Duşem, 25 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li jin a 80 salî lêgerîna tazî hate ferzkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ev jî bû: Axaftina bi Kurdî li gardiyanan jî hate qedexekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şenoglû: ‘Paradîgmaya Civaka Demokratîk’ pêwîsetiyeke civakî ye, ne tenê pêşniyareke teorîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê Ozgur Ozel bi DEM Partiyê re bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga têkoşînê di çalakiyên piştgiriya CHP’ê de

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mamosteya Kurdî Foruzan Îslamî li Ûrmiyeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê sersaxî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji baroyên Kurdistanê daxuyaniya ‘Bêhukmiya Teqez’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji koçberiyê ber bi Zagrosan ve rêwîtiya şoreşgerekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi YPJ’ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Jiyana Zeyneb Celaliyan di metirsiyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em li dora statu û azadiya Rêber Apo hêza xwe bikin yek!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî banga piştevaniya navneteweyî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din rewatir e
Kurdistan

KCK: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din rewatir e

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand. KCK’ê banga xurtkirina têkoşîna zimanê dayikê kir û got: “Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din rewatir e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi sernavê “Ziman ne tenê avabûna hişmendiya civakî ye, her wisa hêmanê bingehîn ê avakirina civakîbûnê ye” daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi vî rengî ye:

“25. Roja zimanê dayîkê ya navnetewî; ji Rêber APO re ku hêviya azadiya gelê me yê nasname û zimanê wê hatî qedexekirin, gihand asta tekoşînekî bê hempa, ji şehîdên me yên nemir ku di oxira hebûn, ziman û azadiya gelê xwe de gihîştin bêmiriniyê, ji gelê me û gelên berxwedêr re, ku di gel her cûre qedexe, êşkence û înfazan ti car dest ji xwebûnê bernedan û li hember neyar çok nedanîn, pîroz be. Her zimanekî hilgir û bîra dîrok, çand, wêje, huner, siyaset û jiyana civaka xwe ye. Wek gelekî xwedî tekoşîna hebûn û azadiyê û hêza wê ya birêxistinkirî, me ti car ziman bi tenê wek amûrekî danûstandinê nedît; me ziman di jiyanîkirina çanda xwe, nasnameya xwe gihandina siberojê û parastina hebûna xwe de wek çepera herî bingehîn a têkoşînê nirxand.

Di gel ku şoreşa ziman bi deh hezaran sal beriya niha li ser xakên Kurdistanê bi pêşengiya jinên Kurd, mohra xwe li pêşketina mirovahiyê daye, dewlet-netew îro li ser heman xakan bi riya polîtîkayên xwe yên qirkirina ziman û çandê, ji gelê me yê pêşengên şoreşa ziman re bi zimanê xwe jiyan, xwendin, nivîsandin, siyasetkirin qedexe kirine; perwerdehiya bi yek zimanî li hemû qadê jiyanê xistine warekî neçeriyê.

Mirovên Kurd ji ber ku perwerdeya bi zimanê Kurdî dane hatine darizandin û rastî cezayên girtîgehan hatine. Ji ber gotina stranên Kurdî hatine kuştin, saziyên çand û ziman ên bi hezar zehmetiyan hatî vekirin hatine girtin, li dadgehan pêşî li parastina bi zimanê zikmakî ya mirovên li zindanan hatî dîlgirtin di bin navê ‘zimanê nenas’ de hatiye astengkirin û di derbarê kesên li ber muzîka Kurdî dîlan gerandî de fezleke hatine amadekirin.

Benda 42’emîn a destûra bingehîn ê dewleta Tirk a girêdayê feraseta “yek netew, yek ziman” ku perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe dike û dibêje; “Ji derveyî Tirkî ti zimanekî din nikare di saziyên perwerde û hînkariyê de ji hemwelatiyên Tirk re wek zimanê dayikê bê dayîn û fêrkirin” Ev, ji hêla feraseta dewlet-netew a bi destê modernîteya kapîtalîst hatî welidandin tune hesibandina gelan û zimanên wan e. Heman dewleta dagirker li Efrîn, Serêkanî û Girêspiyê dagirkirî de, bin navê xizmeta perwerdehiyê li pêş çavê cîhanê mûferedata Tirkî li ser bi sedhezaran zarokên Kurd û Ereb ferz dike û wan neçarî polîtîkayên qira zimanî û çandî dike. Hê beriya bi çend rojan li Stenbolê şanoyekî bi zimanê Kurdî hatiye qedexekirin, piştî bi rojekî dayîkekî pîr ji ber bi Tirkî nizane li balefirgeha Stenbolê bi seatan dîl hatiye ragirtin. Li Rojhilatê Kurdistanê wek Seywan Îbrahîmî û Zara Muhamedî, çendîn mamoste bi hinceta metirsiya li ser ‘ewlekariya netewî’ dûçarî sizayê girtîgehan hatine kirin, ferzkirina perwerdehiya bi yek zimanî di şexsê Kurdî de dijminatiya rejîma teokratîk a li hember gelê Kurd raxistiye ber çavan. Di gel ku di encama berdêlên giran de yek jê destkeftê herî mezin û mayînde ya ji hêla gelê me yê Başûr hatî bidestxistin perwerdehiya bi zimanê dayîkê ye, lê îro qada perwerdehiyê li Başûr wek qada pevçûna navbera partiyan lê hatiye kirin. Çalakiyên mamoste û xwendekaran a li Başur ku bi salane didome, lewaziya polîtîkayên hikûmeta herêm û girîngî nedana wê ya qada perwerdehiyê jî eşkere dike. Ji berpirsên PDK’ê ku bi boneya sedsaliya komara Tirkiyê li navenda Hewlerê pasta jêkirî, divê mirov li benda pêşxistina perwerdehiya Kurdî nebe. Ji ber rastiya ku pirsgirêkên perwerdehiyê bi tenê nikare bi ser mijara mûçe re bê derbaskirin, divê li hember polîtîkayên perwerde yên heyî çalakiyên radîkal heya encamgirtinê bên domandin.

