Yekşem, 17 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Zarokên min naxwazin ku bavê wan li girtîgehê bimire’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîr: Ji bo çareseriyê garantiya qanûnî û statu divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ 3 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel hate birîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Aştî ji jorê ve nayê, bi têkoşînê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes li Kadikoyê meşiyan: Divê girtî bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Komkujiya Hewlêrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Saadet Akman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin
Kurdistan

HPG: Mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên 7'ê Kanûna 2021'ê li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got, "Heta nefesa xwe ya dawî bi hişmendiyeke xurt û dilsoziyeke kûr têkoşiyan û mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me Denîz û Rustem di 7’ê Kanûna 2021’ê de li herêma Xakurkê di êrişa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bûn.

Ewladên leheng ên gelê Kurdistanê hevrêyên me Denîz û Rustem ku li dijî êrişên qirkirinê yên li ser gelê me bi tevlîbûna li nava tevgera me ya azadiyê xwestin bibin bersiv, li her qada ku lê man sekneke mînak nîşan dan. Di dema şerê herî giran de xwestin li eniyên herî pêş cih bigirin û pêşniyara vê yekê kirin. Li qadên cuda yên Kurdistanê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bêteredût bi cih anîn. Hevrêyên me Denîz û Rustem bi hêza ji îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo wergirtî gelek wezîfeyên zehmet bi cih anîn û bûn milîtanên bi biryar û serketî. Ji bo armancên şehîdên me pêk bînin, têkoşîna azadiyê bi daxwazeke mezin xurt kirin. Heta nefesa xwe ya dawî bi hişmendiyeke xurt û dilsoziyeke kûr têkoşiyan û mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin.

Hevrêyên me Denîz û Rustem li dijî êrîşên dijmin jiyaneke li ser xeta fedaîtiyê tercîh kirin û tevlî karwanê nemiran bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Denîz û Rustem em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe ji cihê mayî bi biryardarî dewam bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav. Denîz Aras Kobanê
Nav Paşnav: Necla Adil Buzî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Xezal-Adil
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Kanûna 2021 / Xakurkê

Nasnav: Rustem Cûdî
Nav Paşnav: Apo Aşkan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Caziye Recep
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Kanûna 2021 / Xakurkê

