Rêber Apo di nirxandineke xwe ya têkildarî têkoşîna jinan de wiha dibêje; ‘’Divê em azadîxwazên jinan bin. Ez şikildana jinan weke bêexlaqiyê dihesîbînim. ‘Xwedabûna’ jinan hewce ye. ‘Xweda’ jidayîkbûna xwe bi xwe ye. Jina azad, weke rojê ji dayîk dibe. Peyvên jin û jiyan gelekî girîng in. Divê jin bi heybet, azad û xwedî biryar bin. Jin, hebûnên biqîmet in. Peyvên jin û jiyan ji ber vê yekê girîng in. Jinên xwdî biryar mezin bikin. Divê xanî û bînayên jinan ên azad hebin. Divê mekanên ku hûn lê jiyanê bibiryar bikinî hebin. Lêgerîna jina azad bixin navenda xebatên xwe. Ez dubare dikim, bêyî jinan jiyan nabe. Bi hêvî binû û kedê bidin. Bi bawerî bikin. Xebatên têkildarî jinan, girîng in.’’
Paradîgmaya Rêber Apo ya xwe dispêre azadiya jinan a rolên ku ji dema jidayîkbûna wan ve li wan tê ferz kirin, red dike û bi israr dibêje ku divê jin bi hêza xwe hebin, îroli çar perçeyên Kurdistanê şîn dibe.
Jinên Kurd ên paradîgmaya Rêber Apo esas digirin, li çar perçeyn Kurdistanê weke hêza pêşeng a têkoşînê û mîmarên guherîn û veguherînê di dîrokê de cihê xwedigirin. Torên têkoşînê yên li dijî pergala serweriya mêran û zemîna siyasî ya dîkekirina gelê Kurd hatine honadin, ji herêmî heya çandê, ji hunerê heya siyasetê di hemû qadên jiyanê de xwe nîşan didin.
Lê belê destketiyên berbehs, helbet bi saya têkoşîna azadiya Kurd a di pêşengtiya Rêber Apo de hatine bidestxistin. Em ê di vê dosyaya xwe ya ji çar beşan pêk tê de ji Bakur heya Rojava ji Başûr heya Rojhilat li ser têkoşîna jinên Kurd û astengiyên derdikevin pêşiya wan bisekinin.
BERHEMA TECRÛBEYÊN XWE DISPÊRE SALÊN DIRÊJ
Tevgera jina a li Bakurê Kurdistanê, berhema tecrûbeyeke salên dirêj e. Jinên ku li gel avabûna PKK’ê ya di sala 1978’an de tevlî têkoşîna çalak bûn, beriya her tiştî îspat kirin ku ‘’bêyî berxwedan hebûn pêk nayê.’’ Jinên ku ji salên 1990’î û pê ve dinava têkoşîna çekdarî de cih girtin, bes ne ji bo rizgariya neteweyî di heman demê de paradîgmayeke ku parastiya azadiya wan dikir jî pêş xistin.
Jinên ku li gel gotinên Rêber Apo yên; ‘’Pîroziya jiyanê girîng e. Divê dev ji koletiyê berdin. Gelê ku jinên wê azad nebin, nikare azad bibe. Azadbûyîna jinan a tam, xwedayîtî ye’’tev digerin, têkoşîna azadiyê xistin navenda xwe.
TEVLÎ TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ BÛN
Ev paradîgma, di destpêka salên 1990’î de veguherî pêngavên şênber. Yekîneya jinan a di sala 1993’yan de cara ewil hate avakirin, hem li hemberî têkoşîna azadiya Kurd hem jî li hemberî avaniya kevneşopiya zayendparêz bû sembola serhildanê. Gerîlayên jin ên li dijî gotinên ‘’Ew nikarin li çiyayan bijîn’’ û ‘’Çi karê wan li serê çiyayan heye?’’ çekên xwe hildan, ji Bestayê heya Cûdî, ji Qendîlê heya Avaşîn li çiyayên Kurdistanê hem hevrêtî hem jî exlaqeke jiyanê ya nû ava dikirin. Jinên ku xwerêveberiya xwe birêxistin dikirin, têgeha ‘’xweparastinê’’ li gel qada leşkerî veguhaztin qada civakî jî.
