Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li dijî bikaranîna tiryakê têkoşîn nayê meşandin
Kurdistan

Li dijî bikaranîna tiryakê têkoşîn nayê meşandin

Li bajarê Sêrtê yê ku 300 hezar nifûsa wê heye, bikaranîna tiryakê zêde dibe, temenê bikaranînê her ku diçe dadikeve lê belê li hemberî bengîtiyê bes navenda YEDAM a girêdayî Yeşîlayê heye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Şahidên ku me têkildarî bikaranîna tirkayê bi wan re hevdîtin pêk anî, diyar kirin ku hem ji ber tedawiya kêm hem jî nestandina tedbîrên hewce ciwan nikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin.

Temenê bikaranîna tiryakê ku veguheriye pirsgirêkeke civakî, li gelek bajaran heya 9’an daketiye. Ev kesên ku di pêvajoya bengîtiyê de nikarin piştgiriyê bistînin, nikarin xwe bigihînin piştgiriyê yan jî bi hinceta ku ew tedawiyê qebûl nakin pêvajoya tedawiya wan tê dijwarkirin, zirarên mezin didin endamên malbata xwe.  Mînaka vê yekê ya dawîn li navçeya Misircê ya Sêrtê rû da. Welatiyê bi navê Onûr Ari ku hate diyarkirin ku bengiyê tiryakê ye, hevjîna xwe û mamê xwe bi çekê qetil kirin, dayîka xwe û du kesên din jî birîndar kirin. Hate zanîn ku Onûr Ari beriya niha tedawî bûye lê belê piştî demeke kurt dubare dest bi bikaranîna tiryakê kiriye.

Li Sêrtê gelek mînakên weke Onûr Ari yê ku hate tespîtkirin ku sê rojan beriya bûyerê jî madeya hişbir bi kar aniye, hene, rêyeke têkoşîna li hemerî vê yekê ya bi bandor tune ye.

NE NAVEND NE JÎ TEDAWÎ HEYE

Li bajarê Sêrtê yê ku 300 hezar nifûsa wê heye, li hemberî bengîtiyê bes navenda YEDAM a girêdayî Yeşîlayê heye. Ciwanên ku dixwazin xwe ji bikaranîna madeyê rizgar bikin, ji bo tedawiyê ji bajarên weke Îzmîr û Xarpêtê re tên şandin. Kesên ku ji ber dûrbûna navendên tedawiyê li cihên ku diçinê namînin yan jî tedawî nabin, bi qasî ku li Sêrtê dimînin hem zirarê didin xwe hem jî didin malbatên xwe. Her wiha her du pêşniyazpirsên têkildarî mijara berbehs ên ku ji aliyê Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş ve hatin dayîn jî bê bersiv man.

JI DERDORA XWE RE BÛNE GEF

Yek ji şahidên ku em têkildarî mijara berbehs pêre axivîn, têkildarî mexdûriyet û zehmetiyên pêvajoya bengîtiya birayê xwe axivî. Welatiyê şahid û ku diyar kir ku ew ji her derê çûnê vegeriyane û herî dawiyê jî birayê wî hewl daye bi kêrê dayîka xwe qetil bike, anî ziman ku divê ji vê rewşê re çareseriyeke mayîn de were peydakirin.  Welatiyî da zanîn ku ji bo ku ew birayê xwe yê bengiyê tiryakê rizgar bike bi salan li ber xwe daye û ev yek anîn ziman: ‘’Min serî li hemû deriyên dewletê dan lê belê tu saziyan alîkariya min nekir. Yasa, bengiyan tedawî nakin, berovajî wê berê wan dide sûcan.’’ Welatiyê şahid da zanîn ku birayê wî yê ku ev demeke dirêj e bengî ye, bi demê re ji bo derdora xwe veguheriye gefekê û anî ziman ku ji bo kontrolkirina vê rewşê herî dawiyê ew çûye edliyeyê û daxwaz kiriye ku bi darê zorê birayê wî tedawî bikin. Welatiyê şahid da zanîn ku birayê wî yê bengî winda bûye û di wê pêvajoyê de nehatiye dîtin û got: ‘’Dadgehê derheqê birayê min de biryara girtinê da. Di biryarê de bi awayekî eşkere hatibû nivîsandin ku ‘divê were girtin, wî bibin nexweşxaneyê û derxînin dagehê’ hatibû nivîsandin. Tevî ku ev biryar çû navenda polîsan jî birayê min nehate girtin. Min ji derdora pirsî bê ka li ku ye. Hemû kesan digot ku ‘Li ba polîsan e.’ Yanî qaşo polîs lê digeriyan lê belê di rastiyê de li ba polîsan bû û bi wan re digeriya.  Ez çûm nexweşxaneyê, min ew bir odeya polîsan. Min biryara girtinê nîşanî wan da. Got ku ‘Ez polîsê nexweşxaneyê me, ez nikarin pêre eleqedar bibim.’ Bijîşk, ji ber ku mesaî diqediya nedixwest lê binêre. Min birayê xwe li odeya polîs sekinand û ez bi bijîşkî re axivîm, hemû kar min kirin. Dema ku polîs hatin, hesab ji min pirsîn. Gotin ku ‘Te birayê xwe çawa anî?’ Min jî got ku ‘Erkê ku we bi cih neaniye, min kir.’’

