Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi wesîleya Meha Şehîdan a Fedaî peyameke bi dîmen ji hêzên parastinê hemûyan re şand û li Gerîla TV hate weşandin. Karayilan bi silavkirina hêzên parastinê dest bi axaftina xwe kir û li ser pêvajoyê ev daxuyaniyên balkêş da:
“Em di meha Hezîranê de ne. Meha Hezîranê Meha Şehîdên Fedaî ye. Di 8’ê Hezîranê de fedaî ehvrê Gulan, 17’ê Hezîranê fedaî Sema Yuce, 30’ê Hezîranê fedaiya mezin hevrê Zîlan şehîd bûn. Di şexsê her sê fedaiyan de hemû şehîdên fedaî û şehîdên şoreşa Kurdistanê bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin, li pêşberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin û soza ku me dane wan careke din dubare dikin: Em ê dilsozê soza xwe bin, ji bo serxistina armanc û xeyalên wan em ê heta serketinê têkoşînê mezin bikin, ala wan timî bilind bikin.
Fedaîtî di nava tevgera me de ji destpêkê ve ruhekî bingehîn e. Rabûna Rêber Apo eger xwe nespartibûya feraseteke fedaî, pêngaveke bi vî rengî nepêkan bû. Lewma em dikarin bibêjin ku di destpêkê de Rêber Apo bi rengekî fedaî bi rêxistin kir û bi pênaseya ‘Kurdistan mêtingeh e’ bi rê ket. Wê demê ji bo tiştekî bi vî rengî bi eşkere bê gotin, di vê astê de têkoşînek were birêxistinkirin pêwîstî bi cesareteke mezin hebû. Diviyabû hûn fedaiyek bûna ku tiştekî bi vî rengî karîbûna bikin. Piştî vê gavê Rêber Apo karên xwe li ser vê pîvanê meşand. Ango ew perwerdeya destpêkê li Enqereyê, dûre hatina Kurdistanê wisa bi ser ruhê fedaîkirinê têkoşîn bi şiklekî xwezayî meşiya. Dihat gotin, pirsgirêka Kurd pirsgirêkek pir giran e, mezin e, eger yek ne fedaî be, xwe feda neke, her tiştî nede ber çav nikare di vê rêyê de bimeşe. Ev hîn destpêkê bingeh bi vî rengî hate danîn. Ji bo wê jî ruhê fedakirin, fedakarî û li ser wî hîmî jî netirsî, wêrekî di destpêka tevgerê de hîmê esasî bû. Sekna hevalê Hakî Karer, şehadeta wî, piştî wê li hember zilm û êşkenceya zindana Amedê serîrakirina hevrê Mazlûm Dogan, car din piştî wê agirberdana canê xwe hevrê Ferhat Kûrtay, Mehmûd Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner, her çaran xwe li hev gerandin ji bo protesto bikin êşkenceyên li zindana Amedê, ji bo xwe bikin bang agir berdan bedena xwe. Yên ku dixwestin agir vemirin bang li wan kirin ku agir venemirînin, xiyanetê nekin, agir gur bikin. Bi ruhekî wisa seknek di 17’ê Gulana 1982’an de li zindana Amedê hate raberkirin. Piştî çalakvanên 14’ê Tîrmehê hevrê Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek heman ruh bi pêş xistin. Bilindkirin, hîn zêde. Wekî din di zindana Amedê de Alî Erek (Cîn Alî) û gelek kesên din bi wî ruhî meşandin, gihîştin şehadetê û wisa berxwedan bi ser xistin. Heman tişt li derve jî di meriyetê de bû.
