În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeda li Arzoxlî ya li dijî projeya GES’ê 30 roj li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Amedê: ‘Ji bo zarokan divê polîtîkayên civakî yên mayinde bêne afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serokê Desteya Giştî ya NY’ê banga li Myanmarê: ‘Rohingyayiyan vegerînin malên wan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê belavkarên rojnameyan ên salên 90’î bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Mahsuni Karaman: Divê Mazlum Içli beraat bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin’
Jin

‘Ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin’

Endama Komeleya Jinan a Star Pinar Kûtevî bal kişand ser cureya tundiyê û qetilkirina jinan ên li bajarên Serhedê yên zêde dibin û diyar kir ku ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê starta xebatên wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de werin kirin, hate dayîn. Li Kurdistanê di çarçoveya bernameya ku wê di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), şaredarî û saziyên jinan heya 25’ê Mijdarê berdewam bike de wê li gund û taxan civînên jinan werin lidarxistin. Ji bilî civînên ku wê her roj li cihên cuda werin lidarxistin wê atolye jî werin lidarxistin. Di çalakiyan de wê cureyên tundiyê yên zêde dibin û pirsgirêkên jinan werin nîqaşkirin.

Di destpêka bajarên ku lê xebat tên biriêvebirin de Wan tê. Li gorî daneyên li ser çapemeniyê, li bajêr di nava saleke dawîn de du jin hatine qetilkirin û çar jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Tabloya têkildarî tundiya li ser jinan bes bi bajarê Wanê re sînordar nîne. Li bajarên li Herêma Serhedê jî daneyên balkêş hene. Li gorî daneyên k ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hatine amadekirin, li 9 bajarên li herêmê di nava sê salên dawîn de 32 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û 24 jin jî ji aliyê hevjînên xwe ve hatine qetilkirin.

Komeleya Jinan a Star a têkildarî bûyerên tundiyê yên li herêm û bajêr serlêdanên piştevanî û alîkariyê distîne jî bûyerên tundiyê yên zêde dibin nirxand. Endama piştevaniyê Pinar Kûtevî têkildarî cureyê tundiyê yên li ser jinan, astengiyên civakî yên eşkerekirina tundiyê û bandorên tundiyê yên li ser jinan ji ajansa me re axivî.

Pinar Kûtevî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku jin ji ber zextên malbat, civak û aborî tundiya dibînin naînin ziman û got: ‘’Parastina jinan, bes ne destwerdana di dema tundiyê de ye. Armanca me ya sereke sererastkirina şert û mercên rê li ber tundiyê vedikin û astengkirina van yekan e.’’

‘JI BER ZEXTA CIVAK Û MALBATÊ TUNDÎ TÊ VEŞARTIN’

Pinar Kûtevî piştre diyar kir ku jin di majara pênasekirina tundiya dibînin û serlêdana ji bo mekanîzmayên eleqedar de li rastî zehmetiyên mezin tên, anî ziman ku li Herêma Serhedê tundî gelek caran tê veşartin û got:

‘’Jinên li Herêma Serhedê jin li gorî awayê pênasekirin, dîtin û hîskirina tundiyê û ragihandina wan a ji mekanîzmayên eleqedar re li rastî gelek zehmetiyan tên. Herî zêde ji bo tundiyên fîzîkî, derûn,, sîber, aborî, zayendî û şopandina biisrar ji me re serlêdan tên.

Lê belê ji ber zextên malbatê, zextên civakî û girêdaniya aborî jin carnan pê nahesin ku tundiyê dibînin jî. Wisa li wan hatiye qebûlkirin ku ev yek têkiliyeke navmalbatî ye, nabînin tişta ku lê rast tên tundî ye.

Li Herêma Serhedê girîngtirîn mijara ku divê em li ser bisekinin, veşartina tundiyê ye. Jin li gel tirsa xirabbûna yekîtiya malbatê yan jî dema ku wê eşkere bikin wê werin vederkirin bê deng dimînin. Hemû tundî venaguherin serlêdanê. Zêde bêdengmana jinan jî carna nîşaneya wê yekê ye ku jin li rastî tundiyê tê.’’

‘TUNDIYA DIJÎTAL Û GEFA SÎBER BERÊ JINAN DIDIN XWEKUŞTINÊ’

Pinar Kûtevî di dewama axaftina xwe de îfade kir ku ew weke komele naxwazin bibin saziyeke ku bes serlêdanan distînin û diyar kir ku ew armanc dikin xwe bigihînin qadên jiyana jinan.

Pinar Kûtevî piştre destnîşan kir ku ew dixwazin li gund û taxan xebatên atolyeyan û zanedarkirinê bi rê ve bibin û bal kişand ser girîngiya zanedarkirina jinan a di mijara mafên hiqûqî de. Pinar Kûtevî anî ziman ku divê qadên ku jin bikaribin xwe îfade bikin, jê bawer bikin û bi zimanê xwe xizmeta şêwirmendiyê bistînin werin avakirin û got ku bi taybetî jin bi şantaj û gefên sîber re rû bi rû dimînin.

