Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş serdana Koma DEM Partiyê kir û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin kir.
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di hevdîtinê de cih girtin.
Piştî hevdîtina 45 deqeyî, daxuyanî nehat dayîn. Bersiva pirsen rojnamevanan jî nehat dayîn.