DENÎZ ARAS KOBANÊ

Hevrêya me Denîz li Kobanê ku sembola berxwedanê ye li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê ya hêja û derdora wê welatparêz bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir, bi hişmendiya welatparêziyê mezin bû. Ji ber ku ji malbata wê tevlîbûn li nava refên partiya me PKK’ê hebû û bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû, hîn di zarokatiyê de xwest bibe gerîla. Hevrêya me mîna her ciwanên Kurd rastiya dijmin zû fêhm kir, li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me bû xwedî hêrseke mezin. Ji salên dibistanê ve ji ber ku nekarî bi zimanê dayikê perwerdeyê werbigire bi hêrs bû. Di sala 2015’an de kekê wê Şehîd Aras Buzî ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve şehîd hate xistin û vê yekê gelekî bandor lê kir. Her tim bi hêrsa hilanîna tolê ji dijmin mezin bû û gihîşt wê baweriyê ku bersiva herî mezin bi tevlîbûna li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dibe. Bi bandora berxwedana destanî ya li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hate nîşandan û bi bandora ji şehîdan biryar da ku tevlî bibe. Pratîka xwe ya destpêkê ya têkoşînê li Rojava kir. Di sala 2017’an de bi rengekî çalak tevlî kar bû. Beşdarî pêngavên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû. Piştî perwerdeya kurt a leşkerî tevlî pêngavan bû. Di pêngava Dêrazorê de birîndar bû, di demeke kurt de xwe komî ser hev kir û hêrs û biryardariya xwe di têkoşînê de hîn mezin kir. Hevrêya me Denîz gelekî kete bin bandora têkoşîna azadiyê ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê rawestiya û bû milîtaneke welê ku li ser bingehên xurt bi têkoşîna me ya azadiyê ve hate girêdan. Li ser vê bingehê biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezin bike, ji bo armanca xwe ya zarokatiyê pêk bîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me xwe gihand çiyayên azad ku warê pîroz ê gerîla ye û bi kêfxweşiya ku armanca xwe ya zarokatiyê pêk aniye beşdarî her karî bû. Hevrêya me Denîz ku bû heyranê xwezaya herêma Xakurkê di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û şert û mercên giran ên çiyê bû. Ji bo bi rastiya têkoşînê û keda mezin a Rêber Apo bibe yek kete nava hewldanan. Bi xwendina parêzname û îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me xwe kûr kir, li qada leşkerî û îdeolojîk bi pêş ket. Nasnameya jinê ya azad li her derê bi rengekî hêja temsîl kir û beşdarî gelek karan bû. Zanîbû ku şoreşger ew kes in ku dîrokê diyar dikin, lewma xwest bersivê bide zext û komkujiyên li jinan û gelên bindest têne kirin. Hevrêya me Denîz xwest mîsyona pêşengiyê ya li nava civaka me û tevgera me ya jinê bi cih bîne, lewma her tim kete nava nîqaşan û xwest rê li ber hevrêyên xwe bixe. Hevrêya me Denîz ku bi tevlîbûna xwe ya sade, bêfikar û bêteredût bû milîtaneke mînak, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Li her qadê bi fedakariyê dihate naskirin, di heman demê de ji bo xwe di xeta azadiya jiNê de bi pêş bixîne kedeke mezin da. Haya hevrêya me ji mejiyê serweriya mêr a bi hezaran salan a li dijî jinê hebû, li hemberî vê yekê jî xwedî danheviya îdeolojîk bû û ji perwerdeya xwe ya şexsî tawîz neda. Di nava her şert û mercî d xwend, nîqaş kir. Bi girîngiya perwerdeya Rêberê me û Partiya me, di demeke kurt de bû milîtaneke şareza.

Hevrêya me Denîz hêrs û daxwaza xwe ya têkoşînê her roj hîn mezin kir, gihîşt wê baweriyê ku li dijî dijmin tenê bi têkoşîna li ser xeta fedaîtiyê serketin dikare bi dest bikeve. Bi vê armancê xwe hîn bêhtir perwerde kir. Li herêma Xakurkê li gelek qadan têkoşiya, di her karî de ev taybetmendiya xwe parast. Di karên pratîkî de bû xwedî tecrûbe û bi tevlîbûna hîn xurt wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî. Hevrêya me Denîz ku gerîlayeke mînak a YJA Starê bû, ala berxwedanê ji me re hişt. Em soz didin ku di şexsê wê de hêjayî hemû şehîdan bibin.

RUSTEM CÛDÎ

Hevrêyê me Rustem li Colemêrgê ku bi hezaran ewladên xwe da têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi çanda Kurdîtiyê ya xurt a ji malbata xwe mezin bû, weke ciwanekî Kurd ê dilsozê cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me li nava malbateke koçer mezin bû, zû tevlî nava têkoşîna jiyanê bû û alîkarî bi malbata xwe re kir. Ji ber ku herêma lê bû timî dibû hedefa êrişên dijmin, rastiya dijmin di zarokatiyê de fêm kir. Nexwest biçe dibistanên dijmin ku navenda asîmîlasyona sîstemê ye, tenê çend rojan çû dibistanê, dest ji dibistanê berda û kete nava nakokiyan. Zilma dewleta Tirk a dagirker a li gelê me qet ji bîr nekir û hêrsa xwe her roj hîn mezin kir. Hevrêyê me ku li pêşberî têkoşîna me ya azadiyê heyran bû, di sala 2014’an de biryar da kut evlî nava refên gerîla bibe.

