Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir
Jin

Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir

Jinên Êzidî bi wesîleya 4’ê Nîsanê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û gotin: ‘’Rêber Apo hewl dide jin ji qirkirinê rizgar bike, jiyana wê aram bike û bigihîne azadiyê. Me bi fikrê Rêber Apo axa xwe azad kir, civaka xwe azad kir, xwe azad kir.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li Şengalê ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo plansaziyeke berfireh a çalakiyan hatiye derxistin. Li gel Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Saziya Ziman û Perwerdehî û Şaredariyên Gel jî îsal bi pêşengiya çalakiyan rabûne. Jinên Êzidî bi wesîleya 4’ê Nîsanê careke din balê kişandin ser bandora fikrê Rêber Apo ya li ser jinên Êzidî û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.

‘RÊBER APO JIN JI QIRKIRINÊ RIZGAR DIKE’

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî anî ziman ku ev 11 sal in civaka Êzidî, jinên Êzidî li ser fikr û felsefeya Rêber Apo têkoşînê didin û wiha axivî: ‘’Rêber Apo daxwaza azadiya jinê dike, daxwaza mafên wan dike. Rêber Apo hewl dide jin ji qirkirinê rizgar bike, jiyana wê aram bike û bigihîne azadiyê. Divê em jî daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Azadiya wî azadiya hemû gelên bindest e. Rêber Apo dixwaze hemû gelên bindest axa xwe, civaka xwe azad bikin. Me jî li ser fikrê Rêber Apo axa xwe azad kir, em jî dixwazin Rêber Apo azad bibe.’’

‘RÊBER APO JI BO JINAN MAMOSTEYÊ MEZIN E’

Endama TAJÊ ya Dîgurê Rihan Xidir jî got, beriya ku civaka Êzidî fikrê Rêber Apo nas bike, azadiya jinê nebû û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘’Di fermanê de me fikrê Rêber Apo naskir, azadiya jinê wisa pêş ket. Çavê jinê vebû, jin dikare bipeyive, dikare li hemû sazî dezgehan cihê xwe bigire. Em destxweşî li mamosteyê xwe yê mezin Rêber Apo dikin. Rêber Apo di axaftinên xwe de xwe weke hevalê jinê tîne ser ziman. Eger jin azad be wê civak jî azad be. Ji ber ku destpêkê jinê parçe dikin pey re civakê. Di fermana 2014’an de jî êrîşê jinê kirin û xwestin civak tine bikin.’’

‘XWESTEKA RÊBER APO YE KU WERE ÇIYAYÊ ŞENGALÊ’

Endama Meclîsa TAJÊ ya Xanesorê Nûrê Şengalî anî ziman ku jinên Êzidî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin û wiha got: ‘’Em dixwazin ji zindanê derkeve û were nav civaka Êzidî, xwesteka wî bû ku rojek were Çiyayê Şengalê. Şagirtên Rêber Apo Şengal azad kirin, her wiha jina bindest azad kirin. Jinên Êzidî bi fikrê Rêber Apo rabûn ser xwe, ji bin destê mêr û dijmin xwe rizgar kir.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Porto Alegre Konferansa Yekem a Navneteweyî ya Antî-Faşîst
Nûçeya Pişt re Balafira leşkerî ya Rûs ket: 29 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Prof. Kothari: Fikrên Abdullah Ocalan û Gandhi dişibin hev

Miloon Kothari bal kişand ser aliyên dişibin hev ên Rêber Apo-Gandhi û got, "Eger em…

Ji aliyê Stêrk TV

Sezer Çakmak: Em weke amûreke siyasî hatin bikaranîn

Sezer Çakmak ê ku bi hinceta kişandina rêzefîlmê ji aliyê ajansa Elyo Castê ve wekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Kampa Aştî ya li Erbetê bi temamî hate girtin

Kampa Aştî ya li navçeya Erbet a Silêmaniyeyê ku piraniya koçberên lê bûn Şengaliyên di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?