ÎRO JI HER DEMÊ BÊHTIR PÊWÎSTÎ BI RUHÊ FEDAÎ HEYE
Di şert û mercên cuntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê de, êşkence ne tenê li zindanan li derve jî dihate meşandin, eger yek ne fedaîbûya nekarîbûya li welêt vegere. Bi taybetî di salên 1982’an de veger li ser vî hîmî çêbû. Ji bo vegerê fedaîbûn dihate xwestin. Ruhekî fedaî nebûya wisa pir zehmet bû. Dijmin Kurdistan hemû kiribû zindan. Li meydanên gundan êşkencexane çêdikirin, êşkence dikirin, zilm li erşan bû. Li hemberî wê zilmê tu bikeve welêt û têkoşînê destpê bike, bêguman cesaret û fedaîbûnek dixwest. Ew xebat wisa bi rê ket. Di şexsê hevrê Egîd fermandarê nemir, hevrê Bedran, hevrê Erdalan de ev hate ziman. Ne bi vî rengî bûya ew pêngava 15’ê Tebaxê bi wê ruhî êrişek pêk nedihat.
Dûre di sala 1996’an di 30’ê Hezîranê de bi çalakiya xwe ya ku qehremanî kirî hevrê Zîlan ev ruhê fedaî kir rêbazeke çalakiyê, kir weke taktîk derketinek, kir bangek, kir pêngaveke nû, gihand asteke nû, weke rêbazeke rêxistinkirî. Di tevgera me de wisa fedaîbûnî piştî wê jî xwe êdî berdewam kir. Bi taybetî piştî komploya navneteweyî li hemberî Rêber Apo pêk hat û şûn ve ev hîn bilind bû, li zindanan, li kolanên Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê fedaîbûyîn berfireh bû. Ji xwe hêzên taybet, tabûrên nemiran jî li ser vî hîmî hatin avakirin. Bi kurtasî di destpêka derketina Rêber Apo de û heta roja îro di têkoşîna me de ruhê esasî fedakarî ye, hevrêtî ye û li ser wî hîmî dilsoziya bi nirxan di asteke bilind de xwe ji bo wan fedakirin e. Ango bê xwestin xwefedakirinê gav paşde neavêtin e. Va sekna kadroyên tevgera Apoyî, ev tevger heta roja îro aniye. Ku li ku derê ev ruh lawaz bibe, li wir paşketin wê çêbibe. Li ku derê ev ruh, ruhê fedakariyê, ruhê berxwedanê, ruhê bê xwestin fedaiyane nêzbûn, netirs hebe, li wir encam heye, li wir serketin heye. Cihê ku ev ruh lê serwer e, bi hejmareke pir hindik hevrêyên me, artêşên mezin rawestandin. Li hemberî wan serketinên mezin girtine. Vaya di dîroka tevgera me de pir zêde diyar e. Wisa em dibêjin meha Hezîranê û şehîdên wê yên fedaî divê bên nirxandin. Ango ne ew tenê ne. Bi esasî di nava tevgera me de ruhê fedaî, ruhekî bingehîn e û tevgera me heta niha li ser vî ruhî hatiye. Ev ruh îro jî ji her demê hîn zêde pêwîst e.
Em niha di qonaxa dawiyê de ne. Êdî qonaxa encamgirtinê de ne. Herî zêde di vê qonaxê de hem jêhatîbûn, profesyonelbûn û hem jî ruhê Apogerî fedaî hewceyî pê heye. Eger ku em çiqasî vî ruhî li gel xwe xurt bikin, ewqasî em ê nêzî serketinê bin, nêzî serketinê bibin.
JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD PÊWÎSTE ZÎHNIYETA XWE BIGUHERÎNIN
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê berî her tiştî di warê zîhniyetê de guhertinê herdu aliyan hebe. Me guhertin kir. Me di paradîgmaya çareseriyê de guhertin çêkirin. Em vê eşkere dibêjin. Em dikarin bi diyalogê di vê çarçoveyê de biçin çareseriyê. Aliyê dewletê jî dibêje divê em biçin çareseriyê. Lê belê fikrên xwe, zîhniyeta xwe yê berê ye. Yanî hîn zîhniyetê înkar, îmha heye. Baş eşkere ye ku di zîhniyeta înkar û îmhayê de çareseriya demokratîk çênabe. Ango ji bo ku çareserî pêk were, divê di dewleta Tirkiyeyê de jî guhertinên zîhniyetê çêbibe. Yanî êdî gelê Kurd ji bo xwe xetere nebîne, êdî dijmin nebîne û bixwaze bi gelê Kurd re bi diyalogê biçe çareseriyê. Gelê Kurd tine nehesibîne, weke hebûnê bibîne. Dema di wan de guhertin bibe, mirov hingî karibe bi wan re çareseriyê bi pêş bixîne. Eger vê zîhniyeta xwe neguherîne çareserî zehmet e. Ji bo wê Rêber Apo di destpêka vê pêvajoyê de got, ev pêvajoyeke têkoşînê ye. Yanî divê mirov têkoşînê bikin ji bo guhertinê, ji bo zîhniyet bê guhertin. Û bi rastî Rêber Apo niha di zindana Îmraliyê de, di van hevdîtinan de, di van diyalogan de hewldaneke pir mezin bi pêş dixîne. Têkoşîneke pir girîng bi rê ve dibe. Rêber Apo dibêje, ez dixwazim ji bo Kurdan cihekî çêbikim. Ev dewlet Kurdan înkar dike û Kurdên li derveyî sînorê Tirkiyeyê jî ji bo xwe xetere dibîne. Eger ku dewlet di warê zîhniyetê de guhertinê bike, Kurd qanûnî bike, qebûl bike wê hingî xeteriyên li ser destketiyên gelê Kurd ê li derveyî sînorê Tirkiyeyê jî xeterî wê rabin. Ango Rêber Apo têkoşîna niha li Îmraliyê dimeşîne di cewherê xwe de têkoşîneke neteweyî ye, ji bo tevahiya Kurdan e. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê heta ku siyaseta înkar û îmhayê dest jê bernede, her tim destketiyên Kurdan ji bo xwe xetere dibîne. Û dostaniya rasteqîn bi Kurdan re bi vî aqlî nikare bimeşîne. Ji bo ku xetere li ser destketiyên gelê Kurd rabin, pêwîst e berê ev zîhniyeta dewleta Tirkiyeyê bê guhertin. Eger ku Kurdên li nava xwe bi qanûnî qebûl bike, ev tê wateya guhertinê. Niha Rêber Apo di vê çarçoveyê de têkoşîneke pir girîng û stratejîk dimeşîne.
BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ RÊBER APO AZAD BIBE
Divê mirov hêvî bike ku ev hewldan û keda Rêber Apo encamê bigire. Lê belê dûr an nêz. Ev mijareke din e. Divê mirov binere. Mimkun e niha qanûnekê derxin, tenê dibêjin ‘Ji bo gerîla be, yanî çekberdana gerîla be’. Ew tenê têrê nake. Qanûna Çarçoveyê divê giştî bigire hundirê xwe. Beriya her tiştî li ser rewşa Rêber Apo li Tirkiyeyê jî nîqaş hate kirin. Ango Devlet Bahçelî bi xwe got, divê bibe Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê. Dûre di wan nêrînên xwe de hinekî paşde kişand, bi daxuyaniyeke xwe ya piştî wê. Weke nexşerê nav lê kir. Di wir de hinekî din paşde kişand. Lê ya xwe ya destpêkê, divê ku wisa bibe Koordînatorê Siyasîbûnê. Ev nîqaş bû. Û pir tiştekî diyar e, Rêber Apo di zindanê de be ev pêvajo nameşe. Biryara me girtiye jî di vê çarçoveyê de ye. Me got, divê Rêber Apo pêvajoyê bi rê ve bibe. Biryara Kongreya 12’emîn a PKK’ê wisa ye. Me negotiye, em ê çek dînin. Me got, em stratejiya têkoşînê ya çekdarî disekinînin. Lê belê ji bo çekdanînê divê Rêber Apo bi xwe vê pêvajoyê bimeşîne. Ango azad bibe. Di biryarê de ev heye. Niha dixwaze xwe li ser wê biavêje, bibêje bila gerîla çek berde. Werga nabe. Ev kar ne karekî ji rêzê ye. Qanûneke bingehîn pêwîst e. Berê statuya Rêber Apo wê zelal bibe. Rêber Apo muzakerevanê sereke ye. Muxatabê yekem e ya pirsgirêka Kurd. Statuya xwe ev e. Nûnerê gelê Kurd e.
