În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Kongra Star: Zozan Hesekê sembola girê Miştenûrê bû
Rojava

Kongra Star: Zozan Hesekê sembola girê Miştenûrê bû

Meclîsa Kongra Star fermandara YPJ'ê Zozan Hesekê bi bîr anî ku 2'ê Nîsana 2024'an şehîd bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Zozan Hesekê ji lehengên berxwedana Kobanê bû, hevrêya Arîn û Barînan bû. Sembola girê Miştenûrê bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Meclisa Kongra Star  têkildarî fermandara YPJ’ê û pêşenga şoreşa jinan Zozan Hesekê (Mnewer Fatimê) ya ku 2’ê Nîsana 2024’an dema li ser erka xwe bû şehîd bibû, daxuyaniyek nivîskî weşnad. Di daxuyaniyê de têkoşîna şehîd Zozan Hesekê hat vegotin û soza xwedîdeketina li mîrasa wê hat dayîn.

Daxuyaniya Meclisa Kongra Star bi vî rengî ye:

“Li van cihên xweda û xwedewandan, li ser axên pîroz ên Mezrabotan gelek lehengên jin û mêr gihan. Ji bo welatê xwe şer kirin, li ber xwe dan û bûn şervanên azadî û heqîqetê.  Hevrê Zozan Hesekê(Munewer Fatimê) jî yek ji van şopdarên şervanên heqîqet û azadiyê bû. Ew di şopa dayîka xwedewand Îştarê de dimeşî. Wê hîn di temenekî biçûk de dil dabû doza azadiyê. Li gel wê heqîqet, ji dilbûn, ked, girêdana bi hevalên xwe û welatê xwe ve li ser her tiştî re digirt. Ew bi xwe xwedî rihekî azad û serhildêr bû. Ew rihê serhildêr ê di nav çanda welatparêziyê de hatî hûnandin ji pola qewîmtir bû. Wê qebûl nedikir yek rojekê di bin serweriya dijmin de jiyan bike, ji bo wê azadî ji av, nan û hewayê giringtir bû jê re. Bi fikir û ramana welat ve radibû û dirûnişt. Welatparêzî, girêdana şehîdan û Rêbertî ji bo wê li ser her tiştî de bû. Bi hevalê xwe ve bi dil û can giredayî bû. Wê  dil dabû azadiyê û aşqa welat jiyan kir, ji bo wê hîn di temenekî biçûk de tevlî kar dibe. Hin di zaroktiya xwe de ji bo alîkariyê ji bo partiyê kom bike diçe pambo, rêxistina gel dike û şev û roj kar dike, jixwe bi pênaseyeke din em dikarin bêjin ku heval Zozan di nav hevalên xwe de bibû sembola ked û fedekariyê. Bi qasî ji welat hezdikir, ewqasê jî bi hevalên xwe ve girêdayî bû. Ew hevala roja teng bû. Wekî çiyayekê li pişta hevalên xwe bû.

Wê temenê xwe ji bo azadiya welatê xwe feda kir. Hîn di salên 1990’an de tevlî partiyê dibe, diçe qada Rêbertî û xwe bi fikir û ramanên Rêbertî kûr dike û piştî wê derbasî çiyan dibe. Piştî 22 salan li çiyê dimîne, li ber her darû û kevirekî welat kedê dide, li dijî dijmin têdikoşe û dipijê, DAIŞ’a hov êrişê Rojavayê welat dike, heval Zozan li hemberî vê hovîtiyê xwenagre  û derbasî Rojava dibe, ew li Kobanê jî tevlî cenga azadiyê dibe. Di her alî dî xwe ji hevalên xwe re dike mertal û bi awayekî bêhempa û bê tirs li ber xwe dide. Ji xwe tirs bi heval re tunebû û xwedî kesayetekî zelal û bê dudilî bû. Ji xwe pirtir parastina hevalên xwe esas digirt. Dilnizim bû û însaneke gelêrî bû, ji aliyê gel ve dihat heskirin. Pir xwezayî bû û xwedî kenekî azad bû. Ji xwe ber dihat heskirinê. Ew jî yek ji lehengên Kobanê bû, ew hevala Arîn û Barînan bû. Ew sembola çiyayê Miştenûr bû.

 Ji Kobanê dest pê dike û bihost bi bihost li welat têdikoşe, di qada perwerde, leşkerî û civakî de kar û xebat dike. Taybet jî di nav KPC’ê de kar û xebatekî gelekî giring da meşandin, ew bû mamosteya mamosteyan, ji bo nifşekî nû were avakirin, mamoste perwerde dikir. Di dilê mamosteyan de jî cihekî xwe yê taybet çêkiribû û dihat heskirin.  Li herdera çûyê şopa xwe hişt. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Bi qasî ji welatê xwe hesdikir û dilpak bû, ew qasî jî li hember dijmin bihêrs û kîn bû.

Îro em wekî Rojava deyîndarê heval Zozan in. Wê bi dil û can di di rizgarkirin û ji nû ve avakirina Rojava de cihê xwe girt.

Ew û heval Zelal Zagros jî di heman demê de tevlî tevgera azadiyê dibin. Ew hevalên hev ên rojên giran bûn, mil dabûn hev û kar dikirin, şer dikirin, bi hev re soza xwe dan û piştî heval Zelal wê jî jiyan nekir û barkir çû gel hevrêya xwe Zelal. Du hevrê, du dilên dilpak, Zozan û Zelal di rêya Zîlanan de bûn, ew jinên ceger ji pola. Ew in ên rûmeta me, jîn û jiyana me bi wate kirin.

Em wekî hev rê û jinên rêxistinê li hemberî bîranînên wan bejna xwe ditewînin  û ji hevrê û malbata bi rûmet re sersaxiyê dixwazin û dibêjin ku heta dawiyê em ê wekî Kongra Star di rêya wê de bimeşin û xwedî li mîrasa wê derbikevin. “

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dizî: 3 milyar û 345 milyon deyn
Nûçeya Pişt re Cenazeyê fermandara YPJ’ê Zozan bi merasîmeke biheybet hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

Hate ragihandin ku Xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî ya li Îranê girtî ye, tedawiya wê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ûlûgana: Lozan destpêka rêze komkujiyên 1925-1938’an e

Dîroknas Sedat Ûlûgana diyar kir ku Lozan di hişê siyasî yê Kurd de ne weke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ayşegul Dogan: ‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Divê şert û mercên azad a xebatê yê sermuzakerevan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?