JINÊN DIBÛN ZÎLAN
Çalakiya fedaî ya Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) di sala 1996’an de li Dêrsimê li dar xist, piştre bandoreke mezin li têkoşîna jinan kir. Bi gotineke din çalakiya Şehîd Zîlan ku Rêber Apo weke ‘’manîfestoya jiyana me’’ pênase dike, bûbûn bingeha paradîgmaya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ ku piştre bandor li hemû cîhanê kiriye. Piştre bi hezaran jin, li ser şopa Şehîd Zîlan meşiyan, ‘’bûn Zîlan’’ û têkoşîn di qada civakî de belav kirin.
PÊNGAVÊN KU LI HEMÛ QADAN BÛNA XWEDIYÊ GOTINÊ
Di destpêka salên 2000’î de jî têkoşîn derbasî qonaxeke din bû. Bingeha akademiyên jinan, meclîsên jinan û avaniyên xweser hatin avêtin. Koma Jinên Bilind (YJA) a di sala 2005’an de hate avakirin, bû pêngaveke wisa ku ji bo jinan hem bû xwerêveberiya siyasî û hem jî civakî. ‘’Pêngavên Azadiya Jinan’’ ên di heman demê de hate destpêkirin, ji gundan heya bajaran, ji malbatan heya kolanan kir armanc ku jin di hemû qadan de bibin xwediyê gotinê.
DERBASBÛNA HEVSEROKATIYÊ
Di qada siyasetê de yek ji xala herî girîng, derbasbûna pergala hevserokatiyê bû. Ev pergal cara ewil di salên 2005-2006’an de li gel Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di asta partiyê de bi fiêlî hate sepandin. Yekem hevserokên giştî yên DTP’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk bûn. Ev erka Aysel Tûglûkê pêşîkêşiya fermîbûna nûnertiya jinên Kurd, sazîbûn û pêkhatina avaniye watedar, kir.
Pergala ku piştre di serdema Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) de jî hate domandin, li gel sererastkirinên asayî yên di sala 2013’yan de zemîneke berfirehtir bi dest xist.
RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK, EKOLOJÎK Û AZADIYA JINAN ESAS DIGIRE
Rêber Apo di nirxandinên xwe de tim û tim diyar dike ku têkoşîna demokratîk girêdayî birêxistinkirina herêmî, mezinkirin û veguherandina wê ye. Jin jî tam jî di vê xalê de di qada herî biçûk de dibin xwediyê gotinê û mîsyona ragirên vê têkoşînê.
Di vê çarçoveyê de derbasbûna pergala hevserokatiyê ya li gel hilbijartinên xwecihî yên 2014’an, ji aliyê ku jin wê çawa bajarekî bi rê ve bibe, aboriya wî çawa were bikaranîn û wê çawa ji gel re xizmeteke baştir were pêşkêşkirin ve bû xalekî gelekî girîng. Di hilbijartinên 2014’an de di bin sîwana BDP-DBP’ê de 102 şaredarî hatin bidestxistin û di 96’ê wan de modela hevserokatiyê hate sepandin. Hevserokan ji meclîsên şaredariyan bigirin heya muduriyetên yekîneyan nûnertiya wekhev hate esasgirtin.
Li şaredariyên mezin û şaredariyên bajêr ên bajarên weke Amed, Wan û Mêrdînê hevserokên jin bûn mîmarên malên stergehên jinan, kooperatîfên jinan, kûrsên zimanê Kurdî, navendên çandî û projeyên aborî. Di rastiyê de ev pergal şaredarvaniya kevneşopî ji nêzîkatiya ‘’rê, av û kanalîzasyonê’’ derxist û hewla veguherîna rêveberiyên xwecihî yên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digirt bû.