LI ŞÛNA TEDAWIYÊ WAN BI KAR TÎNIN

Welatiyê mexdûr piştre diyar kir ku di dadgehê de weke pêngava yekem pêvajoya tedawiya birayê wî hatiye redkirin û got: ‘’Min ji bijîşk û dadgehê re got ku ‘Ev kes di bin bandora tiryakê de ye, nikare xwe kontrol bike.’ Wan jî got ku ‘Hişê wî serê wî ye’ û bi darê zorê biryara tedawiyê nehate dayîn. Min weke ‘Ma ji bo tedawiyê divê bi temamî hişê xwe winda bike?’ pirsî. Lê belê bersivek nehate dayîn. Birayê min li gel polîsan weke ‘hevalan’ bû. Însanan ji min re digot ku ‘Pêşıyê birayê xwe ji polîsan xilas bike.’ Li şûna kesekî bengî were tedawîkirin, tê bikaranîn. Ev bêwijdaniyeke gelekî mezin e, bê exlaqî ye. Kesekî ku divê were rizgarkirin, bi destê dewletê tê bikaranîn.’’

AMATEM’Ê EM QEBÛL NEKIRIN

Welatiyî diyar kir ku wî herî dawiyê birayê xwe qanih kiriye û biriye AMATEM’a li Amedê lê belê li wir jî bi heman rewşê re rû bi rû maye û ev yek anîn ziman: ‘’Birayê min dixwest tedawî bibe. Min ji bijîşkî re got ku ‘Ji kerema xwe tavilê biryara razandinê bidin ku  bila birayê min poşman nebe.’ Lê belê ji min re gotin ku ‘Mesaî qediya, roja Duşemê werin.’ Dema ku min israr kir, bang li erkdarên ewlehiyê kir û em ji nexweşxaneyê avêtin. Her wiha midûrê wir ji min re got ku ‘Ma dibe ku em hemû kesên ku dixwazin tedawî bibin, tedawî bikin?’ Gelo ma ev dibe ku midûrê nexweşxaneyê tiştekî wiha bibêje?’

JI BO PEREYAN KÊR KIŞAND DAYÎKA XWE

Welatiyê mexdûr piştre diyar kir ku wê rojê ji ber ku tedawî pêk nehat, birayê wî dubare winda bûye û piştî çend rojan jibo pereyan kêr kişandiya dayîka xwe û li ser vê yekê hatiye binçavkirin. Welatîyî da zanîn ku birayê wînêzîkî 5-6 mehan di girtîgehê de maye û ev yek anîn ziman: ‘’Li girtîgehê dûrî tiryakê ma. A niha paqij e lê belê em hê jî ditirsin. Li Tirkiyeyê bernameya têkoşîna li dijî tiryakê tune ye. Kesên ku tiryakê bi kar tînin nayên selihandin û cezakirin. Ev pergal rêya sûcî nagire, berovajî wê berê wan dide sûcî. Ger navendên tedawiyê werin vekirin girtîgeh ev qas tije nabin.’’

DIVÊ NE MIZGÎNIYA GIRTÎGEHÊ DIVÊ YA AMATEM’Ê WERE DAYÎN

Welatiyê mexdûr di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê bi taybetî jî li bajarên Kurdan navendên tedawiyê kêm in û got: ‘’Ji bo nêzîkî 20 milyon nifûsê bes du AMATEM hene. Li navendên li Wan û Amedê bes 40-50 cih hene. Divê herî kêm li hemû bajaran navendeke AMATEM’ê were vekirin. Ciwan bi çarenûsa xwe re hatine hiştin. Kesên ku mizgîniya vekirina girtîgehan didin, li şûna wê bila mizgîniya AMATEM’ê bidin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SÊRT

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fonê şer ji berîka gel derdikeve
Nûçeya Pişt re Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

IMF û WEF’ê bi raporekê metirsiyên cîhanî eşkere kirin

IMF û Forûma Aboriya Cîhanî (WEF) di raporên xwe yên vê hefteyê de dan zanîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên YPJ’ê: Divê her roj bibe roja azadiya jinê

Şervanên YPJ’ê yên li eniya berxwedanê li ber xwe didin 8’ê Adarê di serî şervanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Botanê: Heta Rêberê me azad nebe çareserî nabe

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Botanê bertek nîşanî biryara demkî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê fuze avêt baregeha Komele

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?