Li Fransayê beriya pêla protestoyên nû yên li dijî bihabûnê, tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Wezîrê Karên Hundir daxuyand ku li dijî xwepêşandanên 24’ê Cotmehê roja Şemiyê û gengeşiyên derkevin wê li seranserê welat 70 hezar polîs û leşker bên peywirdarkirin.
Di nav yekîneyên ku wê wbên peywirdarkirin de Yekîneyên Ewlehiyê yên Komarparêz (CRS), yekîneyên leşkerên mobîl û tîmên destwerdana taybet RAID, GIGN û BRI jî hene. Hat diyarkirin ku wê li Parîsê bi piştgiriya hewayî û bejayî yekîneyên taybet bên peywirdarkirin.
Her wiha li gelek bajaran xwepêşandan hatin qedexekirin û li hin bajarên ku Parîs û Marsîlya jî di nav de ne wê derketina derve bê qedexekirin.