DEWLETA TIRK JINÊN PÊŞENG HEDEF GIRTIN
Dema ku jin li her kolanan, her bajaran û herêman kêlî bi kêlî berxwedan honadin, dewleta Tirk ji bo ku vê berxwedanê bişkîne jinên pêşeng hedef girtin. Ev polîtîka bi zanebûnî dihat diyarkirin. Ji ber ku jina azad dibû hem avaniya baviksalar hem jî zîhniyeta dagirker têk dibir. Gerîlayên jin dihatin qetilkirin û bedenên wan hatin teşhîrkirin; jinên siyasetmedar jî yan bi destê tetîkkêşan yan jî bi awayekî rasterast hatin hedefgirtin.
Di 9’ê Çileya 2013’yan de piştî yekem hevdîtinên ‘’pêvajoya çareseriyê’’ li Parîsê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Buroya Enformasyona Kurdistanê bi sûîqestê hatin qetilkirin û ev yek mînaka herî eşkere ya vê polîtîkayê bû. Li gel hedefgirtina Sarayê ku yek sembola têkoşîna azadiya jina Kurd e, dihat armanckirin ku pişta tevger, îdeolojî û rêxistinê were şikandin.
Heman sûc, di serdema berxwedanên rêveberiyên xweser ên navbera salên 2015-2016’an hatin îlankirin de hatin kirin. Di 4’ê Çileya 2016’an de li Silopyayê Hevseroka Meclîsa Gel a Silopyayê ya DBP’ê Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.
Hedefgirtina jinên siyasetmedar ya li malên wan yan jî li kolanan, operasyona belavkirina tirseke kolektîf û şikandina îradeyê bû.
Dîsa di heman serdemê de êşkenceya li ser cenazeyên gerîlayên jin û teşhîr veguherîn rewşeke sîstemetîk. Bedenên şervanênşehîd hatin teşhîrkirin û di nûçeyan de dîmenên biçûkxistinê hatin serwîskirin. Van êrîşan, armanc dikir ku cezayê li lêgerîna azadiya hebûna jinan bibire.
Dewleta Tirk, di dijminahiya jinên Kurd de sînor nas nekirin. Derbeyên giran li destkeftiyan xist. Di sala 2016’an de di destpêkê de zêdetirî 90 şaredarî desteser kirin, hevserok girtin, hemû saziyên jinan girtin û hewl da ku jinan li hemû qadên jiyanê tune bike.
JINA AZAD, JIYANA AZAD
Lê belê jinan dev ji berxwedanê bernedan. Roja îroyîn li Bakurê Kurdistanê tevgera jinên Kurd, tevî hemû zext, sûîqest, komkujî û teşhîran jî ji aliyê sazîbûn û îdeolojîk ve bi hêz dibin.
Avaniyên jinan ên di bin sîwana DEM Partiyê de ji hevserokatiyên giştî bigirin heya meclîsên herêmî di hemû astan de nûnertiya wekev diparêzin. Bi sedan kooperatîf, komxebat û malên perwerdeyê yên ji aliyê jinan ve hatine avakirin, tovên xweseriya aborî û çandî belav dikin û şîn dikin. Bi taybetî paradîgmaya ‘’Jina Azad, Jiyana Azad’’ ya di nava jinan de belav bûye, veguherîna takekesî û kolektîf pêş dixe.
Ev têkoşîn helbet bi hêsanî nehat bidestxistin. Bi hezaran jin yan hatin girtin yan êşkence dîtin yan hatin qetilkirin yan jî hatin sirgûnkirin. Lê belê her windahiyek veguherî şiyarbûneke nû, her derbeyek veguherî birêxistinbûneke nû û her zulm jî veguherî îradeyeke kûrtir.
Ev tecrûbeya li Bakur, ji perçeyên din ên Kurdistanê re jî bû îlham û bihêzbûna piştevaniya jinan a li çar perçeyan berdewam dike.

