Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talîp Guler ê DAÎŞ’î ku yek ji kujerên Kadrî Bagdu ye anîn Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payin ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyê “vê hefteyê” pêşkêşî Şandeya Îmraliyê bê kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê Sarya Erez Dersim bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê Sarya Erez Dersim bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê gerîlaya şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û sekna xwe ya dilnizm, bû yek ji mînakên herî baş a mîlîtaniya Apoyî.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Hevrêya me Sarya Erez Dersim 23’yê Adara 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Em hevrêya xwe Sarya di salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

 

Hevrêya me Sarya ji bo paradîgmaya Rêbertî zindî bike, bi ruhekî fedayî tevlî bû. Di her kêliya jiyanê de bi tevlîbûna xwe ya bi moral bû mîlîtaneke mînak. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û sekna xwe ya dilnizm, bû yek ji mînakên herî baş a mîlîtaniya Apoyî. Hevrêya me Sarya bi lêhêrbûnên xwe yên li ser xeta azadiya jinê mîsyon û berpirsyarî girt ser xwe û her tim wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Sarya, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku xeyalê hevrêya xwe ya ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ pêk bînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Sarya Erez Dersim, bi vî rengî ne:

Nasnav: Sarya Erez Dersim

Nav û Paşnav: Rêzan Çakar

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Nedret – Şêxmûs

Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê Adara 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Sarya li Amedê di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Lewma têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê meşandin, pir zû nas kir. Xalê wê Eyup Aslan sala 1992’yan şehîd dibe, xalê wê yê din Reşît Aslan jî piştî tevlî tevgera azadiyê dibe dîl dikeve destê dijmin; ev yek bû sedem ku hevrêya me Sarya rastiya dijmin zû nas bike. Hevrêya me rastiya Kurdistanê û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê tevî temenê xwe yên ciwan ferq kir û her tim ket nava lêgerînê. Hevrêya me armanc kir ku kesayeta xwe ya serhildêr û berxwedêr a Amedê, bi exlaqê azadiyê û îdeolojiya Rêber Apo re bike yek. Bi sekna xwe ya di jiyanê de ji derdora xwe re dibe mînak. Hevrêya me Sarya dizanî ku yekane hêza ku li Kurdistanê kiryarên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk asteng bike û vê dewleta qirker têk bibe, gerîla ye. Bi vê zanebûnê lêhêrbûnên xwe kûrtir kir. Ji bo Rêbertiya Partiyê û rastiya şehîdan fêm bike, her tim di nava lêgerînê de bû. Hevrêya me di ferqê de bû ku bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê dikare xwe bigihîne heqîqetê; li dijî feraseta paşverû ya sîstema desthilatdariya mêr, partiya me PKK weke navnîşana azadiyê dît. Hevrêya me Sarya dizanî ku şoreşger ber didin dîrokê û xwest li dijî zext û komkujiyên li ser jin û gelan, bibe bersiv. Xwest berekî rast bide hewldanên azadiyê yên pêş dikevin û mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bîne. Di vî warî de her tim tevlî nîqaşan bû û xwest ku her kesê li derdora xwe bikişîne vê rêya rast û pîroz. Hevrêya me Sarya timî bi xwendinê armanc kir ku xwe pêş bixe. Dema ku li Zanîngeha Mêrsînê beşa hemşîretiyê dixwîne, lêgerînên xwe hîn kûrtir kir. Hevrêya me ji bo pratîzekirina her tiştê ku xwendî û fêm kirî, çiyayên Kurdistanê dibîne. Demek diyar li qada Bakur di nava xebatên ciwanan de cih digire û ji bo tevlîbûneke hîn baştir ket nava hewldanan. Hevrêya me Sarya dizanî ku encex bi tevlîbûneke rast dikare wezîfe û berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê me bi cih bîne. Sala 2013’an ji Mêrsînê tevlî nava refên gerîla dibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

 

Hevrêya me Sarya dema gihîşt çiyayên Kurdistanê, perwerdehiya xwe ya şervantiyê li Herêma Garê dît. Hevrêya me ya ku efsuna jiyana gerîla tam kir, ji têkiliyên hevrêtiyê ya li nav refên PKK’ê gelekî bandor bû. Bi taybetî di xeta jina azad de tevlîbûnek çalak kir. Hevrêya me Sarya di pêvajoya perwerdehiyê de, ji bo gelek nakokiyên ku di nava sîstemê de dijiya bersiv dît û lêgerîna xwe xurtir kir. Hevrêya me ya ku piştî perwerdehiya xwe bi dawî kir li herêma Garê tevlî xebatan bû û demek di nava xebatên pratîk de cih girt. Hevrêya me ku di vê pêvajoyê de di jiyana xwe de gelek tecrûbe bi dest xist, karî bibe gerîlayeke YJA Starê ya jêhatî.

