Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya Siwêdayê bi alîkariya lezgîn heye
Rojava

Heyva Sor a Kurd: Pêdiviya Siwêdayê bi alîkariya lezgîn heye

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku êrîşên ku ji Tîrmeh 2025’an ve li Siwêdayê dewam dikin, rê li ber krîzeke mirovî ya mezin vekiriye û ragihand ku pêdiviya herêmê lezgînî bi alîkariyên xurek, tenduristî û alîkariyên bingehîn heye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Heyva Sor a Kurd  têkildarî rewşa niha ya Siwêdayê civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Heyva Sor a Kurd raporek der barê rewşa Siwêdayê de parve kir. Di raporê de agahî xwe dispêrin şahidên ji Siwêdayê yên piştî êrîşên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê binpêkirin li dijî wan hatin kirin. Hate diyarkirin, şahidan destnîşan kir ku komkujiyên ku hikumetê pêk anîne, li ser esasê mezhebî hatin kirin. Her wiha îşaret bi wêrankirina nexweşxane, mal û cihên olî hat kirin.

Civîna çapemeniyê li pêşiya Navenda Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişloyê pêk hat. Gelek ragihandinên herêmî û navneteweyî amade bûn.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa di civîna çapemeniyê de bal kişand ser rewşa mirovî û jiyanî ya li bajarê Siwêdayê û diyar kir ku pêdiviya Siwêdayê bi alîkariya lezgîn heye. Dilgeş Îsa got: “Li ku derê li ser erdîngariya Sûriyeyê be kengî alîkarî ji me were xwest em ê erka xwe ya mirovî bi cih bînin.”

Îsa bal kişand ser komkujiyên ku ji destpêka Tîrmeha 2025’an ve li Siwêdayê hatine kirin û bi bîr xist ku hejmareke mezin a sivîlan ji malên xwe hatine koçberkirin û li dijî nêzî 36 gundên li rojavayê Siwêdayê êrîş hatin kirin.

Îsa got: “Me hewl da bi awayekî lezgîn alîkariyan bighînin koçberan, lê em bi zehmetiyên mezin re rû bi rû man.”

Dilgeş Îsa bi domdarî got: “Ji rojên destpêkê yên êrişên li ser Siwêdayê ve, Heyva Sor a Kurd dest bi avakirina kanalan bi Şamê re kir da ku alîkariyan bighîne Siwêdayê.”

Îsa îşaret pê kir ku herî zêde jin û zarok ji ber êrîşan zerar dîtin û wiha domand “Piştî ku şer dest pê kir me xwe gihand rêxistinên sivîl ên li Siwêdayê û bangawazî li ajansên Neteweyên Yekbûyî kir da ku mekanîzma gihandina alîkariyan peyda bikin. Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngavên komkirina alîkariyan bi hevkariya rêxistinên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li dar xistin. Bi hevkariya hin rêxistinên li wir me karîbûn hin alîkariyên diravî bişînin.”

Dilgeş Îsa destnîşan kir ku qutbûna înternetê û nebûna kanalên ragihandinê yên rasterast ji bo wan astengiyeke din çêkiriye û got: “Me hewl da bi rêya Heyva Sor derman û xwarinê bighînin wir, lê ev yek çêbûne. Heyva Sor a Ereb jî nekarî tu cure alîkariyê pêşkêş bike.”

 Îsa da zanîn ku niha jî Siwêdayê di bin ambargoyeke giran de ye û wiha pê de çû: “Rê bi temamî ne qutkirî ne, lê wekî ku kel û pel ji welatekî derbasî welatekî din dibin, dixebite, di derbaskirina xwarin û sotmeniyê de zehmetiyên mezin hene. Kel û pelên ku bi rêya bazirganan derbas dibin pir buha ne.

Îsa îşaret pê kir ku ajansên NY’yê bi rêya Heyva Sor a Erebî beşek ji alîkariyan gihand Siwêdayê, lê pir kêm e û pêdiviya firinan a ji ard bi cih nayîne.

Di civîna çapemeniyê de derbarê alîkariyên ku Heyva Sor a Kurd pêşkêşî Siwêdayê hatî kirin de Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah axivî û wiha got: “Em gelek ji rewşa Siwêdayê bandor bûn. Me gelek hewldan kirin da ku em alîkariya mirovî bigîhinin gelê Siwêdayê. Destpêka me xwest

em alîkariya cotkaran bikin, da ku çandiniya wan nesekine, me ji wan re mazot peyda kir da ku bexçeyên xwe av bidin û ji bo karîbin wan gelan bigihînin cihek bi tendurist û parastinê.’’

Hediye Abdullah diyar kir ku Heyva Sor a Kurd di dema êrîşan de sotemenî ji bo ambulansê peyda kir da ku birîndar û qurbaniyan bighînin navendên tenduristiyê.

Her wiha da zanîn ku wan alîkarî pêşkêşî 10 malbatên ku rewşa wan a debarê pir giran e û 3 di dema dawî de 3 hezar paketên xwarinê belav kirin.

Hediya Abdullah têkildarî rewşa tenduristiyê de got “Me xwe gihand Navenda Emel ku xizmeta nexweşên penceşêrê dike, hezar û 500 nexweşên penceşêrê li wê derê tedawiya xwe dibîne, Heyva Sor a Kurd ji wan re tedawiyên pêwîst peyda kir. Heta niha jî alîkariyên me ji bo Navenda Emel didome. Gelek sazî û cihên ku xizmeta tendurstî û xizmeta avê dide, mazot li ser wan hatiye qût kirin, me li gel Rêxistina Sened nêzî 300 tabloyên enerjiya tavê pêşkêş kir. Têkiliyên me bi kesên li Siwêdayê ne re heye, Nexweşaxaneyek li wir 510 karmendên wê hene, ev çend meh e fonê xwe ne girtine, bi awayek alîkarî, em pêre bûn alîkar, em ê vê xizmetê bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meclîsa Îslamî ya Elewiyan banga rawestandina êrîşên li ser Humsê kir
Nûçeya Pişt re Komîsyon ji bo hevdîtinê bi Rêber Apo re bike îro diçe Îmraliyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêxistinên jinan: Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Taksîmê ve!

Rêxistinên jinan bang li hemû jinan kirin ku di 1'ê Gulanê de bi dirûşma "Bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Talîban qedexeyên nû li ser rojnamevan û mamosteyên jin ferz dike

Talîbanê li Efganistanê 91 rojnamevanên jin û 120 mamosteyên jin ji kar derxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya DYE’yê vîze li rayedarên Ewropî qedexe kir

Rêveberiya DYE'yê Komîserê berê yê Yekîtiya Ewropayê Thierry Breton jî di nav de ketina DYE'yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?