Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê hukmê ku di biryara Îmamoglû de binpêkirin tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand
Jin

YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên şehîd bûne ragihand û got, “Di nava têkoşîna azadiyê de, her hevrêyeke ku tevlî refên berxwedanê dibe, bi biryardarî û kedeke mezin şopa xwe li ser dîroka gelê me dineqişîne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Tebax 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi vî rengî ye:

“Em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin ku her bostek xaka me bi xwîna lehengên me yên azadiyê tê parastin. Di giştî dîroka mirovahiyê de jinan pêşengtî kirine û bûne xwediyên çalakiyên mezin û di nava tevgera me de navên xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine. Pêşengtiya jinên şerker îro bûye rastiya jiyana ebedî. Hevrêyên me Eylem Cûdî, Silava Kurdistan û Eylem Çiya ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe heta henaseya xwe ya dawiyê şer kirin û di dem û cihên cuda de gihaştin asta şehadetê. Em di serî de ji mîmarê jiyana azad Rêber Apo re, malbatên hevrêyên xwe yên hêja û tevahî gelê xwe yê azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin.

Di nava têkoşîna azadiyê de, her hevrêyeke ku tevlî refên berxwedanê dibe, bi biryardarî û kedeke mezin şopa xwe li ser dîroka gelê me dineqişîne.

Hevrêya me Eylem Cûdî yek ji wan lehengên nemir bû ku bi biryardariyeke mezin berê xwe da eniyên pêş ên şer. Hevrê Eylem di nava malbateke welatparêz de mezin bûbû, bi çand û nirxên welatê xwe re bûbû yek. Wê diyar kir ku parastina Efrînê, parastina rûmeta mirovahiyê ye û bi ruhê fedaiyane yê hevrêyên xwe re, li hemberî teknolojiya herî pêşketî ya dagirkeran, bi vîneke pola bû sembola berxwedanê. Hevrê Eylem Cûdî bi sekna xwe ya milîtanî, bi rûkeniya xwe di nava dilê hemû hevrêyan de cihê xwe girt û di demên herî dijwar de moral da derdora xwe. Ew ne tenê şervanek bû, her wiha parêzvana nirxên azadî, wekhevî û jiyana bi rûmet bû. Çalakiya wê ya li hemberî zilm û tarîtiyê, bû ronahî ji bo rêbaza têkoşîna me. Hevrê Eylem Cûdî 14’ê Adara 2018’an di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Mabata ya Efrînê de tevlî karwanê nemiran bû.

Di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, Berxwedana Serdemê ya Efrînê bû pênaseya serhildana hebûn û rûmetê ya li hemberî faşîzm û dagirkeriyê. Di vê stargeha berxwedanê de, hevrêya me Eylem Çiya, bi fedakarî û hişmendiya xwe ya bîrdozî, navê xwe li ser zinarên Çiyayê Kurmênc weke sembola milîtanbûna Apoyî nivîsand. Hevrê Eylem, azadî weke felsefeyeke jiyanê û vejîna civakî girt dest; ew bi rihê jina azad û civaka demokratîk meşiya. Di kêliyên herî dijwar ên êrîşên artêşa Tirk a dagirker de, bêhtir bîrdoziya parastina xaka pîroz pejirand û li ser xeta fedaîtiyê helwest nîşan da. Li ser axa Efrînê mezin bû, bi çanda berxwedanê ya kevnar re bû yek û nirxên welatparêziyê kir bingeha jiyana xwe ya milîtanî. Şehadeta wê bû destpêka geşbûna têkoşîna tolhildanê. Hevrêya me Eylem Çiya di dîroka Sibata 2018’an de di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de tevlî karwanê şehîdan bû.

Yek ji rûpelên herî bi heybet û bi rûmet a vê dîrokê, bê guman Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya sala 2018’an e. Yek ji stêrkên geş û nemir ên vê berxwedanê, hevrêya me ya leheng Silava Kurdistan bû. Hevrê Silava, jineke berxwedêr û dilsoz a axa Efrînê bû. Her kêliya jiyana xwe diyarî azadiya gelê xwe û rûmeta jinê kir. Wê dagirkerî û koletî qet nepejirand. Gava dor hat parastina rûmeta Efrînê, wê bi vîneke ji pola, bi bîrdoziya azadiyê û bi dilê xwe yê fedayî li dijî hovîtiya herî mezin şer kir. Hevrê Silava Kurdistan, di nava xaka pîroz a Efrînê de herikî nav karwanê nemiran û bi şehadeta xwe nîşanî her kesî da ku vîna jina azad û daxwaza azadiyê ya gelê Kurd bi têkoşînê pêkan e. Jiyana wê bû mînak û şopek ji bo hezar ciwanên ku îro li ser xeta wê dimeşin. Hevrêya me Silava Kurdistan di dîroka 9’ê Adara 2018’an de li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bû.

Em soz didin ku bîranîna hemû şehîdên azadiyê di têkoşîna xwe de zindî bihêlin. Ala azadiyê ya ku wan radestî me kiriye, li seranserê axa Kurdistanê ber bi serkeftinê ve bibin û dagirkeriyê ji ser xaka xwe paqij bikin. Xeyalên wan ên Rêbertiya azad û welatekî azad pêk bînin. Em dubare sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe û tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameyên hevrêyên şehîd bi vî rengî ne: 

Nav û Paşnav: Eylem Cûdî

Nav û Paşnavê Rast: Fatma Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Navê Dayîkê: Selwa

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn- 14. 03. 2018

*** 

Nav û Paşnav: Eylem Çiya

Nav û Paşnavê Rast: Raniya Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: 1999- Efrîn

Navê Dayîkê: Sewliye

Navê Bav: Ferîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn-  2018

*** 

Nav û Paşnav: Silava Kurdistan

Nav û Paşnavê Rast:  Îman Mustefa

Cihê Ji Dayikbûnê: 2000- Efrîn

Navê Dayîkê: Selwa

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn- 2018”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sevîm Ekîn ji girtîgehê peyamek ji bo birayê xwe yê şehîd Hamit Ekîn şand
Nûçeya Pişt re Kongra Star ji bo şehîdên hatine îlankirin, peyama sersaxiyê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk bombe li gundeke girêdayî Duhokê barand, şewat derxist

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Kanî yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê barand.…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên Evîn Goyî yên HBDH li 2 bajaran çalakî kirin

Milîsên Evîn Goyî yên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li dijî êrîşên dagirkeriyê…

Ji aliyê Stêrk TV

AKP’ê bi wesîleya cejnê serdana DEM Partiyê kir: Berpirsyarî ya desthilatdariyê ye

Şandeya AKP’ê bi wesîleya cejnê serdana DEM Partiyê kir. Di serdanê de peyamên piştgiriyê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Urmiyê jinek hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hate îdîakirin ku Koreya Bakur piştgiriya leşkerî ya ji bo Rusyayê sekinandiye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?