê belê me mejî ne jî siyaseteke xwe heye ku guherîn-veguherînê bikin. Di siyaset û zîhniyeta ku Kurdan înkar dike de hîn guhertineke cidî nehatiye kirin.”

Kalkan ragihand ku qebûlkirina hebûna Kurdan tenê di asta gotinê de têrê nake û got, “Bi şermokî jî be dibêjin Kurd hene, lê belê Kurdekî çawa? Gelê Kurd nayê pênasekirin. Naxwaze mafên vî gelî nas bikin. Ev nêzîkatî hîn jî dewam dike.”

‘QANÛN PIRANIYA PKK’YIYAN NAGIR NAVA XWE’

Kalkan Qanûna Çarçoveyê nirxand û bi bîr xist ku qanûn PKK’yiyan û Rêber Apo nagire nava xwe. Kalkan got, “Qanûn piraniya PKK’ê nagire nava xwe. Rêber Apo nagire nava xwe. 800 kadroyan nagire nava xwe. Weke qanûneke ji bo PKK’ê hatiye derxistin tê pênasekirin lê belê di rastiyê de ne qanûneke ku ji bo PKK’yiyan hatiye derxistin. Weke qanûneke welê xuya dike ku ji bo alîgirên PKK’ê hatiye derxistin.”

Kalkan bal kişand ser nîqaşên li ser Îmraliyê û got, ‘Dibêjin li Îmraliyê ‘vîlla hatiye çêkirin’. Dibêjin, ‘Malek hatiye çêkirin ku derfetên xwe gelek in’. Li şûna ku vê bikin bila deriyên Îmraliyê vekin, bila çapemenî û sazî biçin. Bila bibînin bê çi hatiye çêkirin, çi heye.”

‘DIVÊ PÊVAJO LI SER BINGEHA AŞTÎ Û SIYASÎBÛNÊ BÊ MEŞANDIN’

Dûran Kalkan destnîşan kir ku pêvajo nabe ku bi têgihînin bê wate yên weke ‘bêçekbûn’ û ‘stratejî’ bê meşandin û destnîşan kir ku karakterê bingehîn ê pêvajoyê ‘Aştî û siyasîbûn’ e. Kalkan got, “Lewma navê saziya ku vê pêvajoyê bimeşîne jî divê ‘Koordînatoriya Aştî û Siyasîbûnê’ be. Wezîfeya koordînatoriyê jî divê ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin.”

Kalkan di hevpeyvîna xwe de bûyerên li Rojava, Rojhilat û Şengalê, her wiha şerê hegemonya li Rojhilata Navîn û pozîsyona Tirkiyeyê ya li herêmê nirxand.

Di hejmara Cotmehê ya rojnameyê de li gel beşek bi sernavê ‘Di dîrokê de têkiliyên Kurd û Tirkan’ a ji Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk, nivîsek ji Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan, her wiha karê bi sernavê ‘Şehîd soza jiyanê ye’ ya Komîna Karên Şehîdan hate weşandin.

Nivîsa ‘Ya ku komplo têk bir paradîgmaya Rêbertî ye’ ya Hêlîn Umît, nivîsa ‘Bawerî tifaqa demokratîk bi ser dixîne’ ya Cîhan Eren û nivîsa bi navê ‘Şoreşa pozîtîf’ a Cemal Şerî di hejmara vê mehê ya rojnameyê de hate weşandin.

Di wêneyê berê yê paş ê rojnameyê de helbesta bi Kurdî ya ‘Gotin egîdek şehîd ketiye’ ya Şehîd Zamanî (Mûstafa Gezgor) li gel wêneyê Zamanî hate weşandin.

Rojnameya Komînal li Navendên Civaka Demokratîk ên li Ewropayê û Mala Kurdan dikare bê peydakirin.

Rojname her wiha di 15’ê her mehê de bi Kurdî û Tirkî li ser malpera kominalgazete.com dikare bê xwendin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pirtûkên Rêber Apo bi Îngilîzî û Swêdî hatin weşandin
Nûçeya Pişt re Washington zexta dîzelê li Ewropayê dike: Rezervên stratejîk pêşkêşî bazarê bikin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Gimgimê çalakiya li dijî JES’ê di roja 66’an de ye

Çalakiya nobetê ya ku li gundê Xwarikê yê Gimgimê li dijî projeya JES'ê hatibû destpêkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Komara Sêdarê ya Islamî ya Îranê

Dewleta dagirker a Îranê, serê 8 seatan kesekî îdam dike. Yani her roj 3 têkoşerên…

Ji aliyê Seevan SAEED

Polîsên dewleta Tirk 3 rojnamevan binçav kirin

Li Erdîşê sê rojnamevan li nuqteya kontrolê ya polîsan hatin sekinandin û binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şaredariya Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta ji bo girtiyên nexweş: Mafê jiyanê pîroz e, nabe bazartî bê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd li Silêmanî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?