Ji bo wê ji bo ku aştî di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de çêbibe, biratiya gelan bi pêş bikeve di rêza yekem de pêwîst e Rêber Apo azad bibe.
YA DUYEMÎN: DIVÊ HEBÛNA GELÊ KURD QANÛNÎ BIBE
Ya duyem; divê weke bi devkî hebûna gelê Kurd tê qebûlkirin, ev bi nivîskî jî bikeve qanûna komarê. Divê hebûna gelê Kurd qanûnî be. Niha li derveyî qanûnê ye. Di qanûna Tirkiyeyê de Kurd nîne. Kurd ne di qanûnê de ne. Madem em dikin çareseriyê bikin û em dikin aştiyê bi pêş bixin, divê Kurd qanûnî bibin. Ji vê rewatir çi heye? Ya duyem jî ev e.
DEMA HERDU PÊK HAT HINGÎ PÊVAJOYA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK BI PÊŞ DIKEVE
Eger ev herduyan pêk bînin û li ser wî esasî ji bo gerîla qanûna demokratîk entegrasyon derkeve, wê demê wê gerîla li ser vê rawest e. Wê demê mimkun e ku pêvajo bi pêş bikeve. Li derveyî vê pêvajo bi pêş nakeve. Her kes divê vê rastiyê bibîne.
HETA KU GAVÊN QANÛNÎ NEYÊN AVÊTIN GERÎLA DEST JI ÇEKÊ BERNADIN
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo xwe bi dewleta Tirk bide qebûlkirin nebûye gerîla. Ji bo hin armancên pîroz, ji bo hebûna gelê Kurd, mafê gelê Kurd bû gerîla. Heta di van mijaran de gav neyên avêtin, gavên qanûnî neyên avêtin, gerîla wisa çek danîne. Vê heqîqetê divê her kes bizanibe.
Di vê çarçoveyê de pêvajo dimeşe. Divê hundirê mehê de em binerin ku qanûna bê qebûlkirin wê qanûneke çawa be. Yanî bixin rojevê, nexin rojevê jî nediyar e. Eger ku bixin rojevê, ka naveroka wê çawa ye? Divê em vê bibînin. Naverok bi rastî çareserî be, ev her sê xalên me gotiye di hundirê wê de hebe, mirov dikare li ser raweste. Wê demê dikare pêvajo bi rê bikeve. Lê eger ne wisa be teng be, tenê ji bo çekdanînê be, ew wê neyê pejirandin. Ev ê çareseriyê bi pêş nexîne.
JI BO LOZANA DUYEMÎN NEYÊ FERZKIRIN DIVÊ EM BI RENGEKÎ AWARTE NÊZÎK BIBIN
Dema mirov li her çar parçeyên Kurdistanê dinerin û pêşveçûnên li herêmê dinirxîne ji xwe mirov dibîne ku dema em tê re derbas dibin ne demeke asayî, ji rêzê ye. Ev dem demeke awarte ye. Divê em vê bibînin. Yanî ew pergala ku Kurdistan înkar kirî niha di nîqaşê de ye. Guman heye ku bê guhertin. Baş e, bê guhertin wê cih bidin gelê Kurd an nedin? Ev ne diyar e. Em zanin gelek alî hene niha hewl didin di dîzayna nû de jî Lozan a duyem ferz bikin. Vaye ji bo Lozana duyem çênebe, ji bo gelê Kurd li ser vê xakê weke mafê xwe yê xwezayî bi azad bijî, cihê xwe bigire, divê em bi şêwazekî awarte nêzîk bibin.
DIVÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ TEQEZ PÊK WERE
Li hemberî vê weke du xalan mirov dikare erkê demê bînin ziman. Ya yekem; erka siyasî ye. Ango divê ku tevahiya aliyên siyasî vê heqîqetê, vê rewşa awarte bibîne û teqez yekîtiya neteweyî ava bikin. Di asteke pir jor de ava nebe jî divê stratejiyeke Kurd a hevbeş hebe. Û niha tê hedefkirin ku konferanseke neteweyî çêbibe. Ev pir girîng e. Civata KNK’ê ya 24’emîn jî heman tişt destnîşan kir. Ew jî hewl didin ku konferanseke wisa pêk were. Yanî gelek vê tîne ziman, lê ya girîng mirov bixin meriyetê. Wekî din divê hin belge bên amadekirin. Li kêleka stratejiyeke hevbeş, belgeyeke Kurd li hemberî hev çekê bi kar nînin. Lê belê li hemberî sîxuriyê jî nekin. Ne tenê çekê bi kar nînin, heman demê sîxuriyê nekin. Kurd zerarê nede Kurdan. Yanî zerara jiyanî nedin hev. Belgeyeke wisa ku her kesî mohr kiriye, pêwîst e. Di vê qonaxa girîng, stratejîk de divê gelê Kurd gaveke wisa biavêje. Di heman demê de li herêmê bi gelên herêmên re, gelê Ereb, gelê Tirk, gelê Fars re çawa wê bide û bistîne, çawa wê di çarçoveya demokratîk neteweyî de jiyaneke hevbeş bi pêş bixîne, di wê de jî divê di xwe de zelaliyê çêbike.
DI VÊ PÊVAJOYÊ DE HER ÎHTIMAL HEYE
Ya duyemîn jî em bi xwe ne. Yanî em weke tevger, weke tevgera Apoyî divê vê demê bi berpirsyariyeke mezin pêşwazî bike. Ev dem ne demeke ji rêzê ye ku em ji rêzê nêzîk bibin. Ev dem demeke awarte ye û demeke jiyanî ye. Yanî di rojên pêş me de wê qedera gelê Kurd diyar bibe. Ev heqîqet ji bo gelê herêmê jî mirov dikare bibêje, lê belê di rêza yekem de ji bo gelê Kurd wisa ye. Yanî dema ku min got, rojên pêş me ne hema çar pênc roj, ji vir û heta salek du salên din, pir dirêj sê salên din wê her tişt diyar bibe. Di serdemeke wisa girîng de ne. Ji bo wê qonaxa niha ku Rêber Apo li Bakur bi pêş xistiye pir girîng e. Têkoşîna tevgera me li her derê bi pêş dixe, di vê çarçoveyê de girîngiya xwe zêde ye. Hemû kadroyên tevgerê, hemû hevalên xwe weke kesên dozê dibînin, kadroyên Rêber Apo dibînin, jin dibe, xort dibe; li ser xeta jin a azad, paradîgmaya demokratîk ekolojîk ji bo encamê bigire, ji bo ku ne sosyalîzma netewe dewlet, sosyalîzma demokratîk netewe bi pêş bikeve û bi ser bikeve her kes divê di asta herî jor de li berpirsyariya xwe xwedî derkeve.
Keda Rêber Apo, keda şehîdên qehreman, fedakariya gelê me, dayikên Kurdistan, jinên Kurdistan, ciwanên Kurdistan di vir de rola wan heye, keda wan heye, xwîn hat rijandin. Îro em hatine qonaxekê. Di vê qonaxê de nabe mirov xwe sist bike. Berovajî divê mirov bi tevahiya hêza xwe xwe tevlî bikin, nirxan biparêze. Ji vê qonaxê û pê ve em ê çawa bi pêş ve bibin, ne ku mirov xwe di bendewariyan de bike, di hêviyan de bike, ka hela çi dibe. Va têkoşîn e. Gumanê her tiştî heye.
RUHÊ FEDAÎ EM LI SER PIYAN HIŞT
Rêber Apo mesela dema ev pêngava 27’ê Sibatê bi rê xist, got kes bila şaş fêhm neke. Me bi kesî re ti peyman çênekiriye. Got ev pêvajo pêvajoya têkoşînê ye. Rêber Apo pêvajo bi pêş xist. Ji bo çi bi pêş xist? Ji bo çareseriyê bi pêş xist. Armanca me çareserî ye. Li ser hîmê aştiyê û civaka demokratîk stratejiyeke nû em bi pêş bixîne. Eger ku dewleta Tirk bi rastî samîmî be, gav biavêje; armanc ev e.
