Li Êlihê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevaniya Bi Malbatên ku Mirovên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER) gerîlayên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de di dîrok û li cuda şehîd ketine di roja dawî de bi nîşandana sînevîzyonê hatin bibîranîn. Malbatên şehîdan û gel ji saetên serê sibehê ve li Eywana Dawetê ya Vûralê ya ku li taxa Pazaryerî Êlihê ye bi tevlibûna malbatên şehîdan, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û gelek welatî beşdar bûn.
Li eywanê ji bilî posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rengên kesk, sor û zer li ser maseyan wêneyên şehîdan jî hatibûn danîn. Pankartên bi nivîsên “Şehîdên me sedema jiyana me ne”, “Cewherê jiyana me şehîdên me ne”, “Rabin silav bikin ew cagoriyên welat in” û “Bi keda we ye, ey şehîd hûn ê her hebin” hatibûn daliqandin. Di bîranînê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ê ku beşdarî bîranînê bû wiha axivî û got: “Serê me sax be, serê Kurdistanê sax be, serê Rêber Abdullah Ocalan sax be. Ji Colemêrgê heta Sêrtê, ji Serhedê heta Botanê û heta metropolên Tirkiyeyê li 31 bajaran me bîranîna şehîdên xwe kir. Bi milyonan mirov bi wijdana xwe, bi dilovaniya xwe, bi welatparêzî û fedaîtiya xwe re îro li vê eywanê li cem we ne.”
Bîranîn bi tilîlî û bi dirûşmeyan bi dawî bû.
SEMSÛR
Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li Mala Şînê ya Merinosê ku li navenda bajarê Semsûrê ye, hatibû lidarxistin îro bi dawî bû.
Malbatên şehîdan û ji bajarên derdorê yên wekî Meletî û Rihayê bi sedan kes tevlî bernameyê bûn. Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir.
Di bernameyê de parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û diyar kir ku şert û merc çi dibin bila bibin, ew ê di her qada jiyanê de xwedî li şehîdan û malbatên wan derkevin û da zanîn ku xwedîderketina li şehîdan berpirsiyariya hemû gel e û got: “Xwestin nasname û hebûna gelê kurd bi înkarê tune bikin, lê zarokên egîd ên vê gelî ji bo gelê xwe canê xwe dan. Em ê jî li ser vê rêyê bimeşin.”
‘DIVÊ EM YEKÎTIYA XWE XURT BIKIN’
Omer Ocalan da zanîn ku Şoreşa Azadiyê kurd hemû anîne cem hev û wiha domand: “Li dijî kurdan şerê taybet hat meşandin. Xwestin kurdan ji hev cuda bikin, lê şehîdên me me tînin cem hev. Birêz Ocalan dibêje ‘Ev partî partiya şehîdan e.’ Divê gelê kurd jî di vê mijarê de bi hişmendî tevbigere. Eger îro tiştek li ser navê nasname û hebûna me hebe, bi saya şehîdan e. Bedelên mezin hatin danîn. Ji bo vê yekê divê herkes xwedî li bajarên xwe derkeve. Xwedîderketina li şehîdan, xwedîderketina li ax û nasnameyê ye. Çaxê em serê xwe deynin ser balgehê, divê em behsa şehîdên xwe bikin. Ji bo pêkanîna xeyalên wan, divê em yekitiya xwe xurt bikin.”
BI DIRÛŞMAN BI DAWÎ BÛ
Piştî axaftinan, sinevîzyona ku behsa têkoşîna şehîdan dikir hat nîşandan. Bîranîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