Li hemberî êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê, bi tevlîbûna li nava refên grîla bersiv da û perwerdeya şervanên nû di sala 2014’an de li herêma Heftanînê wergirt. Bi saya daxwaza xwe ya hînbûnê û heyraniya xwe ya li jiyana gerîla di demeke kurt de bi pêş ket. Bi bandora ji jiyana gerîla û têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK’ê armancên mezin danî pêşiya xwe. Piştî perwerdena şervanên nû derbasî qada Bektorya ya Heftanînê bû û pratîka xwe ya destpêkê bi cih anî. Tevlîbûna wî ya bi moral û serweriya li qadê ji wî re bû bingeha pêşketinê. Firsenda bicihanîna perwerdeya leşkerî baş bi kar anî û bû milîtanek ku ji her wezîfeyê re amade bû. Li hemberî êrişên xwînxwarî yên dewleta Tirk ên sala 2015’an ên li Bakurê Kurdistanê li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê hevrêyê me kete nava lêgerînê, ji bo perwerdeya branşa leşkerî pêşniyar kir. Hevrêyê me zanîbû ku li dijî dagirkeran tenê bi rêbaza fedaî û taktîkên gerîla yên profesyonelî dikare bibe bersiv û bi vî rengî tevlî perwerdeyê bû. Di sala 2015’an de li Akademiya Şehîd Mahîr tevlî perwerdeya branşa çekên giran bû û kete nava kûrbûneke xurt. Hevrêyê me Rustem ku xwedî hêrs û lêgerîna lêdana derba mezin a li dijmin bû, di perwedeyê de parêznameyên Reberê me û perspektîfên gerîlatiYe xwend û di kesayetiya xwe de rêbaza fedaîtiyê afirand. Di raporeke xwe de li ser armanca xwe got, ‘Di serî de mijarên rêxistinî û kadrobûnê dixwazim xwe kûr bikim û derfetên ku rêxistin pêşkêşî me dike baş bi kar bînim’. Piştî perwerdeyê demekê li herêma Parê karên partiyê kir. Bi saya dîsîplîn kedkariya xwe ya di kar de wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li deverên cuda ma, herî dawî li herêma Xakurkê tevlî karên partiyê bû. Li hemberî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên sala 2021’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevlî berxwedana destanî ya gerîla bû ku bi rengekî fedaî li ber xwe didan û beşdarî amadekarî û pratîka gelek çalakiyan bû. Xeta fermandarên me yên mezin Egîd û Zîlan ji xwe re kir esas û tevlî her karî bû. Ji bo tola hevrêyên me yên şehîd hilîne kete nava lêgerînan. Di demeke kurt de bû milîtanekî fedaî û heta nefesa xwe ya dawî ji bo serketina partiya me PKK têkoşiya, hemû wezîfeyên zehmet bêteredût bi cih anî.

Hevrêyê me Rustem Cûdî di 7’ê Kanûan 2021’ê de li Xakurkê di êrişa dijmin de şehîd bû û mîrateyeke tijî ya têkoşînê li pey xwe hişt. Li gorî ruhê demê tevgeriya, bi rêbaza fedaîtî şer kir û em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ji me re hiştiye em ê bi rengê hêjayî hemû şehîdan, bi cih bînin. li pêşberî bîranîna şehîdên xwe em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Daxwaza jinûve darizandinê ya Osman Kavala hate redkirin
Nûçeya Pişt re PKK’ê Hakî Karer di salvegera 47’an a şehadeta wî de bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fermandara YPJ’ê û şervanê QSD’ê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin

Fermandara YPJ’ê Şîlan Kobanê û şervanê QSD’ê Karker Kobanê li bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên MAK’ê li wesayîta leşkerî xistin

Milîsên MAK’ê li Êlihê bi bombeyên dest li wesayîta leşkerî xistin û herî kêm 3…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başûrê Pasîfîk bi pileya 7.3 erdhej pêk hat

Li nêzî welatê giravê Vanûatû yê li Başûrê Pasîfîk bi pileya 7.3 erdhêj pêk hat.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê Komkujiya Hewlêrê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayika Aştiyê Saadet Akman jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?