Hevrêya me Sarya ku di ferqa rastiya dijmin û êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a qirker a li dijî gelê me û tevgera me de ye, ji bo amadekariya vê pêvajoya şer sala 2014’an tevlî perwerdeya pisporiyê ya li Akademiya Şehîd Mahîr bû. Hevrêya me ku li dibistana çekên giran dewreyek perwerdehî dît, bi perwerdehiya wergirtî re di bikaranîna gelek çekan de pispor bû. Ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin ên di sala 2015’an de berfireh bûn, hevrêya me Sarya ku bi israr dixwest biçe qadên ku şer lê giran bûye, li herêmên Zap, Xinêrê, Şengal û Cîlo yê gerîlatî kiriye.

Hevrêya me ku ji Zagrosan heta Şengalê di her qada pêwîst de xwedî tevlîbûneke çalak bû, di pratîka şer a dijwar de ku tê de cih girt, tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku li hemberî gel û jinên me yên Êzidî bi taybetî li herêma Şengalê êrîşeke qirkirinê pêk anî, bû xwedî têkoşîneke bênavber. Hevrêya me Sarya ku bi moral û tevlîbûneke çalak a li her qadê hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî û vegeriya çiyayên Kurdistanê cihê azadiyê ku xwe lê nas kir.

Hevrêya Sarya di sala 2017’an de beşdarî perwerdeya Akademiya Şehîd Bêrîtanê bû û di perwerdeyê de kûrbûnên xwe yên li ser mîsyona ku Rêber Apo dayî jinan û rola pêşeng a jinan a di nava tevgera me de zêdetir kirin. Têkildarî analîzên Rêbertî yên derbarê artêşbûna jinan de jî xwe bi pêş xist. Hevrêya me Sarya her wiha nasnameya jina azad li ser xwe şênber kir û perwerdeya xwe bi serkeftî temam kir û beşdarî xebatên pratîkê bû. Li herêma Garê di nava xebatên cuda de cih girt û hemû xebatên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn.

Bi helwesta xwe ya milîtanî û bi tecrûbeyên xwe yên di xebatên rêxistinî û stratejîk de baweriyeke mezin dida  hemû hevalên xwe û derbasî herêma Qendîlê bû û li wir beşdarî xebatan bû. Hevrêya me Sarya beşdarî gelek çalakiyên girîng ên rêxistina me bû û layiqbûna baweriya hevalên wê ya ji bo wê bi awayekî zelal nîşan da. Di pêvajoya van xebatên xwe de tecrubeyên girîng ên rêxistinî û îdeolojîk ji hevalên girt û ev tecrûbeyên xwe di hemû kêliyên jiyana xwe de ji bo xizmeta gelê Kurd di pratîkên xwe nîşan da û erkên xwe yên şoreşgerî bi awayekî serkeftî pêk anîn. Weke jineke şoreşger mezintirîn xeyala wê azadbûna hemû jinên cihanê bû û bi helwest û zanebûna xwe ya jina azad ji hemû hevalên xwe re bû milîtaneke mînak a PJAK’ê.

Hevrêya me Sarya bi helwesta xwe, tecrûbeyên xwe yên îdeolojîk û bi îdîaya xwe ya nûnertiya nasnameya jina azad, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînakeke nejibîr û di 23’yê Adara 2019’an de tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bû. Di salvegera şehadeta hevrêya me Saryayê de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza berfirehkirina têkoşîna azadiyê û pêkanîna xeyalên şehîdên xwe dubare tînin ziman.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bîrdariya Kurdistanê ya neqşkirî, xalîçe winda dibin
Nûçeya Pişt re Ji bo Nûjiyan Erhan merasîma bîranînê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Kobanê heta Tişrînê

Payîza dereng a sala 2014, bajarê bi navê Kobanê ku di halê xwe de bû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ji ber şert û mercên hewayê hate taloqkirin

Platforma Saziyên Demokratîk ragihand ku mîtînga “Hêvî û Azadiyê” ji ber şert û mercên hewayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

Kanîreşiyên li Elmanyayê ji bo xwedîderketina li nasname û nirxên xwe yên çandî 'Şevbêrka Kanîreşê'…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?