Pinar Kûtevî got: ‘’Di demên dawîn de tacîzên sîber di rojeva me de ne. Bi taybetî li ser jinên me yên ciwan şantaj û gefên sîber hene. Ev yek piştre weke amûrên şantaj tên bikaranîn. Hin jinên ciwan ên ji ber zexta civakî li rastî vê gefê tên carna dawiyê li jiyana xwe tînin. Li gel tirsa ‘wê rûmeta min a civakê tune bibe û malbata min, min bikuje’ bûyerên xwekuştinê diqewimin.’’

‘MAFÊ JIYANA JINAN NE XWEŞXWAZÎYEK E’

Pinar Kûtevî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bes nedi bin berpirsiyariya saziyên jinan de ye û got ku divê şaredarî, walîtî, qeymeqamtî û navendên saziyên jinan bi awayekî koordînekirî bixebitin.

Pinar Kûtevî ev yek anîn ziman: ‘’Misogerkirina mafê jiyana jinan berpirsiyariya hemû saziyan e. Di warê zanedarkirina jinan de divê hemû sazî bi awayekî koordînekirî bixebitin. Divê mafê jiyana jinan ne girêdayî îradeyeke siyasî, nêrîn yan jî desthilatdariya ku diguhere û şaredariya ku diguhere be. Divê jiyana jinan tim di plana pêş de be û divê ji bo jiyana jinan hemû derfet werin dabînkirin. Ev yek ne xweşxwaziyek e, mecbûriyeteke têkildarî mafên mirovan e.’’

‘QEYÛMAN XEBATÊN JINAN KÊM KIRIN’

Pinar Kûtevî piştre anî ziman ku desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ya di 15’ê Sibata 2025’an de bandoreke neyînî li têkoşîna jinan kir  û got ku rêveberiya qeyûman destkeftiyên jinan ên weke civakî, aborî û çandî yên di nava salan de bi dest xistine, hedef girtiye. Pinat Kûtevî îfade kir ku li gel fesixkirina protokola alîkariya edlî ya di navbera Baroya Wanê û şaredariyê de jin nikarin xwe bigihînin piştevaniya hiqûqî û diyar kir ku gelek navendên piştevaniyê yên jinan hatine girtin.

Pinar Kûtevî îfade kir ku yek ji navenda ku hatiye girtin Navenda Jinan a Şamîran e û destnîşan kir ku di bin banê Şaredariya Artemêtê de navenda berbehs ji nû ve hatiye vekirin û piştgiriyê dide jinan.  Pinar Kûtevî piştre anî ziman ku girtina wan saziyên berbehs destwerdaneke li dijş jinan e û got: ‘’ Xebatên jinan ên Midûriyeta Polîtîkayên Malbatê hatin lawazkirin, gelek navendên jiyanê hatin girtin. Qeyûman bandorên neyînî li jinan kirin.’’

‘DIVÊ LI HEMÛ TAX Û GUNDAN NAVENDÊN PIŞTEVANIYÊ HEBIN’

Pinar Kûtevî îfade kir ku ji bo ku jin li hemberî tundiyê piştevaniyê bstînin divê li tax û gundan navendên jinan werin vekirin û banga zêdekirina alîkariya hiqûqî û derûnî kir. Pinar Kûtevî got: ‘’Di warê aborî de jineke girêdayî, ji ber vê girêdaniyê nikare pereyê ku xwe bigihîne navendê jî peyda bike. Ji ber wê yekê li tax, gund û herêman hebûna navendên piştevaniyê wê karê wan hêsan bike. Avakirina şêwirmendiyên bi Kurdî, dayîna piştevaniyên derûnî û hiqûqî yên bi Kurdî wê ji aliyê xweîfadekirinê ve baş bin.’’

‘DIVÊ EM ŞERT Û MERCÊN RÊ LI BER TUNDIYÊ VEDIKIN, JI HOLÊ RAKIN’

Pinar Kûtevî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê piştevaniya xwe ya ji bo jinan bidomînin,  dev ji têkoşînê bernedin û got: ‘’Em ê tim li rex jinan bin û bi hev re tev bigerin. Em ê li gel piştevaniyên derûnî û hiqûqî li rex jinên li Herêma Serhedê hatine bêdengkirin bin.  Ji bo parastina jinan bes destwerdana di dema tundiyê de girîng nîne. Armanca me ya sereke ew e ku em şert û mercên civakî yên rê li ber tundiyê vedikin, sererast bikin û li hemberî wan bibin asteng.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin
Nûçeya Pişt re Girtiyên Apoyî: Divê girtiyên nexweş derhal bêne berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DFG û MKG’ê ji bo Rojava bang li çapemeniya navneteweyî kir

Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), têkildarê êrîşên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Baz li Hesekê hate veşartin

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Baz Partî li Mezargeha Şehîd Dijwar, veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji heft bajaran gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Amedê ji bo jinên hatin qetilkirin ‘dara bîrê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?