Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > HPJ’ê 4’ê Nîsanê 76’emîn rojbûna Rêber Apo pîroz kir
Jin

HPJ’ê 4’ê Nîsanê 76’emîn rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Fermandariya Giştî ya HPJ'ê, 4'ê Nîsanê 76'emîn rojbûna Rêber Apo pîroz kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna wî û felsefeya "Jin Jiyan Azadî".

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) rojbûna Rêber Apo pîroz kir û bal kişand ser girîngiya fikir û têkoşîna wî ya ji bo gelê Kurd û hemû cîhanê. HPJ’ê 4’ê Nîsanê weke qonaxeke dîrokî pênase kir û bal kişand ser keda Rêber Apo ya ji bo azadî û modernîteya demokratîk û girîngiya felsefeya “Jin Jiyan Azadî”.

Fermandariya HPJ’ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku mirov ji dema xwe ya destpêkê heta roja me ya îro ketiye hewldana fêmkirina heqîqeta xwe û ya gerdûnê û got, “Di şexsê her mirovek de lêgerîna ku pêş ket wateyeke mezin ava kir û mirovahî gihand vê rojê.”

HPJ’ê, anî ziman ku her mirovek li ser bingeha rastiya xwe bû beşek ji rastiya jiyanê û wiha domand, “Lê di giştî de heqîqet weke nepeniyek ma. Rojek hat û heqîqet sirra xwe di zayîneke efsunî de veşart. Di wê zayîna zêrîn de ji kêliya xwe ya destpêkê heta 4’ê Nîsanê 1949’an dîrok hat ziman û dem herîkîna xwe ber bi azadî, ber bi heqîqetê ve araste kir. Ev zayîn li dergûşa şaristaniya demokratîk Kurdistanê serdemeke nû vekir û bû hêviya jiyana nû ku li ser koka heqîqeta mirovahiyê şîn dibe.

Bi taybet gelê me vê rojê weke pîroziyek dît û weke zayîna xwe qebûl kir. Li bihişta ser rûyê erdê Kurdistan, roja 4’ê Nîsanê ku roja herî xweş ya biharê ye di dem û cihek taybet de Rêber Apo vê jiyanê pîroz kir.”

Berdewama daxuyaniya Fermandariya HPJ’ê bi vî rengî ye:

“Bi avakirina têkoşîna azadiyê Kurdistan ku Rêber Apo vê weke zayîna duyem qebûl dike, pêngavên ber bi jiyana azad bi rengekî şênber destpêkirin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya ku ava kir, bi sîstem û rêxistinbûna ku pêş xist re, her kêlî vê meşê azadiyê bihêz kir û bi mîsyona xwe ya dîrokî di serî de ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn û tevahiya cihanê bû Rêberek bê emsal.

Her ku têkoşîna azadiyê mezin bû û felsefeya Rêber Apo berbelav bû, gelê Kurd ji pença qirkirinê roj bi roj rizgar bû. Gihişt astekî ku li beramberê dijminê ceberud xwe di pêşengiya jin de rêxistin bike û bi dînamîzma xwe ji sîstema wan tol rakir û vê sîstemê ji bingeh de hejand. Bi taybet bi avakirina paradîgmaya modernîteya demokratîk, Rêber Apo vî şerî veguherand şerê sîteman. Sîstema modernîteya demokratîk li beramberî sîstema modernîteya kapîtalîst bû alternatîfek wisa ku li tevahiya cihanê di serî de jin û ciwan, hemû mirovahiyên azadî û demokrasîxwaz li dora Rêber Apo bibin yek.

Yek ji teyisîna vê rastiyê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ re derket pêş. Di pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdistan de, hemû jinên cihanê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku afrînerê wê Rêber Apo ye, li beramberê sîstemê mêr-dewlet bi yek deng qêriyan û di dîrokê de dibe ku cara yekeme ku jin bi hevgirtineke bi vî rengî li beramber sîstema mêrsalar hesap pirsîn. Rêber Apo di serî de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cihanê bandorek wisa ava kir ku di dîrokê de mînakê wî nîne. Ji bo vê em jî weke HPJ’ê 4’ê Nîsanê di serî de ji bo gelê Kurd û ji bo hemû mirovahî weke vejînek zêrîn dibînin û rojbûna Rêber Apo ya 76’emîn di serî de li Rêber Apo, jinên Rojhilatê Kurdistan, Îranê û li tevahiya mirovahî pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran êrîş kirin, gerîla bersiv da
Nûçeya Pişt re Hezar û 879 kes hatine binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘PDK sûc dike, em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in’

DFG’ê ji bo rojnamevan Silêman Ehmed ê beriya 200 rojan ji aliyê PDK’ê ve hatî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEV 20’Ê ÇILEYA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?