Heval, belê li gel me paye heye; jêr, jor heye. Lê em hemû hevrêyên hev in. Hevalek mehekê hatiye û hevalekî 20-30 salî heman tişt e, hevrê ne. Hevrêyên Apoyî ne, hurmeta hemûyan wekhev e, qîmet wekhev e. Divê mirov bi vî rengî nêzîk bibe. Wekhevî, edalet hebe, parvekirina adîl hebe. Çi heye em hemûyan parve bikin. Hevrêtî bi vî rengî çêdibe. Hevrêtiya Apogerî di şert û mercên herî zehmet de diyar e. Di berxwedana tunelan de ma ev diyar nebû? Çawa hevalan di ber hevalan de xwe feda kirin. Çawa hevalan heval parastin. Bi taybetî hevalên jin, hevalên xort çawa sînerjiyek di navbera xwe de çêkirin, çawa li hev xwedî derdikevin, çawa hev xurt dikin, her yek dibe egîdek. Ev di tunelan de diyar bû. Hevala Azê di berxwedana Girê Hekarî de heval hemû şehîd ketin, ew bi tenê ma. Bi tena serê xwe di wê tunelê de şer kir. Em niha misoger nikarin diyar bikin. Lê belê em zanin ku heta mehekê hem tekmîla xwe dida, hem jî di nava cenazeyên hevalan de li hemberî dijmin li ber xwe dida. Egîdeke wisa bû. Keçeke Kurd a wisa bû. Heval ez niha li vir bibêjim, nimûne bi dehan, bi sedan wisa heye. Bilindbûna ruhê fedaî, fedakariya jinê, fedakariya xortên Kurd di berxwedana me ya salên dawî de pir bilind bû. Li ser xeta Rêber Apo, li ser hîmê berxwedana Rêber Apo li Îmraliyê ruhekî pir bilind di nava hevalan de çêbû. Ne tenê fedaiyên çalakiyên li Mersîn û li Enqereyê kirin. Heval Sara, Rûken, heval Rojhat û Erdal, hevalên herî dawî Asya û Rojger. Ev fedaiyên me yên sembol in. Lê belê li tunelan bi dehan bi heman şêwazî çalakî û sekna fedaiyane heye. Ev ruh em li ser lingan girt. Yê ku em li ser lingan girt, hişt ku dewleta Tirkiyeyê bixetimîne ev ruh bû.
DI ÇARÇOVEYA BERPIRSYARIYA ŞOREŞGERÎ DE HER KES BERPIRSYAR E
Em di vê çarçoveyê de eger tevbigerin, em bawer dikin ku wê hemû heval li gorî erkê demê karibin rola xwe bilîzin. Bi rastî em di serdemeke pir girîng de ne. Ji me her heval divê bi berpirsyar nêzîk bibe. Ti kes nebêje, erkê min biçûk e, mezin e. Kes nebêje ez şervan im, yan jî fermandar im. Her kes divê bi berpirsyarî nêzîk bibe. Di nava me de berpirsyariya şoreşgeriyê heye. Di çarçoveya berpirsyariya şoreşgeriyê de her kes erkdar e. Erkdar e xetê biparêze, erkdar e nirx biparêze, erkdar e hevrêtiyê biparêze, erkdar e ruh, ruhê Apogerî biparêze. Wisa em ê karibin ji Rêber Apo re hevrêtiyeke temam bi pêş bixîne û wisa em ê karibin li hemberî şehîdên fedaî di serî de tevahiya şehîdên qehreman hevrê Fûat, Sara, Adil, Nûda, Sofî û Delalan û tevahiya şehîdên qehreman soza me dane wan, em ê karibin pêk bînin. Ji bo wê em di vê dema dîrokî de, di xeta Rêber Apo de, di şopdariya şehîdên qehreman de erkê xwe pêk bînin. Ji vê pîroztir tiştek nîne. Ev wê bi xwe re serketinê jî misoger bike. Em di vê baweriyê de ne. Li ser esasê vê baweriyê, em bi navê Biryargeha Navendî ji we hemû hevalan re bi dil û can serketinê dixwazin, we hemûyan bi hezkirin, bi rêzdarî silav dikin. Û em dibêjin Bijî, Bijî Têkoşîna Gelê me. Bijî Bijî Serok Apo.”

