Serokê Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Nûman Kûrtûlmûş di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li ser pêşnûmeya “qanûna çarçoveyê” bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kir.
Kûrtûlmûş di vê çarçoveyê de destpêkê serdana Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî kir.
Di hevdîtina li Serokatiya Koma MHP’ê ya li TBMM’ê de ku bi rengekî girtî tê lidarxistin, tê payin ku naveroka pêşnûmeya “qanûna çarçoveyê” û plansaziya li ser pêvajoya qanûnîkirinê bê nirxandin.