Li Bakur, li hember gotin, çalakî û têkoşîna Kurdên berxwedêr ku dibêjin; “perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî gerdûnî ye û divê di hemû qonaxên perwerdehiyê de bê pêkanîn” dewleta Tirk a nijadperest Kurdiya ku divê di destûra bingehîn de bê nasîn, di dibistanên navîn de dadixe asta ‘waneya bijare’ û qaşo qencî bi Kurdan dike.  Divê neyê ji bîrkirin ku vê dewletê di demê xwe de TRT 6’ê bi vê armancê vekir ku bikaribe Kurdan bi Kurdî bê rûmet bike û ji Kurdan re bi Kurdî propagandaya faşîzma dewletê bike. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê daxistina asta ‘waneya bijare’ domandina polîtîkayên qirkirina Kurd û qirkirina civakê ye. Yên ku bangîniya vê polîtîkayê dikin weşana PDK ya Başur pêşkeşî dewleta Tirk kirî a bi navê Rûdaw û Hûdapar’ê berdewamiya hîzbûlkontra ye ku li Bakur bi navê domuz bagcilari dihatin nakirin, Kurdan di bîrên asîdê de dihelandin, rewşenbîr, xwendekar, perwerdekar, nîvîskar û rojnamevanên Kurd li navarastê kolan qetildikirin û îro jî ji kotaya desthilatê ketine meclîsê. Divê herkesek vêya baş bizanibe, ku li Başur PDK’ê çi be, li Bakur Hûdapar jî ev e û rista ku di vê mijarê de ji hêla dewleta Tirk ji herdukan re hatî dayîn, xizmetkariya dewletê ye. Hûdapariyên dûh li kolanan gûle li Kurdan direşandin û îro li heman kolanan ji bo waneyên bijare dimeşin divê baş bizanibin ku; Kurd ji bîr nakin. Kurd, wek başiya li hember xwe, xirabiyê jî ji bîr nakin; dîrok qet ji bîr nake û efû nake.

Di her qonaxekî perwerdehiyê de, perwerdeya bi zimanê dayîkê ne lûtuf e, maf e; waneya bijare ji derveyî zimanê dayîkê zimanekî dûwem e. Perwerdeya bi zimanê dayîkê ku mafekî gerdûnî ye, nikare di statûya waneya bijare de bê bidest girtin. Bê gûman wê gelê me li hember siyaseta, waneya bijare bi demê re wek bişaftina ji dil bikaranîn û dûrxistina ji têkoşînê, di nav seknekî bizanebûn de be û li hember ferzkirinên waneya bijare, mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bixe navenda hemû çalakiyên xwe.  

Li ser vê hîmê modela perwerdeya Rojava, Bakûr-Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê tekoşîna hebûn, nasmane û ziman dimeşînin, mînaka herî bê hempa ê heza cewherî û vîna cewheriye. Nîşaneya herî bihêz a esas girtina wekhevî, azadî, mafê zarokan, demokrasî û mafê mirovane û li hember jiyana li ser me hatî ferzkirin îspata pêkanbûna jiyanekî din, jiyanekî pirzimanî û pirçandiye. Lema yek jê erkê sereke a Rêveberiya xweser a Rojava pêşxistina pergala perwerdehiya pirzimanî û ji holê rakirina astengiyên li pêşiya pêşdebirina wê ye.

Em wek Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî careke din diyar dikin ku; mafê perwerdeya zimanê dayikê û bi rengekî wekhev sûdgirtina ji vê mafekî gerdûnî ye. Di vê wateyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din rewatir e. Lewma pêwîste gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiya bêmiriniya zimanê dayikê bibîne, li her cihê, tekoşîna xistina bin ewlehiyê ya perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên zagonî a li pêş bikaranîna zimanê dayikê têkoşînekî bi hêz û domdar bimeşîne û ti caran rê nede polîtîkayên bişaftinê ên bi feraseta yek zimanî. Bi vê boneyê em careke din roja zimanê dayîkê ya navnetewî li gelê me û hemû gelên têkoşer pîroz dikin.”

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KNK’ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir
Nûçeya Pişt re Li Wanê tevî astengiya polîsan jî çalakiya Zimanê Dayikê hate lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtina Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Partiya Çep

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya "Hevdîtinên Jinan di Avakirina Civaka Aştî û Demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG NRÇ’ê şehîdên sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr anî

HPG NRÇ’ê 6 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Em soz didin…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Tişrînê bombe li gel barand, birîndar hene

Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gelê li Bendava Tişrînê di nobedê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mamosteya Kurdî Foruzan Îslamî li Ûrmiyeyê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo du şehîdan li Amedê sersaxî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?